dûbare hatnî daykî şořş bo lay kejał

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 10 Xulek  786 Dîtin

kejał: bacî fatim! beřastî tasem kirdibûy. lêbřabûm ewřoke bêm bolatan, şansim hêna û to hatî. beřastî ew şoke nesrewtim, witekanî řojî berût û monî û řû naxoşît hemû gyanî le pejare pêwawim. le qisekanit negeyîştim, gîrugirift û řûdawit bo şî nekirdûmewe, henasey piř pirêşk û diłopî firmêskî çawit çawey jyanî lêł kirdûm, oqrey lê hełgirtûm, wekû şêt û fêdarim lêhatuwe û wiřêne ekem, tilaske ebem, lêr û lewê deřwanim, metirsî beła û bałişkan řûy têkirdûm. destim be dawênit heçî heye û nîye bîdirkêne. kê diłî şikandûy, kê çî be gwêda çipandûy, le minî meşêrewe, pêm biłê ba minîş le diłekute û hezarey xeyał xelasîm bêt.

bacî fatim legeł henaseyekî agirawî, połêk firmêskî lawaz, le wiłamda kutî: kejał gyan taze hîç, herçî bû têperî, her bew zuwane, her ew cum’eye hemû řûdat û şanoy pîlangêřî derbegekan dête řû, têdegey ke hîwa, tema, xoşewîstî û awat hemûy bin aw debê û xermanî ewîn û hêlaney jîn be destî enqest be xeyanetî bawkit agir dedrê û gundî estêrok, gundî xoşewîstî debête çałî dijayetî û dûberekî bo hemîşe. bo heta hetaye. bawkit tefrey dayn, le çałî nayn, çawî bestîn, abrûy řiştîn, bûkî êmey firoşt, lêre bemlawe ême bûk û xesû nîn, dost nîn, hawsê nîn, bełkû dû dij dû dem be xwên.

kejał: ey xak beserim çî ebîsim, çî ełêy min le hemû ewane bê hewałim, bawik be min çî? çî kirduwe? bo řastîykey hełnařêjî? bo le jêr perdewe peř û bałî bo enazênî? bo be agirî bawkewe emsûtênî? bo emxeyte tay terazûy tawanî bawkim? boxatrî xuda ta gyanim derneçuwe, ta le xom neçuwe, zûtir biłê çi qewmawe?! min her kejałim her şořşî le xeyałe û her be dawî xoşewîstî ew pêçrawim. nagořêm, nadořêm, leser mercî xoşewîstîm sûrim, pitewm řawestawim, hîç tîn û tewjimî nalebarî mêjû natwanin barî wîstim bilerzênê. zûtir biłê bizanim řûdaw çîye û çyan bo to gêřawetewe?

bacî fatim řûy be kejał ełêt: kejał gyan ezanim to pakî, řûsûrî be ẍîretî, bê zimanî, le şîr paktir û le tawan dûrî, bełam bawkit kitkenewtîneye, her be sûtanî xoy řazî nîye. bełkû komełêk xełk, komełêk lawî hawsê bexoyewe esûtênê. kejał gyan biryar bû paşî sê mangî tir ke xêł kwêstanî çol kird zorbey pyawmaqûł û lawî qozî mełbend le şayî to û şořşîda destî dîlan le destî yektirî giřê biden, ḧewt şew û ḧewt řojan bo teqłe û cilît û xopêşandan terxan bikirêt. bełam êsta řûdaw be řûyekî tirewe řûbeřûman řûy lê hełmałîwe, bê serpoş ebê biłêm êsta to mare kirawî qale zileyt, qalezle kone mîrawî sûłtan aẍa. sułtan aẍay kełek baz, be dawî qalezle toy řaw kird her wekû kiçî emerxanî le xeyanetda sûtand û bo hemîşe bê nawî kird. toy dawe be qalezle û xunçey xuşkî qalezley dawe be bawkit, êste to dû daykit heye û kiçî dû dayk keybanûy qalezle û meşejênî małî sułtan aẍa.

dûr nîye her ew ḧewteye le dîlanî xunçe bêwejin û xenebendanî xota we sema kewît û êmeş destî serçopî bigrîn, bełam serçopî dîlanî pîlan. semay xwên, xenebendanî xencer, zemawendî sûr, cilîtanî merg, mirdin, dûberekî û dijayetî...

