lêm geřê bes tûşî hîcranim ke to xuda ey řeqîb

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  948 Dîtin
lêm geřê bes tûşî hîcranim ke to xuda ey řeqîb
دەفعەێ tir ba bibim şad min be dîdarî ḧebîb
sed dexałet bê be to meşşateyî zulfî nîgar
cê diłî awareme , têkî mede yaney ẍerîb
cuzbe dû nêwî mesîḧ asay to nemdî şîfa
çareyî derdim gełî dûre le derman ey tebîb
gułşenî çoł kird behar û guł le mał awareyye
ḧałî wek ḧałî mine emřo denałê ’endelîb
zułfî zennarîm kedî derçûm le dîn û mezhebim
şêx ḧeqî bû xerqeyî xoy da be zennaru sełîb
wesił û hîcran berzu nizmî bo hemû kes hatuwe
min be bałay to be bała řêm nedî îlla neşîb
teyrî ’enqaw şarî cabliqaw hem awî beqa
dilberu ’ehdu wefaw xadîmNasnava edebî û sebir û şekîb