kemî mawe

le govarî nîştiman, sałî yekem, jimare6, řeşemey 1322,lapeřey 20 biław kirawetewe.
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  1332 Dîtin
le şewqî nîştimanNava taybet û şu’ley estêrey gelawêje
birînî řûḧ û qelb û qalbim fîlcumle sařêje
eger baweř deken yaran seday tepłî beşaret dê
mełên em şa’îre dêwaneye ya şête ya gêje
dełên ew karwanî qafłey kurdî wepaşkewtû
kemî mawe necatî bê le em hewraz û em lêje
bira gerdinkecî û meḧkûmî xorakêke jehrway
dexîlit bim neçî bîxoy biřo têy hełde bîřêje
le mîwey baẍî azadî kesê bixiwa deka tesdîq
ke mîwey cennete hatote dinya heste bîçêje
kesê munkîr be azadî û be îstîqlalî mîllet bê
be sûřet zînduwe dił mirduwe bînêre bînêje
kesêkî her teřeqqî şexsî xoy menzûr û metłeb bê
be sûřet gerçî gwê kurte bełam bêçare gwêdrêje
xudawenda be ḧeqiq û ḧurmetî xasanî dergahit
ewaney řû be qîblen daymen destyan be desniwêje
kesê ḧîfzî ḧiqûqî mîlletî menzur nebê řebbî
keř û lał bê le paş kwêrî be xirwêke û be sûrêje