sîmay em wêne hesêrey sema

ẍezel bo ḧeme
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  673 Dîtin
ḧeme le temenî yanze sałya polî yekem le nawendî kifrî eyxiwênd. lewêwe legeł kerîmî hawřêya çûbûn bo yadgarî wêneyek egirin şakelîş le jêr wênekeya em çwarîneye da’enê:
sîmay em wêne hesêrey sema
be cîlwey cwanî hênaye sema
bełî minałî yanze sałeye
payey danşî zore lekema
***
le xwêngay duwem polî yekeme
řewşenî çawu piley hawdeme
pêşeway taze xwêndinî taze
newey şakelî şêx kake ḧeme
***
pêşeway be şew biray xoyetî
boye bo xwêndin kin û koyetî
minałî şakel, beł, çawî lêken
hewł û koşşî bê min û toyetî
***
meḧfuz bê xwa legeł hawpaya
pîrêkî wek min bijî le saya
ewîş le say ałay eḧmedî
bijê be şadî legeł biraya