bîḧemdîla le koyî yarewe wa bû seba peyda
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
954 Dîtin
bîḧemdîla le koyî yarewe wa bû seba peyda
le ser sirwey řûma nafeyî mîşkî xeta peyda
demê bû min le kułbey ḧuznewe destim be zano bû
le mujdey karewan îmřo hewayî dił guşad peyda
le tarîkî şewî dûrî ke sergerdanî řêga bûm
sifîdey subiḧ talî’ bû delîlî řehnuma peyda
le xetî ’enberîn xurşîd waxsitote mêşkî teř
le zułfî piřişken sed ’uqde bo badî seba peyda
dehanî bû le taqet mewcî dîwanî beqayêke
meger me’na bebarîkî le dîwanî eda peyda
le mewcî mey lebî le’lî tebesum ger eka emřo
le bo her neş’ey sed çeşne awî beqa peyda
le beḧrî ’îşqî ew boçîme keştî ẍerqime meqsed
le cêgey nax da bomin ebê zû yaxuda peyda
cefa wicewrî em şoxe wefaw řeḧmete bo min
le cêgey her cefayêkî le diłda sed sefa peyda
serû małit fîda ke xadîmaNasnava edebî bo ’îşwe û nazî
le îqlîmî fenada dem be dem bo to beqa peyda