dił be yadî çawî mestî meylî meynoşî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  772 Dîtin
dił be yadî çawî mestî meylî meynoşî deka
ḧałî huşyarî nemawe řû le bê hoşî deka
subḧî ’îşqî pirtewîda zułmetî şew têpeřî
cîlweyî şem’î xîredwa řû le xamoşî deka
leşkirî ẍem hêrşî bo qel’eyî şadîm hêna
dił le xoşî ẍemgusarî meşqî ser xoşî deka
dił leber zułfî perêşanit perêşan bû ke dî
wirde wirde wek seḧabe meylî mehpoşî deka
her kesê carê ke çawî kewt be çawî mestî to
da’îma lem meygede her meylî mey noşî deka
lem qumarî ’îşqeda mał û serim dořanduwe
manî’e ’eqiłim ke taze bêwejin koşî deka
şorşî şêtîm kewa kewtuwete bazarû suqaq
pêkenînim dê be ’eqiłim taze siřpoşî deka
bendegî pê xoşe xadîmNasnava edebî nayewê azadî key
ta ebed lem dergeye her ḧelqe der goşî deka