le řojêkî payîzîda

bo mamosta şiłmaşî
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 5 Xulek  846 Dîtin

payîze sarde, řeşebay payîz wek qedîmîyan gutûyane çi beser dewarî şiř dênê! wek hemîşe barî sefer debestim, tûrekeyek piř le kaẍez û qełem û dû sê nan... kuřgel pêm dełên newsin, wek pîremêrd ke lêy degêřnewe hemîşe babołey nan û kebabî le gîrfanda buwe. minîş le derewe babołey nan û penîrim legełdaye gerçî dezanim hêndêk dûrtir, le ladê, dergay her małêk bikeyewe pêławit leser çawî xawen małe. nanî germ û penîr yan mast û her xwardemenyêkî dî ke şik berin le mîwan şardirawe nîye.

xełkî ême dełên mîwan ḧebîbî xwaye û tenanet hêndêkîş leser ew biřwayen êsta mîwan danebezîwe. řozî ew lelayen perwerdigarewe hatote małekewe. dway hêndêk řê řoyştin çend lapesêw û hewraz û nişêwêk û dîtnî řwangey siruşt û dîmenî cwanî aw hewwełîn qonaẍim gundêke ke xom nawim nawe mełbendî azayan. «şiłmaş» bełê şiłmaş. le dawênî zincîre çyay humil çend řeşmał lepena yek dan û hêndêkîş cya le yek, wêney gundekanî lêk biławî hołend û danmark û bêrut. legeł xełkêkî aza û nebezîw û hewłder, sał dwanzey mang le hewł û têkoşandan. le hołend û parîs û libnan û warşew, herçî şwênî cwan û be dîmene bom mełên! ke diłgîr debim, çunke şiłmaş le serûy hemuwane û le hemûy ewane cwan û řazawetir û be dîmentire.

lewaneye hêndêk kes bewe tawanbarim deken ke le nûsîn zyadeřewîm kirduwe û wek dełên qełem le destî dujmindaye, bełam min bo îspatî ew dawayem çend şahîdêkim hen, ke yekêk lewane bulbulêkî mehcûre û bedaxewe êsta destim pê naga ew êsta legeł hêndêk le yaran le wiłatî ẍurbetdaye... çaweřwanî řojêke ew sermawsoł û řeşebaye le’netîye le wiłat bar ka û siř û sîpałî têk nê û bo ebed lew wiłate gořî gum bê, axir ew perwerdey ew xake cwaneye.

ew bulbule dengixoşe le «serbane û sabnê û homere û darnîşan û çom pemu» legeł gułanda haw’amêz û des le mil buwe û eẍyar wek gurgî çawbirsî beẍîlîyan pê birduwe, wek bo xoy pêy lê nawe le «serbane» zor xoşî řabwarduwe.

lew bulbule dûrułate ke biguzerêyn ew bałindane ke le katî geřanewe bo germên beser şiłmaşda têdepeřn şahîdin. serqafłekeyan wiçanêk degrê û hawarî hawałekanî deka û dełê: nîwey jyanî ême le syakêw befîřo çuwe, hawałan dełên boçî? serqafłe dełê: serdanewênin û temaşayêkî xwarewe ken û ew dîmene cwan û řazawe bibînin. wa çake biçîne xwarewe û pişûyêk bideyn. bełam bedaxewe û dîsanîş bedaxewe katêk dêne xwar û nizîkî zewî debnewe boyan derdekewê ke sermawsołêkî çon beser ew mełbendeda zał buwe û leweş xiraptir ew řawçîye bêbezeyîyane ke destyan leser maşey tifenge û ha êsta girmey lê bênin ha tawêkî dî, eweye ke be gurcî têdepeřn û leçaw gum debin û berew germên deřon û deřon...

bełam behîway řojêkin ke le geřaneweda dûr le çawî řawçî û sermawsoł û řeşeba tawêk lew mełbende wiçanêk biden. bełam êsta řoj be řoj tûştir debê û deretanî ewe nîye.

bełam behar... řojî mew’ud... řojî dîdarî yaran, řojî yektir dozînewe û çaw lêkewtinî hawałan, řojêk ke serma û zimherîrî zistan deřwa û gořî gum deka, xozge bo ebed baye! gułekan serlenwê ser le zewî dênne derê, le caran çatir û zortir û bon xoştir, řêwas û mendok û bîza û kema û gułe mêlaqe û wenewşe... heryek lelayek.

ew kate şiłmaşîş wek hemû mełbendêkî kurdistan debêtewe mekoy yaran, bulbulî dûrułatîş dêtewe mał û serlenwê be dîdarî guł şad debêtewe.

deřwanme dewruberim lejêr çinare gewrey serçawî le pêşewem hêndêk bewlawetir gořî pîrozî xwalêxoşbuwêk debînim ke bêşk ehlî îmane. murşîdî gewre mela ḧemedemînî hemewend, hezaran fatîḧe û řeḧmet pêşkeş be řoḧî pîrozî û hezaran hêndeş le kuře qareman û nebezekey, demewê qełemekem bişarmewe û... çî dî nenûsim ta ew řoje... behar... bełam legeł eweşda û be şardinewey qełemîş sêławî esrînim bo naşardirêtewe. çunke dełên kase ke piř bû le seryewe deřjê, serim dadenwênim û be dizîyewe firmêskekanim pak dekemewe, heta eẍyar le řazî derûnim tênegen û be tirsinok û bêwrem danenên. na emin... hergîz tirsinok û bê’îrade nîm wek ew kêwey piştim połayîn û serkeşim. bełam êsta lêmgeřên bew firmêskane ke le nûkî xame deřjêne ser kaẍez, be firmêskî çawim biłêsey agirî derûnim bo maweyek xamoş kem û wek agirêk lejêr xołemêşda le kurey diłim řaygirim, çunke dezanim be kizebayek dîsan ew agire biłêsey lê dêtewe û serlenwê giř degrêtewe.

heta beharî mew’ud, ke zor cwan û be dîmene û diłřifên, heta ew řoje xwatan legeł. řefîqan hîçim lê becê nemawe û tûrekekem her le şandaye û kaẍez û qełem û babołe naneke. derwêşim û dełên derwêş leher cêgayek şewî beserda bê, lêy denwê.

bełam le xewîşda her le bîrî hatnî behar û dîtnî hawałanim... we bêderpêm û dełên bêderpê her dû gezî caw le xewê dî...