mełên ya şête ya mestî şeřab û areq û benge

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  844 Dîtin
mełên ya şête ya mestî şeřab û areq û benge
xeyałatim perêşane diłim tarîke hem tenge
meken men’im le hewrî bîrî min baranî xwên biřjê
le seḧray sîneda dîsan heraye şořşe cenge
şehî îqlîmî bedbextî lebo tesxîrî mulkî dił
hucûmî kirduwe talîb be tac û text û ewrenge
emîrî leşkirî zułme le dewrî fewcî bêřeḧmî
cefa û cewr û mîḧnet yawer û sertîp û serhenge
ke dîtim leşkirî mulkî beden meẍłûb û meḧsûre
be ferzînî ẍemim şahî wicûdim mat û bêdenge
řuxî neḧu û pyadey serf û espî ḧîkmet û mentîq
le jêr pêy fîlî sen’etda xerîkî wirde’ahenge
gutim ey nefsî ẍafił heste seyrî wez’î dinya ke
be nûrî me’rîfet řûy serzemîn yekser teła řenge
netîcey ḧasłî dinya û dînit cehil û ẍefłet bû
tewawî qewl û fê’ilit şe’bede û tezwîr û neyřenge
çi nef’êkî heye bo to bizanî kewkebî talî’
ke ’eynussewre kilkî eqrebe ya çengî xerçenge
me’arîf ’îlmî teyyare û giřamafon û bêsîme
ewey to pêy dełêy ’îlim û me’arîf çawekem nenge
mesafey beynî ’îlimit ta degate ’îlmî adîson
’ezîzî min be mîlyon û be kîlomîtir û fersenge
wekîl û nayb û sercoxe bo to شاە û sułtanin
ewîş kemtir ẍułamî xusrew û cemşîd û hoşenge
bełê ’alim debê ya îbnî sîna ya ẍezalî bê
ke îḧyay em şifay qelb û şifay ew kenzî ferhenge
ḧeyatî cawîdanî sen’et û serberzîye cana
qetar û qafłey bê ’îlim û sen’et ta ebed lenge
çîye sa besye şa’îr mew’îze û şê’ir û ẍezelxiwanî
meta’î to hemû bêqîmet û bêřewneq û řenge
ke şê’irit wek sedef feřzen hemû piř bin le daney duř
le lay eşxasî wîşk û bêtebî’et asin û senge
ke meqbûłî cenabî şêx û erbabî tebî’et bê
nîgarîn xaneyî neqqaşî çîn û neqşî erjenge