ḧikûmetî zend

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 5 Xulek  1576 Dîtin

tarîxî êran le î’tîbarî kujranî nadir şawe ta dewrî damezranî ḧikûmetî qacar, ke teqrîben nîw ’esrêke, bêcge le zemanî kerîm xanî zendî, zor muşewweşe.

le pêş peyabûnî kerîm xan, wez’îyetî daxłîy êran lem ḧałeda bû: le weqtêkda ře’îs ’eşîretî qacar, miḧemed ḧesen xan, xoy le ester’abadda damezrandibû û wiłatî mazenderanîşî hênabuwe jêr ḧukmî xoy, fetḧi’elî xanî bawkî, le teřef nadir şahewe kujrabû. ’eşîretî qacar, bem sebebewe legeł netewey nadir şahda le dujminayetîyda bû. eḧmed xan le tirsî emey ke miḧemed ḧesen xan îş û karî lê têk neda, leşkirêkî efẍanî narde ser mazenderan, bełam em leşkire şika û zay’atêkî zorî da û emeş buwe sebebî zyadbûnî nifûz û qudretî ře’îsî qacar.

wiłatî azerbaycan lem dewreda le jêr îdarey esed xanî efẍanîda bû. geylan le îdarey yekê le řu’esay wiłatekeda, hîdayet xan, îstiqlalî xoy î’lan kirdibû; gurcistanîş ke le jêr îdarey heraqlyos naw cenrałêkî gawrî nadir şahda bû, wa der’ekewt ke le sewday serbexoyîda bû.

lem beyneda ke eḧwałî şîmalî êran wa têk çûbû, ’elî merdan xanîş ke yekêk le řu’esay ’eşîretî bextyarî bû, çûbuwe ser esfehan û em şarey le ebulfetiḧ xanî walîy şahřux zewt kirdibû û bo xatrî celbkirdnî efkarî xełkî em paytexte yekê le ewladanî sefewî le ser text danabû. bełam legeł emeşda bebê mu’awenet ney’etwanî em îşe berête ser û mecbûr bû çend umerayekî de’wet kird û yekêk lemane kerîm xanî zend bû; em zate le xanedanêkî gewre nebû û le ordûy nadir şahda qumandan nebû, bełam be ḧusnî exlaq û şeca’etî şoretî sendibû.

mu’erîxîn ełên kerîm xan le ewweła legeł ’elî merdan xanda û baxsûs le dananî şazadeyekî sefewî le ser textida legełî muttefîq bû û qeraryan wa bû yekêkyan lay em şazadeye wezîr bê û yekêkîşyan serdarî supa bê. be’zê menabî’î tir ełên kerîm xan neywîst legeł ’elî merdan xanda xoy misawî bigrê, bełkû tenya le dway mirdinî, çawî le cêgekey bû, çunke em ře’îsî bextyarîye zor pîr û wecaxkiwêr bû.

le dway girtinî esfehan, ’elî merdan xan derḧeq be ehalî, gelê zułim û şîddetî nwandin, bełam kerîm xan geřekî cułfay ke le teřef xoyewe îşẍał kirabû, mudafe’e kird û neyhêşt tuxnî řoḧ û małyan bikewn. em ḧereketey zor ’alî‌cenabane bû, çunke beşî zorî em geřeke gawir bû. bełam kerîm xan nek be te’esubî dînî, bełkû be gwêrey exlaqî biłindî xoy, mu’ameley kird û be însanîyet û merḧemetî şoretî send.

şoretî kerîm xan û celbî muḧîbbetî ehalî, buwe sebebî ḧesadetî ’elî merdan xan û ewendey pê neçû ke be tewawî beynyan xirap bû. ’elî merdan xan fikirî wa bû ke kerîm xan dûr kewtewe, xełkî geřekî cułfa, tezîyq bika. em sû’î fîkire, lay xełk me’lûm bû û le layekî tirîşewe walîy esfehanî kuşt û me’lûm bû ke duwem cînayetî, kuştinî kerîm xan bû; xulase, endêşe û wehmî ’elî merdan xan, nîhayet buwe sebebî şeř le beynî dû řefîqda.

kerîm xan be xoy û teřefdaranîyewe beramber be ’elî merdan wêsta û î’lanî ḧerbî legeł kird û le dway çend şeřêk ’elî merdan xan be dest miḧemed xan naw ře’îsêk kujra (1160 h/ 1753 m) û bem terḧe êranî cenûbî, bê řeqîb bo kerîm mayewe, bełam le pêş emeda ke bitwanê lem wiłataneda be řaḧetî îcray sełtenet bika, lazim bû legeł çend duşminêkî bequwet xerîk bê.

beşî zorî leşkirî kerîm xan ’eşîretî lek bû ke zend qołêkî bû. çi be quwet û çi be cur’et û cesaretyan, îstî’dadî ḧukmyan be ser êranda hebû. xełkî şaranî êranîş hemû teřefdarî kerîm xan bûn. çunke le exlaqî pakî û ’edałetî, emîn bûn. ’eşayrî ’erebîş dîsan be dił berey kerîm xan bûn. ’eşayrî turk ke legeł xesmî kerîm xanda bûn, ewanîş be çawêkî ḧurmetewe temaşay kerîm xanyan ekird.