melîk efzel, melîk ’ezîz, melîk ’adił

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 5 Xulek  908 Dîtin

melîk efzel kuře gewrey sułtan selaḧeddîn bû û le dway bawkî, metbû’î baqî ḧikûmetanî eyûbî bû. zya’eddîn îbnî esîr (biray mu’erîxî meşhûr, îbnî esîr) wezîr û mudîrî umûrî bû. em wezîre le îdare û syasetda zor ze’îf bû. le ber ewe, întîzamî îdare zor têk çû û le řûy em wezîre bê‌îdare û tedbîrewe umeray meşhûr û êşkidarî zemanî sułtan selaḧeddîn zû le berçawî melîk efzel kewtin û ’ezil kiran. le ber eme, hemûyan ’aciz bûn û yek le dway yek sûrîyeyan becê hêşt û çûne mîsir lay melîk ’ezîz û zaten zorî pê neçû melîk ’ezîz serbexoyî mîsrî î’lan kird û le 590 h.da bo zewtkirdnî mułkî birakey, be leşkirewe řûy kirde sûrîye.

îxtîlafî beynî em dû biraye be nawbijîy melîk ’adił û be’zê umeray eyûbî, herçonê bû emcare teskîn kira; bełam sałî dwayî, melîk ’ezîz dîsanewe hate ser şam û emcare melîk ’adił yarmetîy melîk efzelî da û be syaset û teşwîqatî xoy, leşkirî mîsrî le melîk ’ezîz wergêřa û em şazadeyeş be netîce, mecbûr bû geřayewe mîsir.

melîk ’adił le ewwełda, be zahîr teřefdarî řêkkewtinî birazakanî bû, bełam le dwayîda ke temaşay bê‌îdareyî û bê‌tecrebeyî kirdin û zanî ke řencî sułtan selaḧeddîn le řûy kuřekanyewe mumkîne be bad biçê û memleketî eyûbî, tûşî nişustî û bê‌hêzî bê, wîstî îdarey memleket bigrête jêr desî xoy û zaten nařêkîy birazakanîşî bo em meqsede xidmetî bû.

bem fîkire lay melîk efzelî girt û melîk ’ezîzî be na’umêdî gêřayewe mîsir û le paşda dîsanewe aştî kirdinewe û melîk efzel geřayewe şam û xoyşî le mîsirda bo řêkxistinî îş û karî mîsir, be nawî melîk ’ezîzewe mayewe. le ḧeqîqetda eywîst binaẍey ḧakmî xoy le memleketî fîr’ewnekana dabnê. le dway beynêk be be’zê behane, legeł melîk ’ezîzda leşkiryan kirde ser melîk efzel, le dway şeř û de’wa, le 592 h.da şam zewt kira û melîk efzelî bedbext, le batî dîmeşq, be na’îlacî be qełay «sarixd» řazî bû, sûrîye be nawî tabî’î zahîrî mîsir, kewte des melîk ’adił.

waqî’en em mu’ameleye le xisûs exlaq û xizmayetîyewe zor naşîrîn bû, bełam selametî memleketî eyûbî way îcab ekird û lazim bû beramber be te’eřuzatî yek le dway yekî ehlî selîb û řêkxistinî îş û karî memleketî eyûbî, ḧukmidarêkî beşewket û serdarêkî benfûz û tecrebe, bête ser îş. le ber eme, her temaşay mesłeḧetî ’imûmî bikirê, hîç ’îtabêkî tarîxî řû nakate fatîḧî kerg.

melîk ’adił le dway saxkirdinewey sûrîye bo xoy û řêkxistinî karubarî, teftîşêkî eḧwałî cezîrey kird û îdarey ewêşî damezrand û le dway wefatî kitupřî melîk ’ezîz (27y miḧeřemî 595), be na’îlacî geřayewe sûrîye, çunke melîk elmensûr meḧmûdî kuřî melîk ’ezîz hêşta mindał bû. melîk efzelî mamî, bang kirabuwe mîsir û kirabû be na’îbî melîk mensûr.

melîk efzel wîstî lem wezîfe tazeye îstîfade bika û ḧeqî xoy le melîk ’adłî mamî bisênê, legeł melîk zahîrî biray ke ḧakmî ḧełeb bû, muxaberey kird û we’dî yarmetîy lewîş send û hate ser ewey ke leşkir bikate ser sûrîye.

melîk ’adił lem keyn û beyne xeberdar bû û be nifûz û syaset, zû beynî melîk efzel û umeray me’îyetî têkda û be leşkirêkewe řûy têkird û tengî pê hełçinî; nîhayet le řebî’‌elsanî 596 h.da mecbûrî teslîmbûnî kird û xoy û melîk mensûrî le mîsir kirde derewe û memleketî mîsrîşî dagîr kird û [ḧukmidarîy] xoy î’lan kird.

melîk efzelî bedbext, be me’yûsî geřayewe qełay «sirixd». le dway beynêk melîk zahîrî biray, wîstî şamî bo bisênêtewe û ḧetta be leşkirî ḧełebewe hate ser em şare û muḧasereşî kird, bełam ew weq’eyeş syaset û tedbîrî melîk ’adił be firyada geyşit û beynî dû biray têkda û melîk zahîr wazî le muḧasere hêna û geřayewe ḧełeb. melîk efzelîş geřayewe sirixd.

le dway beynêk. melîk ’adił qel’ey elnecim û sirûc semsadîşî da be melîk efzel, bełam em îḧsane, ewende dewamî nekird û le 599da le desî sendewe. daykî melîk efzel gelê tikay le melîk ’adił kird, bełam fa’îdey nebû. melîk efzel ke way zanî, qełay semsadî te’mîr kirdewe û xoy be tabî’êkî selcûqî řom î’lan kird û muddetêkîş bew new’e řaybiward. ḧetta ke melîk zahîrî biray wefatî kird, be yarmetîy keykawsî ḧukmidarî selcûqî, wîstî ḧełeb bigrê û ḧikûmetêk bo xoy pêkewe binê. bełam em axir teqelayeş be sebebî nařêkîy muttefîqekanî û mudaxeley melîk eşrefî kuřî melîk ’adłewe serî negirt (615 h) û şazadey bedbext be me’yûsî geřayewe semsad û ta axrî ’umrî, metrûk û mehcûr lewêda jya û le 622da kitupiř wefatî kird.