îmaretî dunbiłî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 8 Xulek  1398 Dîtin

duqtor firîç le kitêbî «kurdilir» zor be kurtî basî em îmaretey kirduwe û ḧetta ehmyetî be îzaḧatî şerefnameş nedawe , bełam kitêbî «asar alşî’ة alamamîة» be gwêrey «denable» basêkî betûlî em ḧikûmeteman bo egêřêtewe û ełê ewweł ḧukmidarî em xanedane, melîk tahîre, ke kuřî emîr ’îsa kuřî emîr mûsa ḧakmî şam buwe. em emîr mûsaye kuřî emîr yeḧyay wezîrî hařûneřřeşîde. be gwêrey «ansab alakirad» esłyan eçêtewe ser ’ayley bermekîy meşhûr. em ’eşîrete zor qołî lê botewe, here meşhûryan dunbiłî yeḧya (netewey emîr yeḧya), şemsekî (berey şems elmelîk ce’fer), ’îsa beklû (netewey emîr ’îsa), begzade (netewey emîr fereydûn), eyûb xanî ... alx. em qołaney, le teřef xelîfe me’mûn û teymûrî leng û sułtan selîm, be wiłatanî kaşan, xorasan, xebûşan, şîrwan, gence, qerebaẍ û qerecetaẍda biław kirawnewe. umeray em xanedane le ’esrî çwaremî hîcrîyewe le kurdistan û azerbaycanda îdareyekî serbexoyan buwe û ta zemanî şêx ḧeyderî sefewî dewamî kirduwe û le zemanî em şêxeda emîr behlûlî dunbiłî be arezûy xoy tabî’î şêx ḧeyder buwe û em ḧikûmete bû be îmaretêkî tabî’e.

ḧakmanî em îmarete, be muxteserî le jêrewe bas ekirê, tefsîlatyan le «kurdanî benawbang» weya «mişahîr alakirad»da heye:

xulasey eḧwałyan

mîr eḧmed: çwaremîn ḧukmidare, le şamda ḧakim buwe. be’zê cêgey ḧekarî zewt kirduwe. be’zê te’lîfatî heye. qełay «bay» eserî em zateye û lewê medfûne. tarîxî wefatî 378y hîcrîye.

mîr silêman: be ser kurdistan û azerbaycan û şamda nifûzî carî buwe. le cebel sincar, seray silêmanî dirust kirduwe. mamostay le êranewe hênawe û mindałanî kurdî fêrî xwêndin kirduwe. saḧêbî «mişarq alanwar», şêc řeceb elbirsî, le xewasî em emîreye. tarîxî wefatî 410y hîcrîye.

emîr ce’ferî duwem: le zemanî em emîreda le çyay senceranda me’denî ałtûn dozrayewe û be «zerî ce’ferî» şoretî send. em çyaye nizîk qełay dunbiłe buwe. tarîxî wefatî 441y hîcrîye.

emîr yeḧya: be gwêrey şerefname, le gawirsî, hezar mał tebe’ey buwe, nizîk hezar û dûsed tekyey le çyakanî kûhistan û azerbaycan û şamda pêkewe nawe. tarîxî wefatî 477y hîcrîye.

emîr ’îsa: be selaḧeddînî kurd şoretî buwe û le mensûbînî yezdanîye. sed hezar małêkî kurdî birdote azerbaycan û kûhistan. eẍłeb le tebrêzda weqtî řabwarduwe.

emîr ce’fer: be şems elmelîk şoretî bû. mu’asrî menûçehir şîrwan şah bû û şa’îrî meşhûr, xaqanî şîrwanî, gelê medḧî kirduwe. tarîxî wefatî 535y hîcrîye.

emîr beg: legeł sułtan sencerda başî řabward. be’zê asarî ’umranî le «xoy»da dana. tarîxî wefatî 590y hîcrîye.

mîr eḧmed: saḧêbî mesnewî, meşhûr mewlanay řomî, le xewasî em emîre buwe.

mîr îbrahîm: merkezî, tewrêz bû. legeł cengîz xan řêk kewt û wiłatekey le wêranî necat da. tarîxî wefatî 692y hîcrîye.

mîr cemşîd: legeł leşkirî muẍul kewte şeřewe. ẍazan xan le 725y h.da leşkirêkî zorî kirde serî û le çyay «çilexan»da kujra.

emîr behlûl: kuřî emîr cemşîde. tarîxî wefatî 760y hîcrîye.

şah mensûr: kuřî emîr behlûle. tarîxî wefatî 795y hîcrîye.

mîr meḧmûd: kuřî şah mensûre û le lay sułtan bayezîd ḧurmetî buwe. qesebey meḧmûdî dirust kird û lewêda mird. tarîxî wefatî 820y hîcrîye.

emîr welî: le xoy da’enîşt.

