temasî sułtan legeł leşkirî îngilîz

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 12 Xulek  703 Dîtin

le 22y cemadî axrî 586 h.da leşkirî zorî ehlî selîb le qumandanî qonit hanrîda ke xuşkezay qeřałî îngilîz bû, geyşte berdemî ’ekka û hate derewe û ordûgay damezrand û xoy bo te’eřuzêk ḧazir kird. sułtan ke em xeberey bîst, mewqî’î xoy bo muḧarebe be musa’îd nedî, geřayewe elxirûbe. welḧał bem terḧe dûrkewtinewey sułtan, ’ezim û şîddetî ferengî le muḧasereda zyatir kird û serlenwê tengyan be meḧsûrîn hełçinî.

mîrî qeła, emîr ḧîsameddîn, le layekewe û qumandanî teḧkîmat, beha’eddîn qereqûş, le layekî tirewe mudafî’înyan teşcî’ ekird û merdane beramber hemû hicûmî fereng wêstan. mu’erîx mîşu, zor mediḧ û senay fe’alîyet û metanetî em dû qumandane eka. zor car syarqiley hicûmî dujminyan sûtand û gelê car le qeła der’epeřîn û ferengekanyan mecbûrî cêge gořîn û geřane paşewe ekird.

qonit hanrî, beramber bem mudafe’ey merdaneye me’yûs bû û hemû quwet û tedbîrî ḧesir kirde ser dewredan û tezîyqî qełake. lew beyneda xwardemenî le her dû lada zor kem bûbû, bełam sułtan le beyrûtewe mîqdarêkî munasîb zexîrey geyande ’ekka û teslîmî mudafî’înî kird.

ehlî selîb ke zanîyan muḧaserey beřřî, ewende te’sîr nakate mudafî’în, hawaryan nard bo papa û serlenwê le ewrûpa piřupaẍanda desî pêkird û quwetêkî zorî selîb pey‌derpey geyşte berdemî ’ekka.

qonit hanrî wez’îyetî ḧerbîyey bo ehlî selîb be musa’îd zanî û te’eřuzî kirde leşkirî îslam. tesaduf sułtan selaḧeddîn nasaẍ bû û le jêr xêwetêkda danîşt û seyrî meydanî muḧarebey kird. şeř gelê tûlî kêşa, bełam le netîceda fereng za’î’atêkî zorî da û be peşokî geřayewe cêgey xoy. mu’elîfî «misur tarîx aslam», seyîd emîr ’elî ełê eger sułtan xoy şeřî îdare bikirdaye, muḧeqqeq leşkirî îslam zeferêkî qet’î û gewrey des ekewt.

lew beyneda be sebebî fertene, dunnimay fereng le ’eka dûr kewtibuwewe û leşkirî îslam lem zefere îstîfadeyan kird û mudafî’înî ’ekkayan gořî. bełam xîlafî arezûy sułtan, leşkirêkî kemtiryan tya dana û le layekî tirîşewe sîlaḧ û cibexaneyekî tewawyan nedanê. emîr seyfeddîn ’elî elmeştûb kira be qumandanî ’ekka.

be’zê le mu’erîxîn ełên sebebî ledesçûnî ’ekka, kemîy mudafî’în û şeřkirdinî nabedłyan û hatnî îmdadêkî zor bo ehlî selîb bû.

qeřałî fereng, fîlîb ogost, le 12y řebî’‌el’ewelî 587 h.da be leşkirêkî zorewe geyşte berdemî ’ekka, beme legeł ehlî selîb yekdigîr bû. em quwete tazeye fa’îqyetî ’ededîyekî fewqel’adey da be ehlî selîb û sułtan le ser eme, daway komekî le umeray îslamî tabî’î xoy kird. zorî pê neçû qeřałî îngilîz, řîşarî şêrdiłîş ke be cur’et û azayî le ewrûpada beşoret bû, geyşte ’ekka.

muḧaserey ’eka le teřef beḧir û beřewe be şîddet dewamî kird. mudafî’în muddetêk beřastî serbazane mudafe’eyan kird. sułtan selaḧeddîn hêşta îmdadî bo nehatbû û quwetekeş bo te’eřuz musa’îd nebû. mudafî’în zorî pê neçû tûşî birsyetî û ta’ûn bûn û le jêr barî em musîbeteda zor bê‌hêz kewtin. be emrî sułtan gemîyek le beyrûtewe piř le zexîre û îmdad, nêrra bo ’ekka. bełam le řêgada tûşî te’eřuzî qeřałî îngilîz bû û qumandan gemyekey be na’îlacî ẍerq kird û eme bo mudafî’înî ’ekka zerbeyekî beşîddet bû.

