sułtan selaḧeddîn û ehlî selîb

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 19 Xulek  846 Dîtin

sułtan selaḧ le dway eme ke îş û karî sûrye û cezîrey biřîyewe, agirî ḧesadet û nîfaqî umeray ew nawey kujandewe û hemûy tabî’î emir û fermanî xoy kird. quwete biławekey umeray muslîmîn, ke eẍłeb bo şeř û de’way naw xoyan serf ekira, ko kirdewe û bo geyştin bew meqsede mubarekey xoy, ke fetḧî qudis û derpeřandinî ehlî selîb le felestîn bû, twanî be ’emelî bihênê û lem weḧdete û nifûzî ḧakîmey xoy be tewawî emîn bû.

înca qerarî be î’lanî cîhadî muqedes beramber be fereng da. tefreqe û nîfaqî umeray fereng le felestînda bo tetbîqî em qerare zor musa’îd bû, baxsûs le dway mirdinî melîk baldiwînî çwarem, îş û karî ḧikûmet beynêk be wekalet be des řyamundî ḧakmî teřablusewe bû, le dwayîda «sîbîl»y xuşkî padşa mirduweke, şûy kird be «coy»naw emîrêkî fereng û tacîşî naye ser serî. em coye leşkirî kirde ser řyamund ke le tebrye bû û em řyamundeş daway komekî le sułtan kird, bełam sułtan arezûy ne’ekird ke le pêş tewawbûnî muddetî mu’ahede hełkutête ser fereng.

em neqzî ’ehde emcareş le teřef ferengewe û be wasîtey řînołdî emîrî kergewe kira. waqî’en le 582 h.da karwanêkî gewrey îslam le weqtêkda ke le nizîk kergewe têpeř ebû, tûşî te’eřuzî fereng bû û hemû małyan le des çû, pyaw û afretî em karwaneş esîr kira; be řîwayetêk xuşkî sułtanîş le naw em esîraneda bû. řînołd bemeş řazî nebû û be’zê teḧqîrat û te’eřuzatî be dînî îslamîş kird. em xebere ke geyşte sułtan, zor seẍłet bû û swêndî xward eger řînołd bigrê, ebê be desî xoy bîkujê.

le dway em weq’eye sułtan î’lanî ẍezay kirdibû, muḧafezey ḧecacîş ewey pêwîst bû kirdî û le qesrî selame ke le nizîk «besrî»yewe bû, ordûgay damezrand. zorî pê neçû leşkirî mîsrîşî geyştê û melîk efzelî kuřîşî le cîhetî ’ekkawe şiksitêkî başî be beşêkî ordûy fereng dabû, nîhayet řyamundîş legeł fereng aşt buwewe û bem terḧe quwetî fereng zor bû.

sułtan selaḧeddîn meclîsî şořay ḧerbî ko kirdewe û em meclîse qerarî be şeřî fereng da. řojî pêncişemmu 16 řebî’ el’ewelî 583 h, leşkirî îslam be berdemîda řaburd û řojî dwayî le dway nwêjî cum’e le xwar tebrîyewe le çemî erden peřyewe û nardî bo keşfî leşkirî dujmin, ke le «sixurîye» bû. le dwayîda quwetêkî beramber dujmin dana û xoy çuwe ser tebrîye û zewtî kird, bełam mał û mindałî řyamund xoyan hawîşte qełake û tełebî mu’awenetyan le melîk coy kird.

