win bûm û le xoma egeřêm xom le soraẍa

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  1109 Dîtin
win bûm û le xoma egeřêm xom le soraẍa
lem zułmete ḧacete be nûrêkî çiraẍa
řeḧmê bike bem xesteye wek ahî nedamet
lem goşe nebû satê diłim qet le fîraẍa
her kes ke be şoxî ’elemî ’îzetî hełgirt
wek şem’î nefis suxteye êste le daẍa
me’lûmî ḧeqayq be delayl nîye ḧacet
xurşîd çi ḧacet be giřî lêy be çiraẍa
saqî were îmşew be xeyałî nîgehî yar
lebřêzî ke cam û qedeḧî min le eyaẍa
em neş’e ke cuła nîgehî keyfîyetî řoje
em zeřře le xoşyane kewa zor be demaẍa
lem şêwey řengînî wefaye çi depirsî?
dił xwêne ewa êste le daẍî guł û baẍa
menware le řû sûrîy «xadîm» wekû lale
sed daẍî nîhanî heye bo wesił le daẍa