îmaretî bitlîs

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  877 Dîtin

saḧêbî şerefname, çunke xoy le netewey em xanedanî îmarete bû, derḧeq bem îmarete gelê me’lûmatî peya kirduwe û nûsîwyetî.

şerefxan esłî em xanedane ebatewe ser xanedanî sasanî; bełam duqtor firîç be tefsîlat û îzaḧatî şerefname biřwa naka û řenge ḧeqîşî bê; çunke beřastî be’zê wiqû’at û esmay tyaye ke ewende legeł tarîxî seḧîḧda yek nagrêt.

’eynî musteşrîq ełê: «be gwêrey me’lûmatî seḧîḧey tarîxewe ewweł ḧakmî me’lûmî bitlîs, melîk eşref buwe û le pêş emeda ke bibê be emîrî bitlîs, le me’îyetî eyûbîy sûryeda serdar buwe. le weqtêkda ke celaleddîn xwarezim şah hatote ew nawe, em melîk eşrefe ḧîmayey kirduwe û le dwayîda le ser teklîfî muẍul le ḧidûdî xoy kirdûyetye derewe».

lam waye tedqîqatî diqtor firîçîş nuqsane, çunke be gwêrey tarîxî ḧikûmetî eyûbî, hatnî celaleddîn xwarezim şah tesadufî zemanî melîk eşrefî kuřî melîk ’adłî ḧakmî sûryey kirduwe û ḧetta em melîke, beramber be celaleddîn legeł ’ela’eddîn keyqubadî sułtanî selcûqîy řomda îtîfaqî kird û le qumanday emîr ’îzzeddîn ’umerî ḧekarîda leşkirêkî nard û le nizîk erzincan, celaleddîn xwařezim şahî şikand (627 h). ca ke wa bû, řenge ewweł ḧakmî bitlîs, emîr ’îzzeddîn ’umerî ḧekarî bûbê, ke serdarêkî eyûbîy sûrye bû.

le dewrî teymûrî lengida emîrî bitlîs, ḧacî şeref beg bû û îta’ey teymûrî kird û ḧurmetêkî zorî dî û «pasîn» û «melazgird»yişî diraye; bełam le dwayîda le teřef «îq sofî» wekîlî teymûrewe ḧepis kira û le naw çû. emîr şemseddînî kuřî legeł umeray ’eşîretî řojekî çûne êran. şerefname ełê le dway ḧacî şeref beg, emîr şemseddîn bote ḧakim û le zemanî em emîredaye ke qere yosfî qereqoyonlû hatote bitlîs û dexaletî be emîr kirduwe û kiçekeşî dawe be emîr û be me’awenetî em emîre, wirde wirde ḧikûmetî qereqoyonlûy serlenwê damezrandotewe û be fasîleyekî kem û zor ta ewasîtî ’esrî nozdemînî mîladî dewamî kirduwe. axîr emîrî, şeref beg buwe û le 1846 m.da ḧikûmetî ’usmanî îmaretekey le des send.

le ḧadîsatî muhîmmey em îmarete, îltîcay bawkî şerefxan be êrane û le paş beynêkî tir şerefxan hatote bitlîs û le teřef ḧikûmetî ’usmanîyewe be emîrî bitlîs nasrawe.

le 1866 m.da melîk eḧmed paşay walîy wan, be xořayî şeřî be emîr ’ebdał xanî ḧakmî bitlîs firoşt û be leşkirêkewe ke beşî zorî kurd bû, çuwe serî û mecbûrî hełatnî kird û mał û mułkî tałan kird û îmaretekey le naw bird.