wa le neş’ey yek nîgahit qîmetî sehba şika

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  891 Dîtin
wa le neş’ey yek nîgahit qîmetî sehba şika
gerdenî toy dî mîna řija mîna şika
bo řimûzî derkî siřřî ’eşqî ’aciz bû xîred
qîmetî ’îlmî filatûn û ebu sîna şika
ger bikey terkî te’elluq xarî řêga gułşene
çun le yek sozin bo tecrîdî diłî ’eybe şika
hate gułşen bo temaşa çawî nazî kirdewe
qîmetî bazařî nazî nêrgizî şehla şika
mişterî ḧusnî be her cinsî meta’î ḧazirin
cîlweyekî kirdû nirxî gewher û kala şika
nefî ḧusnî cumle merdyan be ḧusnî satye
herçî şîşey batłêkî bû be sengî laşka
hate xwarê tabe damanî le ’azîz ger ’ereq
nirxî daney gewher û hem lu’lu’î lala şika
řîşî zahîd men’î bezmî ’îşqî lê kirdû ewîş
hênde lem lawe kişawe ta milî lewla şika
ta le bo tesxîrî miłkî dił nîgahî xistekar
leşkirî sebirim ewa xadîmNasnava edebî le meydana şika