ehlî selîb le teřef beḧir û beřewe, be şîddet qełakeyan tezîyq kird. mudafî’în le layekewe beramber be tezîyqat û bombardimanî dujmin û le layekî tirîşewe beramber be birsêtî û enwa’î nexoşî, le mucadeleda bûn û qudretî muqawemetyan be tewawî şikabû. qełay ’ekka dû sał bû ke muqabîl be ferteney selîb be hîmmemtî mucahîdanewe xoy řagirtibû, bełam îtir kełkî pêwe nemabû, tełebî mu’awenetî le sułtan kird bełam çunke quwetî leşkirî îslam ewende nebû, em mu’awenete nekira.

qumandanî qełake emîr seyfeddîn ’elî elmeştûb, muqabîl bem wez’îyete bo muzakere çuwe lay qeřałî ferensa û pêy gut ême şareketan teslîm ekeyn be şertêk êweş ’eynî mu’ameleman legeł biken. filîb ogost beramber bem teklîfe maqûłe gutî min qet řazî nabim ke le xełkî ’ekka û mudafî’înî, yekêk saẍ bimênê. le ser em cwabe, emîr seyfeddîn geřayewe ’ekka.

’ekka muddetêkî tir xoy řagirt, bełam birsyetî û nexoşî, meydanî neda û nîhayet be şertî muḧafezey řoḧî musułmanan, teslîm bû (17y řecebî 587 h/ 12y temmuzî 1191 m). be gwêrey şertinamey teslîm, 1600 esîrî ehlî selîb berełła kira û 200 lîşer be řu’esay selîbyûn edra. bełam ehlî selîb ke sermestî te’esub bûn, gwêyan nedaye şerit û ’ehd, qetłu’amêkî zoryan le ’ekkada kird. qeřałî îngilîz beqayay mudafî’înî ko kirdewe û le derêy şar, le 23y řecebda hemûy kuştin. bem terḧe mudafe’ey ’ekka buwe sebebî lenawçûnî şest‌hezar musułman.

le pêş girtinî ’ekkada le beynî řu’esay ehlî selîbda nîfaq û îxtîlaf desî pêkirdibû. beynî qeřałî feranse û qeřałî îngiltere, xirap bû. beynî melîk coy û markîz ẍunardîş le ser teme’î tacî felestîn têk çûbû. qeřał filîb terefdarî ẍunard bû û qeřał řîşarîş melîkî coy ḧîmaye ekird. le ser be’zê mu’ameley ḧeqaretî melîk řîşar, qeřałî feranse ’aciz bû û le 7y řecebî 587da felestînî becê hêşt û řoyî. ẍunard le ’eleyhî melîkî îngiltere le jêrewe muxaberey legeł sułtan ekird û xerîkî îtîfaq bû.

qeřałî îngilîz teqrîben le dway mangê îstiraḧet le ’ekkada, řûy kirde yafa û le řêga le jêr te’eřuzî berdewamî leşkirî îslamda za’î’atêkî zoryan da. qeřał řîşar, yafay teḧkîm kird û be’zê qełaşî lewêşda dirust kird, bełam leşkirî mucahîdîn firsetyan ne’edaye û dayme be şeř û şor tengetawyan ekird, ḧetta def’eyekyan ewendey nemabû ke řîşard esîr bê.

xulase qeřałî îngilîz baş tê’egeyşit ke ’ezim û sebatî sułtan û meharetî ḧerbîyey, legeł hîç dujminêkda muqayese nakirê û beramber bem dujmine gewreye, şeřkirdin bê‌fa’îdeye. çi em qena’ete, çi meylî geřanewey bo îngiltere, hênaye ser ewey ke tełebî sułḧ bika.

sułtan selaḧ legeł ’ezim û metanetî xarîqel’adey, le be’zê eḧwał û zorîy za’î’atî leşkirekey, mute’esîr bû. le ber eme, murace’etî řîşarî be melîk ’adłî biray bo sułḧ be munasîb bînî. melîk ’adił û řîşar mulaqatyan kird û «homfirî duturin» tercumanî le beynda kirdin. bełam çunke teklîfî qeřałî îngilîz ewende musa’îd nebû, muzakere û hatuço serî negirt. legeł emeşda le dway teşebusî sułḧî «markî dufrwa», qeřałî îngilîz dîsanewe daway aştîy kird. nîhayet mwazekerey řîşar û melîk ’adił hate ser ewey ke qeřałî îngilîz xuşkekey xoy bida be melîk ’adił û ew mułkaney qeraẍî beḧir ke desî kewtibû, be şikłî dyarî mareyî terkî ka û sułtan selaḧeddînîş eřazîy meftûḧey qudis bida be melîk ’adił û şarî qudsîş bo îslam û gawir serbest bihêłrêtewe û le jêr îdarey xuşkî qeřałda bê.

sułtan selaḧeddîn em şirûtey be nabedłî qebûł kird. bełam qeşekan bem îzdîwace řazî nebûn û heřeşey «afuruz»yan le qeřał û xuşkekey kird, le ber eme, em sułḧe serî negirt.

tenya fa’îdey em muzakere û hatuçoye ewe bû ke sułtan selaḧeddîn lem firsete îstîfadey kird, ’esqelanî wêran kird û sebebî em texrîbey ewe bû ke umeray muslîmîn řazî nebûn ke wekû ’ekka mudafe’ey biken û le layekî tirîşewe hêştinewey ebuwe sebebî îstîfadey ehlî selîb lew qełaye û te’eřuz kirdine qudis.