şořş taqane estêrey ḧasmanî min û hîway to ḧewtûyeke bo małe xałwanî berew germîn řoyşto. be bîstinî be şûdanî to ełên nexoşe, textî cêge û bane, bawkî zor be pele berew ew şwêne weřê kewtuwe, bełam eweş bizane le bawkit zor tûřeye, diłî piř le kef û hêrş û heřeşeye, beřastî le şaławî tûřeyî kwêxa suleyman zendeqî çuwe, dûr nîye lem řojaneda pelemarî xoy řastewxo nîşan bidat û le nêw dû hoz, dû binemałe, dû hawsê xwên biřjêt, abrûman biřwat, xoşî berba bêt û dûkeł û çiřeçemanê dijayetî gundî estêrok le nawçey akoyan bo hemîşe bo hetahetaye boçekey nebřêt û be hîç ba û baranêk le kûjanewe neyet. îtir bo negrîm, bo nebarênim bo xom, bo to bo şořş, bo binemałey hełweşaw, boxoşî bebada çû û awatî pênegirtûm. bo derdî bê derman û nexoşî bê luqman...

kejał: «na bacî fatim şoxî meke. qisem lê damekêşe. taqîm mekewe, tirsim weber menê, legełim wa medwê, diłim damexurpêne. ewendey tirîş hêzim leber mebře, maweyeke tirs û sam û bê hîwayî hařîwmî, kuştûmî û serî lêşêwandûm. xew û xorakî lê estandûm û wişk û birîngî hełênawim.»

biřwam nîye ew kare, ew cînayete le destî babêk, diłsozêk xo nîşan dat, bête ser şano û xełk û netewey dûjmin be xoy xoş kat. be taybetî bo min, bo bawkim ke zor le mêjîne leser lankewe min be şořş û şořş be min bexşirawîn, min û şořş yanî koławkoł cyabûneweman le twana bedere, bawkim em kare natwanê bikat, xo min mit û mûrî aługoř nîm her kat û sat be meylî xoy bimxate cantay tacrêk û muşterî yekewe. min mare biřey şořşim û biryarim leser eweye xoşewîstî min û şořş xudayîye û sirûştî ye, řîşe dere, xořiste nacûłê û têk naşkê, ya şořş ya merg, ya bûkî kwêxa suleyman ya bûkî goristan kon. her kes min defroşê yan wîstim pêşêl dekat be hełe çuwe, min şwênim dyarye. biřyarim dawe, mercim bestuwe, hêzî bab, zorî miłhoř û xoşewîstî taze natwanê bimcûłênê, kellem bibřê, bimfiřoşê, bimbexşê. min û şořş dû ewîndar, dû mem û zîn, dû xec û syamend, dû şem û şemzîn û dû qer û gułezerdîn. le mercim, le wîstim, le biryarim, le hełbijêrawim, heta pêçałî merg ta dwa henasem berberekanî û parêzgarî ekem. bacî fatim lew kare metirse, diłit text û xatirit cem bê. nabê lew barewe legeł şořş bidwêy, ba şořş pê nezanê. zûtir şořş wergêřewe berew mał û çawim pê bikewê û xatrî cem kem.

bacî fatim be barê henasewe berew mał geřayewe û kejał hezar ewendey tirîş pejarey jarî tałî ئەێنۆشی.

