sełtenetî melîk ’adił
seyfeddîn melîk ’adił le 16y řebî’el’axrî 596 h (2y şubatî 1200 m)da le qahîre ḧukmidarîy xoy î’lan kird û wekû basman kird be sûřetêkî mahîrane, memleketî sułtan selaḧeddînî teqrîben be tewawî (bêcge le ḧełeb) hênaye jêr ḧukmî xoy. le xisûsî îdarewe le ser şwênî kakî řoyşit û îdarey memleketî be nawî xoyewe daye des kuřekanî. melîk kamîlî be ser mîsrewe, melîk elmu’ezzem ’îsay be ser sûrîyewe û melîk el’eşref mûsay be ser cezîrewe dana. be’zê le kuřekanî tirîşî kird be ḧakmî cêgayanî tir û tabî’î birakanî bûn.
le dewrî ḧikûmetî melîk ’adłida tezîyqatî ehlî selîb ewende nebû. legeł emeşda umeray fereng be ayînêkî mexsûs ew ’ehd û peymaney ke legeł sułtan selaḧeddînyan kirdibû, şikandyan û ordûyekî gewrey ehlî selîb le «’ibre»we hate ser beyrût û girtî. em te’eřuze tesadufî weqtî şeř û heray beynî kuřanî sułtan selaḧeddînî kirdibû.
melîk ’adił le dway hatne ser textî, be leşkirêkewe çû yafay dagîr kird. ehlî selîbîş «tîbnîn»yan muḧasere kird bełam boyan negîra û daway sułḧyan kird û mutarekeyekî sê sałî le beynda kira û ferteney ehlî selîbî çwarem bem terḧe biřayewe.
le 613da melîk zahîrî ẍazî, ḧakmî ḧełeb, wefatî kird û teşebusî melîk efzel bo girtinî em şare legeł keykawsî selcûqî řomda serî negirt û ḧełebîş kewte des melîk eşrefî kuřî melîk ’adił û îdarey kuřanî qehremanî here gewrey îslam bem terḧe dwayî hat.
le ber tal’î melîk ’adił bû ke agirî ehlî selîbî emcare negeyşte memleketî îslam û tenya estambołî sûtand û wêran kird.
papa înusanî sêyem le 1216 1217 m.da ferteney ehlî selîbî pêncemî îcad kird. qeřałî mecar û doqekanî awistirya û bawîra, legeł umeray ałmanyay cinûbî, hemû daxłî em qafłey pênceme bûn û ordûyekî 250000 kesî (zorî ałman bû) řûy kirde saḧîlî sûrîye û le beḧir hatne derewe û teřefî ’ekkayan tałan û wêran kird û ḧetta legeł gewrekanî sûrîyeşda kewtine şeřewe. le dwayîda qeraryan da ke biçne ser mîsir. waqî’en geřanewe qeraẍ beḧir û swarî gemîyekanyan bûn û řûyan kirde mensebî nîl û lewê hatne derewe û dewrî demyatyan da. melîk ’adił lew beyneda le şîmalî sûrîye bû, ke xeberî demyatî bîst, be tałûke bo kokirdinewey leşkir û muqabeley ehlî selîb, řûy kirde şam, bełam ecel mołetî neda û le nizîk şam le ’elakîn wefatî kird (cemadîel’axrî 615 h/ 31y oẍsitosî 1218 m).
ewsaf û mezîyatî
mu’elîfî «misur tarîx aslam», seyîd emîr miḧemed ’elî ełê seyfeddîn melîk ’adił, ehlî me’rîfet û tedbîr, zor dûr’endêş, le ḧerekatya fezîletperwer û le teşebusya besebat û le e’malîda meyyalî çake bû. wekû kakî, zor ’îlim û me’arîfî xoş ewîst. be azayî û becergî le şeřa, be ’eqił û kemałî le îdare û syasetda, le zemanî kakya dese řastî bû, çi le zemanî kakya û çi le dewrî ḧikûmetî xoyda ẍezayekî zorî legeł ehlî selîb kirduwe.
legeł qeřałî îngilîz, řîşarî şêrdiłda zor dostayetî bû û em qeřałe le muxabere û mukalemeda «xoşewîst û biram»y pê egut û ḧetta be nawî em dostayetîyewe melîk kamîlî kuřî kirdibû be şwalye (= cengawer).
le sikkeda ’înwanî «ebu elfîda»y qebûł kirdibû. le zemanî xoyda şewket û setwetî ḧikûmetî be tewawî muḧafeze kird.