namey giramît ḧezretî namî

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 Xulek  857 Dîtin
namey giramît ḧezretî «namî»!
pêm geyşit le dest şexsêkî namî
namey giramît weqtêk pêm geyîşt
hênd keyfixoş bûm, ’alem têm geyîşt
le qewlî «eḧmed» çend şî’irit gutbû
elḧeq le dehen babîşî zyad bû!
ḧeyranî kirdim «mulemme’at»y
«muḧessenat»y, «beday’at»y
tesdîqî dekem şî’ir debê wabin
kelamî «namî» debê wa ça bin
yawerîm bidey mujde pêdraw!
pêncî bin ’eba, dwazde nêwbiraw
ger be ’eded wan, în’am binêrim
debê le paşan, mêşan bijmêrim!
aşî «kultepe»t karêkî ça bû
ew koçî axrît yekcar beca bû
sayey «’ezîz»y herkes leser bê
lenêw hawseran debê serwer bê
xizmetit dekeyn êmeş takû heyn
toş dersan biłê bebê keyn û beyn
«’umer», «ebûbekir», yarî ẍarî bê
«’usman»yiş ’elî agadarî bê
«bûbekir»yiş yaxuda her çwar, yarî bin
xuda û pêẍember agadarî bin
libadêkîşim ewa bo nardî
qebûłî fermû, mubarek badî!