be tîrî ẍemzey fettanî meḧbûb
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1463 Dîtin
        
        
    be tîrî ẍemzey fettanî meḧbûb
diłim sed pareyew wêran û mexrûb
kehate miłkî dił sułtanî ’îşqî
buwe weyrane û piřbû le aşûb
’ezîzî şarî dił emřo zelîle
becê hat arezû awatî metlûb
hełatin bo supay mujganî çawit
buwe nesret supay dił bû be meẍlûb
seba bonî hênawe le gêsût
weku pîrahenî yûsif bo ye’qûb
le hîcrana ekey to îmtîḧanim
le seyra key diłî min bote eyub?
ekem serbazî xadîmNasnava edebî mîslî mensûr
bizanim key ega talîb be meqłûb