şî’rî şêtaney min derçû le xaney edeba

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  697 Dîtin
şî’rî şêtaney min derçû le xaney edeba
çake lem şête bibûrin ’uqelawu udeba
qise şêtane ekem warîsî mecnûne diłim
şêt û dêwane debûm meslekî şêtî ke neba
pasewanî min wihem xaney min muflisîye
xaney xałî kewa hîçî nebê diz çe deba
pencey şewq be girîbanî sebûrîm fêrbû
le fîraqa ke eka her nefsî came qeba
le perîşanî ekem bonî serî zułfî le dił
bobê musteẍnîye êstake diłî min le seba
key le hîcranî necatî diłî bê çare ebû
le seḧerda emelî mujdey wesłî ke neba
pêm ełê sebre ke miftaḧî ferec bê xadîmNasnava edebî
seyrî çî, taqetî çî, herçî bû řoyî beba