bûkî gořistanî kon

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 9 Xulek  1192 Dîtin

kejał kîjêkî xwêndewar û seruqij kał û dîmen řêk û şermin û hêwaş dwêye. koşkî bextewerî xoy be çiray xoşewîstî şořş řazawe dête berçaw. bo serkewtin û çûne ser tiropkî pêkbiřan mawe le sê mang zyatir nemawe. eger destî enqest û zimanî şeytan û şofaran lê bigeřê ew beşî xew wixewnêkî xoşe. kejał le zimanî sirtey derûn û çirpey xeyałî tałî xoy legeł xoy edwê û zor be sersamîyewe řû be xoy le derdî derûn û tarîkî hîway dekołêtewe û dełê: tênagem yanî çî? debê çim bê, çîm beser dê, çîm bo gutrabê? çi zar û zimanêkim bo kirabêtewe? xurpe, henawekute, řaçłekîn, tirsan, bêhîwayî, dûdłî, guman, quřuqepî, yanî çî? ewîş bo min! yaxwa xêr bêt. maweyek xem û pejare le jar û jengî nawim û bê nawî hirûjmî kirdûme serê û bê serederî hemû dergay lê pêwedawim. beřastî hêzêkî dizêw û nebînraw hêzî xistûme ser û serî lê şêwandûm, bêxeberî şewan û firmêskî řijaw êsqanî barîk û bałay lawaz kirdûm. temêkî řeş tawłî leser hełdawim û xeyałî tałîş fałî xerapim bo egrêtewe, nûşte û du’aş çarî geyandûme piştî şêran û serûy estêran.

zor detirsim ew tirs û řaçłekîne pêşqeřawłî řûdawêkî řoşin bêt. etirsim zemawendî xom û şořş nebînim. be destî pîsî xwanenasan tełeyekim bo nirabêtewe û sereřêgay hîwam tenrabêt. xway gewre herçend ekem û ekoşim ne destim le qedî xemim ekatewe û ne girêkwêrey giřûy henawim bo dekirêtewe, detirsim seretay şêtî û fêdarî demî bonî kirdibêtewe û destî miłozmanim lê weşabêt û be çeşnî «hêro»y ba becê xeyał xom bikeme qurbanî řûbar. baş tê egem ke min kejałî caran nîm, be awêne wêney xom nanasmewe, řeq û teq û lawaz û babirdełe bûm, hemû şitêkim lebîr kirduwe, tenanet qaqa û bizozî kiçaneşim le des dawe, bize û neşe û geşeşim be henase û henîsk gořîwetewe û nazanim berew kame ḧekîm û kam nuşte nûs û têhełřiwanan weřê kewm, nexoşî nebînraw û nenasrawî kiçanem nîşan bidem û agirî giř û dûkełî henawî daploxawim be kame derman û چاە wekujênim.

beřastî serlêşêwawî binewanêkî qûł û bê serubne, qaremanî dewê ke têyda nuqim nebê û ser û pêy xoy lê gum nebê. diro nakem. řojêk be tarîfî pûrza naskêwe zor penamekî penam bo nûşte nûsêk bird. nûştenûs seydêkî berg û sîpał cwan û dîmen řêk û ’ebaşoř û şałbeser bû. siławim kird û be şermî kiçanewe be hezar diłekute û zimanî bołewe wîstî xom yanî nexoşî gyan û sam û tirsî şewanem řageyand.

nûştenûs çawêkî zeqî lê kirdim û biřêk lêwî cûłandewe û kitêbit pan kirdewe û destî leser diłim dana û henaseyekî siřî hełkêşa û gutî řûbeřûm danîşe. řûbeřûy çawî zeqî piř le xeyanet û şaławî ew nûştenûse danîştim. hemû gyanim be areqey şermî kiçanewe şełał bû. waqim wiřma û demim bû be tełey teqîw. paşî maweyek gutî: kîjî cwan eto naḧezan nûştûyan lê kirdûy û le qapî połayan qaym kirdûy û neḧletyan le to harûjanduwe û destyan lê weşandûy. çak bû hatî eger firyay min nekewtibayey paş çil řojî tir fê û lexoçûn serudłî degirtî, ewcar çaret be luqman û nûştenûsan nedekira. kîjim dû’ay «ebûducane»t be dił û gyan bo denûsim, gyanî neḧletyanî pê desûtênim û cadûyan pê betał dekemewe. ebê nûştey ebûdûcane beyanî le pêş gizîngî hetaw binûsrêt. legeł gełay ze’feran û simêłî masî sipî û nanoxî şemşemekwêre twêkłî hêlkey mirîşkî řeş le ḧewt bergî řengawřeng gîrê le gořistanî kon lejêr kêlî nabałẍêkewe goř bikirêt be qamkî şade û awî mêxek nawî çil swarey ẍeybî le jêr go memkî çepit binûsrê, ser qełemanekeşî bîst dînare, eger xatirit bigirim. pişt be ceddî gewre dêyewe ser ḧał, nexoşî wam zor çar kirdûnewe, de biro beyanî zûtir, pêhełêne, xot tûşî şêtî meke.