kejał bê ḧał û têkşikaw şikayetî derûnî nazanê berew kame qazî û xawen desełatê berê. kejał qisekanî bacî fatmî pê řasteqîneye, leber xoyewe dełê eger bawkim bimfiroşê ebê min çarem çî bê? bawkim nezan û diłřeq û sereřoye, bawkim bê beze û xuda nenase û bê bełgeye. dû sałe daykim badarî dest û meçekî badawe, hełsitu kewtî be zeḧmete, bełam bawkim awrî lê nedawetewe. bo hîç ḧekîm û luqmanêkî beřê nekirduwe û bo hîç dawdermanêk û hîç çak û pîrêk hengawî hełnehênawetewe. diłřeqî wa dûr nîye minîş bifroşê û be qurbanî wîst û awat û newsî xoyîm bika. dekirê be awim dada, le agirim hawê û henaseyêkîşim be dûda nehawê. beřastî ewane bab nîn, miłozmin, diřenden, çawçinokin, hewesbazin, ne wîjdanyan heye ne xuda. ew cure bawkane nexoşîn, azarin, piřmetirsîn, ebê bimirin, gořbegoř kirên, sizda bidrên, debê têbgen, ḧałî kirên ke kiç gyanlebere, xawen diłe însane nafroşrê. kiç firoştin tawane, curme, semereye, dahatûy řeşe. desteçîley dûberekî û dijayetîye. yasay ’eşîretî û ’êlî debê biřûxê bawî be bada biçê û şêwey řeşewe bê. ax, sikała, penabirdin, hawar bî kê? bo kame kes? kame yasa? kame xêrxiwaz? kame qazî? kê heye binûsî řasê bo hejar, bo firoşraw, bo bêbeş, bo çareřeş...!

kê heye kame kese qoł hełmałê xencerî desk sipî, hêrşî mîr û beg netirsê, řaneçłekê, hawar bika û řaygeyenê be nûsraw, be guvar, be deng, be heřeşe, biłê kiç firoştin, jin be jin tawane, sûçe, le gornane, ew serey serî ew sewdaye degêřê gêre be tałe. debê bişkê, le leş webê, ewey pêy waye zorî hencer, zêř, pare, hêrş, heřeşe etwanê kîjołeyek destemo bikat, kewî bikat, le wîstî xoy lařê bika, diłxiwazî xoy pê be cêhêłê, lêy nezanîwe zeynî be hełe çuwe, xirapî lê ḧalîye, çałî boxoy hełkenduwe, agirî le xoy, le jyanî, le samanî hełgiřanduwe. şerte min her le êstawe bo tołe biřasêm, qoł hełmałim, netirsim, şêre kiç bim, le wîstim, le ewînim dîfa’ bikem heta sinûrî merg, ta dwa henasem ebê agirêk hełayîsênim, çiřeçemanî boçekî lûtî mêjûy pê serberz bikirêt. ebê qurbanî yek weřazênim û خۆێنی biřêjim û bûkî bisûtênim ke zendeqdar zendeqî biçê û mêjû pêyewe binałênê. ebê bo kiçanî şermin û firoşrawî dwařoj bibme řiçey xebat û řênwênî. îtir min kejałe şêt nîm. hest be ḧisanewey gyanim ekem. ta êsta diłim tarîk û hewałî řûdawêkî bê ser û binî pê dewr ekirdimewe, êsta ke hemû şit řûn û bê perde legełim řûbeřûye, gyanim bûjawetre, tirsî nûştenûs û ajawey neḧletyan ser û diłyan berdawim. semerey guman û diłekute serî leser hełgirtûm, her wek taze le xew hestabim, bizozî kiçane gyanî axnîwim. her dełêy nebam dîwe ne boran. her dełêy berew awat, berew zemawendî şořş beřêwe deřom. ḧez dekem her emřoke berew zemawendî qalezle weřê kewm.

qaremanîy xom be cîhan nîşan bidem. pêşînyan gutûyane mist le mistî degeřêtewe. řasan nîwey pîrozîye. êste hemû şit bo min řûne û ser û binî xo nwêne. bo min hemû şit, hemû hîwa, hemû awat kotayî pêhat.

ba heta mawe fursetî heye bo lay daykim, daykî lawaz û nîwegyanim wegeřêm. destî le mil kem, amêzî têwerênim û gyanî weberdakem. bo axrîn car mał awayî lê bixiwazim.

ba biray çikolem bidwênim û le diłřeqî bab û çareřeşî xom legełyan bidwêm. bira xwên gir û xwên estênin. debê têyan bigeyenim ke ewe min nîm xom desûtênim û mêjû xwênawî dekem, ewe nezanî û newsinî bawkî naḧałîye, bełam ne bawik bełkû dij, kiçfiroş, xwênřêj, kitke newtîne.