ḧacî beg: kuřî emîr welîye. tarîxî wefatî 822y hîcrîye.

sułtan ’elî: kuřî ḧacî bege. tarîxî wefatî 835y hîcrîye.

emîr nezer: kuřî sułtan ’elîye.

emîr fereydûn: be emîr qilîc şoretî bû. be gwêrey «tarîxî cîhan‌nima» be ser hemû azerbaycan û kurdistan û ermînîyeda ḧakim bû. le xoy nêjrawe. tarîxî wefatî 860y hîcrîye.

emîr behlûl: tesadufî dewrî şêx ḧeyderî sefewî kird. teberistan û taẍistanîşî be destewe bû. be arezûy xoy buwe be tabî’î şêx ḧeyder û le şeřî beynî sefewî û şah xelîl aq qoyonlûda le tarîxî 880y h.da le naw çuwe.

emîr řostem: be şahwêrdî beg şoretî bû. tarîxî wefatî 898y hîcrîye.

emîr behrûne: leqebî silêman xelîfeye. ta ’umrî 95 sałî emîr bû. le me’îyetî şah tehmasbida daxłî şeřî ’usmanî bû. tarîxî wefatî 985y hîcrîye.

eyûb xan: kuřezay emîr behroze, řutbey beglerbegî û mensebî supehdarî bû. tarîxî wefatî 994y hîcrîye.

şah bende xan:

behrûz xan: le xewasî şah ’ebas bû. şerefname basî şeca’et û řeşîdîy eka. le 1014 h.da wefatî kird.

’elî xan: kuřî behroz xane û be sefî‌qulî xan şoretî bû. ke sułtan murad hate ser azerbaycan, le ordûy şah sefîda bû. le weqtî hatnî ferhad paşa bo ser kurdistan, ’elî xan le çyakanî ḧekarîda zor mudafe’ey kird. le paşda legeł eḧmed paşay walîy beẍdad řêk kewt û azerbaycan û ermînîyey le îdareda bû.

murteza qulî xan: kuřî ’elî xane û le esfehan mulazîmî xasî şah ’ebasî sanî bû.

ẍyas beg: kuřî ’elî xane. yekê le serdaranî şah ’ebas[y sanî] bû. le şeřî qendeharda mwefeq nebû. le ber ewe, řûy nehat bêtewe û legeł be’zê ’eşayrî, lew teřefe mayewe. ta’îfey «xerabî», netewey em emîren. fetḧi’elî xan melîkul‌şu’eray qacar û meḧmûd xanî kuřî, lem ta’îfeyen.

şehbaz xan: kuřî murteza qulî xane. le qełay «xoy» le teřef ’ebdułła paşawe muḧasere kirawe û le dwayîda teslîm û fewt bû (1144 h).

emîr eḧmed xan: tesadufî dewrî nadir şahî kird. wiłatî ecdadî be desewe bû. penca sał û şeş mang îmaretî kird. weqtê ke le lay kerîm xanî zend bû, be des kuřanî şehbaz xan kujra.

necef’elî xan: kuřî şehbaz xan û le serdaranî nadir şah bû û beglerbegî tewrêz bû. şa’îr û edîb bû. tarîxî wefatî 1196y hîcrîye.

emîr xudadad xan: kuřî necef‌qulî xane.

fetḧi’elî beg: kuřî xudadad xane.

aqa miḧemed xan: kuřî necef‌qulî xane.

’ebdulřezaq beg: kuřî necef‌qulî xane. şa’îrêkî meşhûr û pyawmaqûłî şahzade ’ebas mîrza bû. be’zê asarîşî heye. tarîxêkîşî derḧeq xanedanî xoy nûsîwe û nusxeyekî le kitêbxaney şahîdaye. tarîxî wefatî 1243y hîcrîye.

beha’eddîn miḧemed aqa: kuřî ’ebdulřezaq bege. ’alim û fazil û şa’îrêkî baş bû. dîwanî eş’arî heye.

kuçk xan: kuřî beha’eddîn aqaye.

şehbaz xan: kuřî murteza qulî xanî duweme. le şîrazda be des kerîm xanewe esîr bû.

meḧmûd xan: kuřî şehbaz xane. beglerbegî esfehan bû.

şehbaz xan: kuřî meḧmûd xane. tesadufî dewrî nasreddîn şahî kird.

emîr ḧisên‌qulî xan: kuřî eḧmed xane.

miḧemed sadiq xan: kuřî ḧisên‌qulî xane. beglerbegî azerbaycan bû.