îmaretî biradost

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 1 Xulek  1093 Dîtin

xanedanî em îmarete, netewey xanedanî ḧesnewîye. le dway ku‌jiranî mîr hîlalî kuřî nasreldewle bedir, kuřanî hîlal hatûne naw biradost. emane sê bira bûn: yekêkyan tahîr, le cêgey bawkî bote ḧakmî şarezûr; yekêkîşyan bote ře’îsî ’eşîretî akur; sêyemînîş hatote sełmas û ewêy xistote jêr ḧukmî xoyewe.

şerefname ełê: emîrî here meşhûrî em xanedane, ẍazî qiřanî kuřî sułtan eḧmede. le ewweła legeł şah îsma’îl dujminayetî kirduwe, le dwayîda řêk kewtûn û şah, leqebî ẍazî qiřanî legeł newaḧîy teřgewer û somay û dołî dawetê û em emîre cesûre ta şeře gewrekey çałdêran be nîwe serbexoyî, tabî’î şah buwe. le dwayîda legeł baqî umeray kurd, îta’etî yawzî kirduwe û sułtan selîm zor qedrî girtuwe û le eyaletî hewlêr û beẍda û dyarbekir, be’zê newaḧî xistote ser mułkî emîr ẍazî qiřan.

le dway ẍazî qiřan, em îmarete bote dû beş: tergeweř, somay.