le dway muzakereyekî dûr û dirêj, fereng qerarî şeřî da û wîstî řêgey aw le sułtan bibřê, bełam be ẍełet çû, çunke sułtan em xisûsey te’mîn kirdibû, řêgey awî le leşkirî fereng biřîbû, řojî ewweł leşkirî fereng hewłî bo biřînî řêgey aw da, bełam mwefeq nebû û lew řoje germayeda xoyan le bê‌awî şipirze bûn û geřanewe ordûgay xoyan. řojî dwayî leşkirî îslam be hełmetêkî şêrane řûyan kirde leşkirî fereng û tefrutûnayan kirdin, le layekewe ḧemley îslam û le layekî tirîşewe te’sîrî tînûyetî, ferengî be tewawî le kar xist û em řojî 26y řebî’‌el’axrî 586e, řojî řûxanî binaẍey îmaratî ferengî felestîn bû. melîk coy, emîrî kerg, biray melîk û be’zê umeray tirîş legeł ferengêkî zor be dîl gîran. darî selîbî muqedesîş le naw tałana bû û lew řojewey ke fereng hatbuwe em nawe, ta ew řoje, tûşî şiksitêkî wa gewre û bete’sîr nebûbû.

le dway şeř, xêwetêkyan bo sułtan hełda û legeł umera û pyawmaqûłana tya danîşt. melîk coy û emîrî kergyan hêna û danîştin. melîk daway awî kird, desbecê befrawyan bo hêna, tozêkî lê xwardewe û day be emîrî kerg, bełam sułtan desbecê men’î kird û gutî: ême em aweman bew nedawe ta le întîqamî ême emîn bê. le dway eme basî weḧşet û ẍeddarîy emîrî kergî derḧeq be karwan û ḧecacî musułmanan kird û le paşda be desî xoy serî biřî û swêndekey hênaye cê.

melîk coy lem mu’ameleye tirsa, bełam sułtan diłxoşîy dayewe û legeł baqî dîlekana be ḧurmet û ’îzzet nardinî bo şam, tenya le beynî emaneda dûsed kesêkî hełbijard ke be xirape û zułmyan derḧeq îslam meşhûr bûn, em dûsedey kuşt.

le dway çend řojê, sułtan çuwewe ser tebrye û jinekey řyamund me’yûs bû û qełakey teslîm kird. le dway eme, sułtan selaḧeddîn řûy kirde baqî wiłatanî felestîn, zaten quwetêkî wa nemabû beramberî řawestê û geyşte beramber her qeła û şarêk, desbecê qapîy bo ekirayewe û derḧeq be ehalî, dayme řûxoşî û ’edaletêkî berzî enwand.

le dway tebrye řûy kirde ’ekka, bełam em qełaye teslîm nebû û mudafe’eyekî kurtî kird, le paşda be umêdî lutfî sułtan, teslîm bû û xełkî řoyştin û řojî 2 cemadî‌el’ewelî 583 leşkirî îslam daxłî ew qełaye bû û le mizgewtekeyda ke gawrekan kirdibûyan be kilêsa, nwêjî cum’eyan kird. lêre mał û ẍena’îmêkî zor des îslam kewt.

le dway eme, sułtan, melîk ’adłî biray nard ta le ḧidûdî mîsrewe des pêbka û melîk ’adił, ḧîsnî «mecdelyana» û «yafa»y girt û dîlêkî zorî des kewt.

sułtan xoşî le ’ekkawe, be’zê qołî narde «nasre», «qîsarye», «seyfa», «sefurîye», «şeqîf» û «elfûle = ’efûle»y dagîr kird. le layekî tirîşewe «nablos» û «sebsetîye» û be’zê qesebey tirî ew nawey girt. le dwayîda xoy bîlzat çuwe ser «tînîn» û girtî, lewêwe řûy kirde «seyda» û em şarey bê şeř girt û beyrûtî le dway heşt řoj muḧasere zewt kird.

le dwayîda sułtan wîstî «’esqelan» bigrê, çunke le ser řêgey mîsir û ’adeten qapîy qudis bû. ḧeyf ke lew weqteda ehmyetî nedaye «sûr». welḧał gawrekan wirdewrde lewê ko bûnewe, bełam bê ře’îs bûn, be hîmmetêkî cuz’î egîra; welḧał ehmyetî nedaye û le paşda em qełaye bû be ussî ḧereke bo gawrekan û zorî pê neçû «markîz kunard» le qustentenîyewe be mał û esłeḧeyekî zorewe hate em qełaye û mudafe’ey tenzîm kird û bû be ussî ḧerekey ehlî selîbî sêyem û sebebî felaketî zor bo musułmanan. îhmalî sûr xetayekî sewqelceyşî û syasîy sułtan bû. le pêş hatnî em markîze, xełkî sûr xerîkî teslîm bûn, bełam ke kunard hat, fîkiryan gořî.

