çawenwarî lutfî tom der ke le cîsmim lerz û ta

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  1007 Dîtin
çawenwarî lutfî tom der ke le cîsmim lerz û ta
çaweřêy qapî ’eyadem pê nekey «rib al’ilîErebî»
sucdeyî şukirit bikem tobe û enabet pîşekem
řû le qapî to bikem, pişt kem le babî bê wefa
mołetê xasim nekêła lem jyana muddetê
bełke terkî me’îşet kem řû le to kem bê řya
řû keme xakî ḧîcazu mekkew řewzey nebî
dił emînim ew deme fermûte «kan amnaErebî»
ger nesîmê hatewe, xo lutfî toye barîla
wer nemirdin xoştire lew cêge pakî basefa
to «mucîbErebî» û min munacatim geyanne barega
zor emel darim îcabet key be lutif û kîbrya
şakelîNasnava edebî emca pêwîste ḧeq binasî ḧeq biłêy
ger weha bî pêt ebexşê «mitliqaErebî» emca şîfa