xulase texrîbî em qełaye le 29y şe’banî 587da tewaw bû û le dway eme, sułtan emrî be texrîbî řemleş da û xoşî be leşkirewe çuwe «’eyn elnetrûn» û lew naweda cêgeyekî nehêşt ke ehlî selîb bitwanin îstîfadey lê biken; ke zistan hat be sera, sułtan çuwe qudsî şerîf û mucahîdînîşî îzin da û quwetêkî kemî le dewr ma û be wasîtey emanewe, le layekewe teḧkîmatî qudsî tequye ekird û le layekî tirîşewe derḧeq be ḧerekatî dujmin, îstîkşafatî ekird.

řîşar, le ewa’îlî zî‌ḧecceda û be ’eksî sermawsołey zistan, řûy kirde řemle û be ezyetêkî zor, em qesebeyey girt û le paşda ta «beyt newbe»ş hat, bełam xoy řanegirt û geřayewe û be’zê ehlî selîbîş biławey kird û çûn bo yafa û ’ekka. bem terḧe quwetî řîşar kem buwewe û wîstî ’esqelan te’mîr bikatewe û bîka be ussî ḧereke bo xoy; bełam nîfaqî beynî selîb û řiqeberîy kunard legeł řîşarda û exbarî namusa’îdî îngeltere řîşarî me’yûs kird û dîsanewe kewte tełebî sułḧ. le weqtî beharda be’zê ’usyan le wiłatanî cezîreda řûy da û sułtan selaḧeddîn mecbûr bû leşkirekey nard bo cezîre.

řîşar wîstî lem wez’îyete îstîfade bika û te’eřuz bikate sułtan, bem fîkire leşkirî ko kirdewe û le ewasîtî cemadî‌ewwełî 588 h.da ta ḧîsin‌eldarun çû.

le dway xirape û kuştarêkî zor le îslamî ew naweda, řîşar le tirsî şikan û negirtinî qudis, wîstî bigeřêtewe, bełam ehlî selîb be qiseyan nekird û na’îlacî ta beyt newbe çû, beramber bem ḧereketî ehlî selîbe, sułtan selaḧeddînîş bo mudafe’e û muqawemet xoy ḧazir kirdibû û her kanî û awêkî ser řêgey dujmin bû, hemûy wêran kird. nîhayet em ḧałe umeray selîbî bêzar kird û le meclîsêkî ḧerbida, qeraryan da ke waz le qudis bihênin û biçne ser mîsir.

qeřał řîşar geřayewe ’ekka û kaẍezî bo sułtan nûsî. serlenwê daway sułḧî kird. nîhayet be şertî eme ke yafaş be des ehlî selîbewe bimênê, sułḧ kira (22y şe’banî 588 h/ 2y kanûnî ewwełî 1192 m).

eme netîcey sêyem seferî ehlî selîb bû. em çendised hezar fîda’î û cengawere ke le ewrûpawe wekû lafawêkî te’esub řûy kirdibuwe qudsî şerîf, pênc sał beramber be ’ezim û tedbîr û cur’et û becergîy sułtan selaḧeddîn hîçî pê nekira û nîhayet dû qesebey qeraẍ beḧrî des kewt û beşî zorî le naw çû û beşêkî kemîşî derbaz bû û řoyyewe bo wiłatî xoy.

bêynewe ser îstîfadey sułtan selaḧeddîn. wekû muḧeřîřî «ḧyaة silaḧ aldîn alaywibî» ełê, ẍezay felestîn le î’tîbarî şeře gewrekey ḧettînewe desî pêkird û lew te’rîxeda bistêk le xakî felestîn be des îslamewe nebû, bełam le dway sułḧî řemle (22y şe’banî 588 h), hemû felestîn be ẍeyrî parçeyekî barîk le «sûr»ewe ta ’ekka, bû be mułkî sułtan. fereng lew hemû wiłatane derkira. beyt‌elmuqedes sênrayewe û şan û şerefî îslam, serlenwê berz kirayewe.

qehremanî kurd û îslam, le dway sułḧ çuwe qudis, eḧwał û îdarey daxłîyey řêk xist û be’zê mekteb û xestexaney tya dirust kird û le paşda wîstî biçê bo ḧec, bełam umeray îslam le tirsî ẍedrî fereng be nefsî mubarekî, řicayan lê kird ke neçê û nîhayet le ser îsrarî ewan, mweqqetî wazî lem fîkire mubareke hêna. le paş beynêk legeł quwetêkî biçûkî xasey, çû bo wiłatanî saḧlî û teftîşî qełakanî û îstiraḧetî xełkekey kird û le paşda be ser nablos û bîsan û kewkebda çuwe beyrût û lewê legeł emîrî entakîye mulaqatî kird û le dwayîda le 26y şewwalî 588da çuwe dîmeşq.