sułtan selaḧeddîn wîstî be wasîtey bawkî kunard ke le şam esîr bû, men’î mudafe’ey sûr bika, bełam em tedbîre serî negirt.

sułtan le dway eme řûy kirde ’esqelan û muḧaserey kird û çwarde řoj legełî xerîk bû, wîstî be wasîtey melîk coyewe em qełaye bigrê, bełam fa’îdey nebû û le nîhayetî cemadî axirda be şîddet hicûmî kirde serî û girtî. le dway eme, ẍezze, řemle, xelîl elřeḧman û beyt elleḧim û çend cêgeyekî tirîşî girt.

em hemû fitûḧate le zerfî dû mangida bo sułtan meyser bû û beřastî eme be qîsmetî hîç padşayek nebûbû. le dway eme, řêgey qudsî şerîf bo îslam kirabuwewe. sułtan selaḧeddîn eyzanî ke ehmyetî ew şare mubareke le lay îslam û gawir zor gewreye, le ber ewe, ney’ewîst be zor û be şeř bîgrê û tûşî muḧasere û texrîbî bika. bem fîkire hey’etêkî narde qudis, ta bo teslîmbûnyan qise legeł xełkekey biken. ferengî ewê teklîfî teslîmyan qebûł nekird, lew weqteda qumandanî qudis, ḧakmî řemle, bilban bû ke le şeřî «ḧettîn»da esîr bûbû û îznî le sułtan xwastibû ke biçête qudis û małekey bihênê û şewêk zyatir le qudsida nemênêtewe, bełam em qumandane bê‌şerefe bîli’kes, le qudsida mayewe û bû be qumandanî mudafe’ey şareke û şest hezar kesêkî lê ko buwewe û gewrey qeşekanî qudis, xezêney kilêsay bo kirdewe ta bo mudafe’e serfî bika.

sułtan selaḧeddîn ke way zanî, be leşkirewe řûy kirde qudis û le 15y řecebî 583 h.da geyşte ewê û dewrey da û le dway keşif û serincêkî pênc řoje, lay şîmalî bo hicûm be munasb zanî û neqłî ewêy kird û cebel elzeytûnî kird be merkezî ordû û lewêwe desî kird be tezîyqî şareke. leşkirî îslam wirdewrde pêş kewtin, le çałekey dewrî têpeř bûn û şûrey wiłatekeşyan kun kird. em ḧałe buwe sebebî me’yûsîyetî mudaf’înî fereng û tełebî eman û teslîmyan. le dway muzakereyekî dûr û dirêj, be şertî emey ke le zerfî çil řojda fereng be serbestî le şareke derçin û her pyawêk de dînar û jin pênc û mindał dû dînar fîdyey necat biden.

bem qewl û biřîdeye qerarî teslîmî şareke dira. le î’tîbarî řojî cum’ey 27y řecebî 583we, ehalî desî kird be derçûn le qudis, bem terḧe fetḧî qudis meyser bû û her wekû qazîy şam, muḧyeddîn le dway fetḧî ḧełeb texmînî kirdibû, le mangî řecebda waqî’ bû. fîlḧeqîqe sułtan em qazîyey bang kirde qudis ta le řojî fetḧîda wezîfey xetîbî becê bihênê û ew cum’eye nwêjker ewende zor bû ke mesicdî eqsa ney’egirt. {fn|merḧûm îbrahîm efendî ḧeyderî, pêy gutim ke qazî muḧyeddîn em şê’rey kird be muqeddemey xutbekey:

