qesîdey tewḧîd
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
4 Xulek
1211 Dîtin
bisim alilh alirḧimin alirḧîm û bih nisti’înErebî
ey be namit meḧfelî ehlî se’adet pir zya
tarî şem’î bezmî meclîs bû be merkanî huma
dił be yadî to ke xałî bû le jengî me’sîyet
piřtewî nûrî ebête ayîney gêtî numa
yek ruba’î bû le dîwanî celalit çar tebi’
yek gułî re’na le baẍit îbtîda û întîha
merhemî daẍî diłî ’aşiq le ḧerfî nawî to
gułşenî ’arîf be yadî toye piř neş û numa
wa perîşanim le mewcî beḧrî fikirit her şewê
ser le cêy pê dadenêm çerxim mîsalî asya
enbya bo pertewî xurşîdî řûy to gêj û wêj
çon le ewcî nûrî weḧdet dan hemûyan zeřřesa
ewlya bew daẍewe çûn, ke tênagen le to
hem melayk gêj û sersamin le bêçûnî û çira
sozî ’aşiq bû ke te’sîrî le lutfî ew ekird
řişteyî cazîb bû meylî mîslî ka û kareba
cezbî lutfî ew nebê naga be meqsed quř beser
’aşiqî bê çare perwazî be ewcî kîbrya
’eqłî kul kul bû le ḧîret cuz’î min çî bê ebê
koşşî bê cezbê ew se’î yeke bê sûd û heba
bê emey destî du’a bo baregahî hełbiřî
bê emey qabil be îstîḧqaqe ew eyda ’eta
da’îrey îdrakî min bo derkî ew weyraneye
derkî bê derkî le nasînî meqamî kîbrya
murẍî ’eqłî sed filatûn lem meqame kîbrya
agirî ḧîret peř û bałî esûtênê weha
mişte xakêkî weku min çîm û boçî dest edem
kełkî çî egirim le řûya mû sipîm û řû sya
ew le ḧerfî kaf û nûnê, herdû kewnî kird wicûd
meqsedî te’lîmî ’alem bû geřanî karî ḧeq
me’ney bê ḧerfe, bê lefze kelamî bê seda
metłebî wabû ke xoy win ka le ’alem le حزەێ
wasîtey hêna sebeb lem beyneda bû aşkira
çawî ehwel yek be dwî dî tequyeyî kird sebeb
çawî ’arîf xoy eparêzê le ber fewtî ḧeya
çunkî ew [yinzir binur alilhErebî] bû çawî dîtnî
sûrme kêşrawî îlahî bû le jêr perdey xefa
me’syet wa buwete barî min le ber bextî سیاە
perdey ’îsmet diřa kun kun buwe perdey ḧeya
riştey tûlî emel zenarî piştî nefse
ser le damên heł deka em kafre wek ejdîha
min ke sergerdanî em karem le kirdey kirdigar
fa’îlî muxtare bo xoy hem sebeb ew xelq eka
min ke ḧeyranî sebeb westawe etbaqî sema
seddî nûrî binîşî çawî sere cîlwey sebeb
çawî ehlî dił ebînê ’alme xoy tê dega
her be yek emrî nîzamî karî ehlî asman
her be yek meylî hezaran new’î îşî pê deka
her be bayek bû ke qewmî ’aduhem mułkî semûd
pêy hîlak kirdin hemûşî birdinewe darî fena
’îşweyî sirwey seba bû xakî zîndû kirdewe
xel’etî sewzî gyaşî kerdeber herwek quba
beḧrî awî pê dekirde dozxêkî piř şerar
agirî kirde gułistan em nesîmey canfiza
kafîye bo herçî karêkî ke xoy meylî bibê
bê sebeb bê wasîte cunbuş eka beḧrî ’eta
bê supah û bê ḧeşem sa’îl ekate padşa
padşahêkîş exate meslekî feqir û geda
herçî xoy neykat û nabê herçî ew neyda nîye
bê îrade û emrî ew kota ebê destî rica
wa le ber pîrî dûta bûm le jêr barî گûناە
çînî ebrom qet nebînrawe le ber qedî řûna
muxteser xoşe nedwêm edeb başe bese
quř be ser mêşûle perwazî be ewcî kîbrya
lêre fanî bû texellus metle’î tir dête pêş
her şitê fanî nebê nagete eqlîmî beqa