neqdî diłî xoy ’aşiqî miskîn be ẍemî da

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  659 Dîtin
neqdî diłî xoy ’aşiqî miskîn be ẍemî da
sûdêkî gelê zore, mełê to be kemî da
we’dey be dił û can û be wîsałî řuxî xoy da
em we’de xîlafe nebewîda, ne bemî da
se’îym le tełaşî çe umêdêkî ’emelî bû?
xeclet le seḧîfem be îşaret řeqemî da
’umrê bû ke dił win bû soraẍî nebû hergîz
êstake ebînim ke le naw zułfî xemî da
em jîne ke hemû ḧîsabî çibkem boy
royîyewe gelê zor le e’dadî kemî da
mojganî xedengî le xemî qewsî biroy na
ẍemzey be nîşanî cigerm emrî řemî da
dił ahûyî weḧşî bû le seḧrayî miḧebbet
meḧfûze le seba û le kûçey ḧeremî da
çawim le fiřînaye le xełwet çîye îmşew?
tefsîrî le awazî nîhanî qedemî da
sed şaw gedaye wekû xadîmNasnava edebî le derî ew
her yek be xeyałê le xeyałî keremî da