اەلْḧemdu lîlّhî alّzî zelّetْ dewْleةe alsّelîbîّ / we ’ezّe byalْkurdîّy dîne musْtefî alْ’erebîّ

zor cêgey esefe ke merḧûm me’xezekey le fîkir çûbuwewe, bełam le sîḧetî emeda hîç şubhey nebû.}

em fîdyeyey sułtan selaḧeddîn tełebî kirdibû, tenya bo mensûbînî leşkirî fereng bû û musa’edey kirdibû ke gawrekanî qudis wekû xełkî gawrî şaranî tir le cêgey xoyana be sîfetî tebe’e bimênnewe.

sułtan selaḧeddîn le dway derçûnî umera û leşkirî fereng, înca daxłî qudis bû. bêcge leweş sułtan ḧewt hezar feqîrî le ser tikay melîk ’adłî biray û xoşî dehezar kesî le fîdye ’efu kird. řojêkîş le sibeynêwe ta êware bebê fîdye musa’edey derçûnî feqîr û fuqera kira. îznî be qeşekan û me’mûrînî řuḧanîş da ke ta etwanin şitumek legeł xoyana berin.

xulase gewreyî û merḧemet û ’edaletî sułtan, le fetḧî qudsida le ḧed beder bû û muḧerîrîn û mu’erîxînî gawran hemû tesdîqyan kirduwe. zor ḧurmetî zu’efa û baxsûs afretî girt û zor yarîyey dan û melîke sîbîlî be ḧurmet û îkiram û le ser arezûy xoy narde lay melîk coy mêrdî ke le nablos esîr bû.

be’zê le afret le weqtî derçûnyan ke geyştine lay sułtan, řicay berdanî mêrd û kuř û bawkyan le esaret kird û sułtan zor mute’esîr bû û řicakey becê hênan.

em mu’ameley însananey sułtan derḧeq be ferengî felestîn û qudis, be tewawî ’eksî mu’ameley ewan bû derḧeq be musułmanan. waqî’en ke le sałî 1099 m.da ke «ẍudfirî» qudsî girt, enwa’î şena’et derḧeq musułmanan kira û be î’tîrafî mu’erîxînî ’îsewî, nizîkî ḧefta hezar musułman qetłu’am kira.

sułtan selaḧeddîn nizîkî mangêk le qudsî şerîfda mayewe û îş û karî řêk xist û mizgewtekanî te’mîr û îḧya kirdewe û medresekanî damezrandewe û baqî nuqsanî îkmal kird. le dway eme, be leşkirewe řûy kirde sûr. dunnimay mîsîrîş be emrî sułtan řûy kirdibuwe em qełaye. markîz kunard le firset îstîfadey kirdibû û em qełayey zor baş teḧkîm kirdibû, herçend le beḧir û beřewe tezîyqyan kird, fa’îdey nebû, zaten zistanîş be sera hat û le ser teklîfî be’zê umera serfî nezer le muḧasere kira, bełam sułtan lem ḧałe zor peşêw bû, çunke umeray leşkir ehmyetî em qełayeyan be qeder sułtan teqdîr nekirdibû; welḧał lazim bû herçonê bê, em qełayeş le des fereng bisênin û felestîn be tewawî pak bikenewe. ḧeyf ke xîlafî arezûy sułtan îsraryan le ser geřanewe kird.

zahîr waye ke lem cîhetewe sê ẍełet kirawe; ewwełî, le weqtî xoyda û le pêş fetḧî qudsida, ebwaye em qełaye le des fereng bisênrê; duwemî, ebwaye sułtan selaḧeddîn neyhêştaye ewaney ke şeřyan pê ekirê û le esîrî bereła kiran weya le şare zewtikirawekan derçûn, le sûrda ko bibnewe û manî’eyekî taze bo îslam teşkîl biken; sêyemî, ebwaye le dway fetḧî qudis, ke leşkirî îslam hate ser em qełaye, wazî lê nehênin û herçonê bwaye, zewtyan bikirdaye.

