talî’î min le zułfî yar deka

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  983 Dîtin
talî’î min le zułfî yar deka
wez’î şêwaw le řozgar deka
gerçî ḧełway dehir şîrîne
le mezaqit le zehrî mar deka
şwênî pêy řehrewanî menziłî to
her le dû çawî întizar deka
meḧwî nazu tekebburî dunyay
fexre lay to welî le ’ar deka
cigerî çakî subiḧ û damenî şew
her le şane û zułfî yar deka
meḧwî dulberim û arezûm baqî
wesłî min her le întizar deka
gułşenî bê to bo çîye xadîmNasnava edebî
mewcî her bergî guł le xar deka