çi xoşe min nexoş û yarî diłkeş

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 2 Xulek  1022 Dîtin
çi xoşe min nexoş û yarî diłkeş
le řêgey lutfewe bimxate baweş
perêşanim leber zulfî biławit
nexoş û mestî ew dû nergisî geş
nîşanim de, fîdat bim, cûte xałit
le ewweł nerdewe çen xoşe dûşeş!
řuxî zeḧmet mede zulfî meḧek řeng!
çi muḧtace be to ew sîmî bêẍeş?
fîday zulf û biro û pêłû û mijołit
kemende hem keman, hem tîr û terkeş
be dûdî ahî min řeşpoşe gerdûn
be řûta xał û perçem bûn muşewweş
ḧesenNasnava edebî! şukirî xuda ewřoke wesłe
necatit bû le destî tal’î řeş
bełê, bew şerte xoşe wesłî diłber
ke demdem dem lenêw dem, des le baweş
kiz û zîzî le kem meylî, «’ezîz»m
’eyamêke ’ewamî, teb’î serkeş!
hetakû sard û siř bû meylî gerimit
edem cîngił wekû marî ser ateş
leser řuxsarî zerdim eşkî xwênîn
heta key dête xwarê? bextekey řeş!
sipay dûrît le sê la dewrî dawim
besanî menguř û pîran û mameş
were carê, be carê la mede lêm
debê wa bê wefay yaranî mehweş
ser û małim dekem qurbanî řêget
beran û cwanega û lok û kełî řeş
be kurdî şayerêkî zêdeçakim
le şabaşî sexay xot memke bêbeş
hemîşe zîkir û fîkirim yadî toye
le şayî toye xoşim bûme çaweş