xulase fetḧî qudis le teřef musułmananewe ewrûpay xiste te’esub û telaşewe, qeşe mute’esîbekan dawênyan lê hełkird û desyan be teḧrîkat kird û be netîce quwetêkî ’ezîm ko buwewe û le hemû layekewe řûyan kirde felestîn. împiratorî ałmanya û melîkî îngilîz ke be řîşarî şîrdił meşhûr bû, le řu’esay here gewrey em ehlî selîbe bûn.

sułtan selaḧeddîn lew beyneda qełay «hunîn»y girt û qełay «kewkeb» û «sefd» û «kerg»yişî muḧasere kird û le 16y řebî’ el’ewełî 584da hatewe şam û lewê leşkirêkî zorî hełgirt û řûy kirde teřablos û entakîye, le dway zewtkirdnî, entiros, melîk coy bereła kird û şertî legeł kird ke le sûryeda nemênêtewe û biçêtewe bo ewrûpa û qet beramber be sułtan şeř neka. welḧał em melîke dirozne çû bo sûr, bełam kunard qebûłî nekird û le paşda çuwe teřablos û be’zê le beqayay ehlî selîbî ko kirdewe û le paşda legeł leşkirî sûr çuwe ser ’ekka.

sułtan selaḧeddîn lem sefereyda «merqeb, cebele, lazqîye, sehyon» û be’zê qeła û şaranî tirîşî zewt kird. le paşda be ser ḧełebda geřayewe şam û le dway eme leşkirî îzin da û xoy legeł xewasî leşkirî, bew zistane çuwe ser sefed û kewkeb û herdûkî zewt kird û lew beyneda xeberî zewtikiranî kergîş le teřef melîk ’adlewe geyşte sułtan.

sułtan selaḧeddîn be ẍeyrî sûr, hemû şaran û qełay felestînî girt, bełam manewey sûr be des ferengewe tehlukeyekî zor gewre bû. zaten heyecanî te’esubî ewrûpaş ehlî selîbî sêyemî wirdewrde egeyande sûr û nîhayet le îbtîday sałî 585da wez’îyetî ’eskerîyey sułtan gořa û le te’eřuzewe kewte mudafe’e.

kunardî qumandanî sûr, leşkirêkî bequwetî pêkewena. em ḧerekete muqeddemey ferteneyekî gewre bû ke řûy ekirde memleketî îslam. melîk coy xîlafî we’dî, leşkirî zorî le teřablos ko kirdibuwewe û sefa’înî fereng da’îme ehatin û erzaq û sîlaḧyan bo ehêna.

sułtan selaḧeddîn beramber bem eḧwałe xoy ḧazir kird û be leşkirewe le «mebreḧ el’îwin»da întîzarî eḧwałî kird û le layekî tirîşewe qełay «şeqîf ernûn»y muḧasere kird, bełam ke dî fereng tengî be ’ekka hełçinîwe, beşêkî leşkirî le dewrî şeqîf becê hêşt û xoy řûy kirde ’ekka.

muḧasîrî ’ekka, melîk coy bû û nizîk dû sałêk em muḧasereye tûlî kêşa. sebebî dewamkirdinî muḧasereyş yek le dway yek hatnî îmdadî fereng bû, ḧetta kunardîş îştîrakî em muḧasereyey kird. eger sułtan selaḧeddîn ehmyetêkî tewawî be muḧasîrînî ’ekka bidaye û le pêş zor bûnyan û hatnî kunard, zerbeyekî başî lê bidanaye, ne muḧasere tûlî ekêşa û ne fereng ekewte tema’î sendinewey felestîn û qudis.

be ’eksî eme, sułtan zor ehmyetî be qełay şeqîf da û melîk coy serbest cê hêşt berebere quwetî zyad bika.

