îmaretî eyûbîy cizîre

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  743 Dîtin

le esasda ta sałî 643 h dewamî kird. merkezî myafarqîn bû û le zemanî elmuzefferî ẍazîda be des meẍolewe le naw çû. bełam le be’zê şaranî cezîre û kurdistanda beqayay eyûbî her mabû û ḧetta lemane îmaretî ḧesenkêf ta ’esrî dehemî hîcrîş dewamî kirduwe.

mutale’eyekî ’umûmî

sełtenetî eyûbî ke le ser mîratî xulefay fatîmî û etabek damezrabû, be řeẍmî hucûmî yek le dway yekî ehlî selîb, le dewrî sułtan selaḧeddîn û melîk ’adił û melîk kamîlda şewketêkî tewawî bû. le dewrî melîk ’adłî duwemda bê‌îdareyî û sistî, bê‌hêzî kird. bełam melîk sałḧ necmeddîn eyûb be ezyet û kwêrewerîyekî zor, nîhayet ẍelebey be ser be’zê umeray bê‌îdare û teme’kar û mufsîdda kird û be derceyek řewneqî pêşûy dayewe be ḧikûmetî tûranşahî kuřî. eger be sebebî şîddetyewe tûşî ’usyanî leşkirî memlûk nebwaye, mumkîn bû xizmetêkî gewrey em ḧikûmete bika, çunke serdarêkî mumtaz bû.

fe’alyetî selatînî eyûbî, tenya le meydanî şeřda nebû, bełkû le meydanî ’îrfan û ’umran û îqtîsadyatîşda asarêkî gewre û benawbangî becê hêşt. legeł umûrî zera’et û řêk‌xistinî usûlî îsqada zor xerîk bûn. le zemanî xoyanda bo teşwîq û teshîlî îş û karî tîcaret, gelê mu’ahedeyan legeł ḧikûmatî ewrûpada kirduwe.

ordûy eyûbî dû beş bû: leşkirî xase (memlûk), leşkirî umeray tabî’e; em new’e teşkîlate be gwêrey ew zemanewe zor baş bû û legeł warîdatî ḧikûmetda mutenasîb bû. leşkirî memlûk ke hemûy ’ebdî be pare kiřaw û terbyekiraw bû, be fîkirêkî ’eskerî hênrabuwe wicûd, le îbtîdada wekû leşkirî turkî ’ebasî û yenîçêrî ’usmanî, zor baş bû û gelê xizmetî kird, bełam wekû emsalî, le dewrî zu’fî ḧikûmetda bû be mîqrobêkî muhlîk û nîhayet bunyey ḧikûmetî tûşî nexoşî înqiraz kird.

dewrî sełtenetî eyûbî bo ’alemî îslam, binaẍeyekî bequwetî pêşkewtinî dana. le hemû layekewe ’ulema û mutexesîsînî meşhûr, řûyan kirde seray selatînî eyûbî û ḧurmet û ’îzetêkî zoryan dî. bo ’îrfan û ’umranî memleket zoryan xizmet kird. usûlî îdare û kokirdinewey řisûmî ḧikûmet hênraye jêr qa’îdeyekî muntezemewe. adab û merasîmî seray ḧikûmet û ’înwanî řesmî, tenzîm kira. usûlî îmaret (derebegî) le memleketî eyûbîda zor tereqî kird û em usûle be wasîtey ehlî selîbewe daxłî ewrûpaş kira. zor usûl û merasîmî şwalyey ewrûpa le esasda le usûlî dewrî eyûbî wergîrawe. meselen armey xanedan le A û Byekanewe îqtîbas kirabû.