esrarî ’îşq coşşî ’aşiqî bêçare û guftugo

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  1178 Dîtin
’eceb şorêke ahengî miḧebbet
’eceb baẍêke neyrengî miḧebbet
gułî em baẍe řengî zor ’ecîbe
neyî em bezme ahengî ẍerîbe
le şoxî řengî ew pejmurde nabê
le germî agirî qet murde nabê
ferîbî řengî çend efsûn eřêjê
ke neyrengî be çend řeng xwên eřêjê
le ser em bezme ahengê eka saz
ke bê perde ebête perdeyî řaz
le yek qetre eřêjê řengî tofan
gehê tofan eka lem qetre penhan
le yek guł řengî sed gułzarî têda
le yek ney řeng hezaran karî têda
le malaye’îna can boy tesella
besûret qanî’ wiẍafił le me’na
ewa ’umrêke sîney pêwe daẍe
le řengî cîlwey ayîne baẍe
weku dił be’zê car eygirte aẍuş
gelê carîş le daẍa ebuwe bê hûş
le ber pêya ekewt be’zê wek xak
be mujgan xakî řêgay bo ekird pak
le dîtin wek نیگاە hergîz nebû têr
temenna bo temenna qet nebû têr
weku zułifit bestey zincîrî xoy bû
teḧeyur ḧîretî teswîrî xoy bû
ke hełgîrsa temaşa herweku şem’
نیگاە sûta sefî mujgan buwe cem’
le sûret lay neda satê temaşa
teẍaful ney ekird lem bezme ḧaşa
be destî ḧîret wi’endêşe tesxîr
weda’î xwab wixorakî bû teswîr
le nakaw cîlwe peyda bû le ’eşqa
serapa bû be şu’ley xoy le zewqa
ke kirdî ’eşq coşêkî tefekkur
buwe neqşê le dîwarî teḧeyîwir
te’elluq sedî řêgay lê tenî bû
ewî dîbûy hemû cîlwey menî bû
fisûnî sazî ahengêkî tir kird
ferîbî řengî neyrengêkî tir kird
gutî ey cîlwey tîmsalî me’na
xerabî sûretit eḧwalî me’na
eto te’sîrî teswîrit le pêşe
weku řengî le xoçûnim le pêşe
heta em ayîne cîlwey dyare
le pêş çawim safî tozu ẍubare
dû ’alem kuştey em neqşe cwanen
esîrî lezetî em nan wixiwanen
le gułşen ger fuẍanî bulbulane
le her kwê coşî bezmî ’aşiqane
hemû ḧesret gułî řuxsarî yare
le qelbî ’aşiqan buwete şerare
hicûmî bulbul afet řêzî baẍe
peřî perwane aşûbî çiraẍe
le fîtney em cîhane bê xeber bûy
le tofanî ḧewasa bê eser bûy
le temkînit le sebra bigre aram
be ’uşret řabwêre to le eyyam
le bo şewqî temaşa bê qerarî
be ḧukmî arezû bê îxtyarî
xeyałî bendegî ger arezûte
le sûret labde û lem taq wicûte
le beḧrî weḧdeta fêrî şinabe
le xot lade legeł ḧeq aşna be
were to lenaw mecmû’eyî řaz
le lewḧî sîne yek nusxe perdaz
bebê xewf wiřca lem coşî sebre
nisîbî arezût lem nesxe bigre
şîfaxwazî beřencî aşna be
le weyranî be gencî aşna be
le me’nada tefekkur kirdî seyran
be bê çawî eka seyrî gulistan
tefekkur me’ney esrarî zanî
te’emul pişt wipêşî karî zanî
le dersî meqsedî teḧqîqî ئاگاە
be’îlmî ’afyet me’lûme ڕێگاە
îradet ḧewlî da bo řêy mesałḧ
be terkî sehû nîsyan wiqebayḧ
seła bû şewq mujdey wesłî hêna
seba bû fer’ namey esłî hêna
le řêgaday le aẍuşî to menził
le kwê bûy ey le xota bûy ẍafił?
çe cadû çawî toy lem ḧusne poşî
ewey kirdit heba bû girdû poşî