zyaretim kird kaẍezî kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 Xulek  703 Dîtin
zyaretim kird kaẍezî kurdî
piř le îltîfat, řastî û merdî
paketim hełgirt, şûşey ’etrî bû
bałî melayk, peřî perî bû
çûn le diłřa hatbûn me’nakanî
zor şîrin û xoş bûn kelîmekanî
kelîmekanî duřiř û gewher bûn
serî şiksitey zulfî diłber bûn
wek zulfî diłber bûn «lam»ekanî
wek serî memkan bûn «mîm»ekanî
nuqtey ḧerfanî wek xałekanî
sefḧey kaẍezî wek singî panî
elf qametî tazenemaman
le baẍan benaz deken xeraman
pirsîbût «ḧesen» bê to çilone?
le dûrît sûta wekû kay kone
«’ezîz»! jyanim bê to mirdine
şuẍiłim şew û řoj řo- way kutne
berî fîraqit dest û pêy birdûm
le sermay dûrît le jyanim burdûm
birincî pîte û bełmim bo çîye?
le cogey lutifit biřişt yek sîye!
sêławî eşkim bendî şikandim
lemper û bendik, gurîsî pisandim
wênce û bełim û ka, gelêk girane
ke le to dûrim, lelam herzane
xom bim be qurban dest û qełemit
yaxuda bezyad bê lutif û keremit!