îtir le witey nûştenûs û nawî neḧletî û simêłî masî û nanoxî şemşeme kwêre û kêłî nabałq û gořistanî kon wa daxurpam ke bo xoşim nemzanî çîm lê beser hat û çon be ’erzewe bend bûm. diłim çon destî be hełe û pele kird, demim wişk bû û tezûy siř sirtey lê biřîm û samî leser peřandim û le jêr agirî şerim û şoř û şał beser bû. siławim kird û be şermî areqeda tułatuła bûm û be tewawî bûme şêtêkî řasteqîne.

her cor bû şiřey xom le quř řakêşa û pênc dînarim daçand û berew mał geřamewe û nûştenûsim be cê hêşt.

her çend nûştenûsim cê hêşt, herçend lam wabû pyawêkî lasar û fêłebaz bû, le mitmane dûr û le şeřef bê beş bû, sereřay eweş witekanî leser gyanî min bûne nexoşî xore û şew û řoj zyatryan cêge dekirdew û pitryan azar dedam, be taybetî nawî mote û miłozim û neḧletî ałe û xêwî ser awan, le naw bîr û mêşk û xeyała wayan xo mełas kirdibû be sedan nawî xwa û pêẍember û pyawçakan bom nedeřewîn û berçawyan çoł nedekirdim. le nexoşî xom zyatir kewtime guman û dûdłîyewe, demewîst nûşte binûsim bełam le xeyanetî fałgir û ḧeyay kiçanem detirsam û le zar û demî şeytan û şofaran zyatir desłemîmewe.

sed birya neçûbam û nebûbam û awa tuşî tirs û samî mote û miłozim û moczatan nekirabam. êsta be witey nûştenûs kejałêk şêt û pêt û fêdar û dahatû wêran, bang dekirêm kejałe şêt.

eger be nûşte û cadû nûsîn xom řazî bikem ew hemû kerese û kel û peley pêwîst û dînarî sûr û şîn, le kam şwên wedest bênim. beçî řoşne ke nûştenûs desełatî têkşikanî destî mote û miłozmanî hebê? beçî me’lûm emin nexoşî řûḧî û des lêweşawî neḧletyan bim?

îtir min her be xewn û xeyałî ałoz, yan be dû diroy cadûbazêk xom tûşî sedan beyt û bawî zar û zimanî xirap dekem. bang ekirêm kejale şêt. nexêr le çûnim, le nûşte nûsîm le nîşan danî nexoşîm peşîmanim. leweşî tirsim heye ke nûştenûs serim leser hełnegřê, karesat bidirkênê, lay em û ew, dost û bêgane bîka be qaw, xełk tê biga, «şořş» pê bizanê, ey xway gewre ebê biłêm xemim bebar û ew kareşim serbar. beřastî nabê xom firîw dem. nexoşim, kejał nemawim, debê řê çareyek boxom řeçaw kem. doynê nesrînî destexuşkim hawkilasim hawsêm, dira be şû. dengî dehoł û zîřey zurna hawarî şabaş û pê hełgutin, geřî dîlan û řeşbełek, sema û zewî hêna berew sema, kiçanî awayî kes nemabû ke neçê û wesema nekewê. keçî min çawêkim lê hełnehêna. herwek ne gwêm kun bê û ne diłim teřayî têda bê. tenanet bo xwaḧafîzî nesrînîş dergam neqełaştewe. kewaye bo debê biłêm şêt nîm, ey şêtî çone?

dewrî pazde şewêke, zyatir lew mawe nîye ke hemû şit bo min bote girê kwêre, hemû şit řû be gořan deřwat. serim lê bote gurz, ber pêy xom bedî nakem. ta êsta hełnekewtuwe le ḧewteda legeł kem. doynê nesrînî destexuşkim hawkilasim hawsêm, dira be şû. dengî dehoł û zîřey zurna hawarî şabaş û pê hełgutin, geřî dîlan û řeşbełek, sema û zewî hêna berew sema, kiçanî awayî kes nemabû ke neçê û wesema nekewê. keçî min çawêkim lê hełnehêna. herwek ne gwêm kun bê û ne diłim teřayî têda bê. tenanet bo xwaḧafîzî nesrînîş dergam neqełaştewe. kewaye bo debê biłêm şêt nîm, ey şêtî çone?

dewrî pazde şewêke, zyatir lew mawe nîye ke hemû şit bo min bote girêkwêre, hemû şit řû be gořan deřwat. serim lê bote gurz, ber pêy xom bedî nakem. ta êsta hełnekewtuwe le ḧewteda legeł şořş, beyek negeyn û aługořî xoşewîstî taze nekeynewe.

ewa dû ḧewteye le yek bê xeber û tenanet daykî şořşîş řûy xoşî lê nekirdûm. doynê daykî şořşîm dî wîstim biřêk mebest biderkênim bełam ewende wişk û birîng û bê neşe bû ke mawey pirsyarî pê nedam, diłî piř bû le gile û binaşt, řûtał û tûře û leser şeř bû. zorim dewreda, dawênim girt, pařamewe bełam hîçî nedirkand û le mebestî tênegeyandim. mîwanî hebû, řoyîşt. řoyşit û ewendey tirîşî xefet xełat kirdim. nazanim boçî neyhewîst serapa karesatim têgeyenê û herçî hebê winebê bîdirkênê. ewey ke bom řûn bû ewe bû ke kuł û diłpiřî daykî şořş pêwendî be min û şořşî kuřyewe hebû. zor wêdeçê nûştenûsî xwanenas karesatî nexoşî minî řageyandibê û perdey le ser karesat hełdabêtewe, dûr nîye her ew dem goyeş bibête hoy cyabûnewey min û şořş û tûřeyî daykî şořş.

kejał estêrey hîway berew awabûn û paşekşeye. her řojê kosp û kułoyek kołey dekutê, çiray jyanî le kujanewe daye, be xeyał û bîrî tarîkewe serî lêşêwawe, be xew û xewnûçkey naḧezewe hêzî leber biřawe, tirsî here be samî le nexoşî şêtî û cyabûnewe le şořşe. şew le xewîda şêr deyřfênê û şořş deygirêtewe û dûbare sêław řaydeda û şořş deygêřêtewe. kejał bew samewe le xew řadepeřêt. le manay xewekey wird debêtewe û be başî dadenê! lay waye bełayekî be serdê û bełam serî le ser hełdegrê û axrî be xêr degeřêt.