sułtan selaḧeddîn geyşte ’ekka û dî ke fereng legeł muḧasere xerîkin. le dway çend řojêk te’eřuzî kirde quwetî muḧasere, baxsûs emîr teqyeddînî birazay be quwetêkewe beřastî hicûmêkî şêraney kird û teřefêkî ’ekkay be dujmin çoł kird û řêgey bo şareke kirdewe û sułtan mîqdarê quwetî geyande naw şar û ḧetta «sitanlî» ełê bîlnefis sułtan xoşî weqtî ’esrî řojî 2y şe’banî 585 h, daxłî ’ekka bû. «emîr ḧîsameddîn semîn»y kird be qumandanî qełake û ke şew hat be serda, leşkirî îslam geřanewe ordûga û lem firseteda fereng teḧkîmatêkî zorî kird û ew řêgeyey ke ordûy îslam be řoj girtibûy, berbestî kird. bem terḧe řencî sułtan be zay’ çû.

samî dujmin be new’êk şika, ke le 5y řemezanî 585 h.da bêcge le muḧaserey qełake, hicûmêkî beşîddetîşî kirde ser leşkirî îslam û biławey pê kirdin. lem beyneda leşkirî îslam zor biław bûbowe, beşêkî beramber be emîrî entakîye (bu’emond) westabû, quwetêkî tir beramber be teřablosî şam, dîmeşqî muḧafeze ekird û quwetêkî tirîş beramber be ehlî selîb, demyat û eskenderîyeyan muḧafeze ekird.

le layekewe te’sîrî em nîwe şikane û le layekî tirewe beserahatnî zistan û řemezan û îsrarî umeray îslam bo şeřnekirdin û geřanewe, sułtan selaḧeddînî mecbûrî hatne dwawe ta «xirube» kird û ’ekkay sipard be qeza û qeder.

sułtan selaḧeddîn le ẍîret û fe’alîyetî fereng û sistî û xo le şeř parastinî îslam, zor seẍłet bû û derkî tehlukey dwayî kird. kaẍezî bo hemû layek nûsî û daway komekî kird û zistanî bebê ḧereket le xirûbeda řabward û lew nexoşîyey ke tûşî hatbû , wirdewrde çak buwewe û leşkirîşî lê ko buwewe û le dwayîda hełsa û řûy kirde fereng (17y řebî’‌el’ewelî 586). le dway ew te’rîxe be 7 řoj sułtan geyşte ber ’ekka. ta ew weqte dujmin tertîbatî muḧaserey tewaw kirdibû û tengî be mudaf’în hełçinîbû.

lew beyneda dunnimay mîsrîş hatbuwe ber ’ekka û dunnimay ferengî şikand û daxłî lîmanî qełake bû û îḧtyacatî mudafî’în, îkmalî kird.

lem weqteda bû ke xeberî daxłibûnî împiratorî ałman, firêdrîq yaryaros, be ehlî selîb û ḧereketkirdinî bo felestîn geyşte sułtan. pêşdarî ordûy ałman geyştibuwe şîmalî kilkya (wiłatî edene). sułtan selaḧeddîn beramber be lafawî ehlî selîb daway komekî le ḧukmidaran û umeray îslam kird û ḧetta bo tełebî mu’awenet hey’etêkîşî narde lay sułtanî merakîş, ye’qûb elmensûr. zor ḧeyf ke le hîç layekewe gwê nedraye qisey sułtan û kes yarmetî bo nenard û bem terḧe em qehremanî gewrey îslame beramber be ehlî selîb tenya be lutfî xwa û quwetî xoy řaypermû.

împiratorî ałman le 11y ḧuzeyranî 1190 m.da le çemêkda xinka û le dway eme, beşêkî ordûy ałman geřayewe memleketî xoy û beşêkîşî le îdarey kuřî firêdrîq yaryaros (duq duswabyada), be ser entakîyeda řûy kirde felestîn.

beşêkî ordûy ehlî selîb legeł muḧasere xerîk bûn û beşêkî zorîşî bo şeřî sułtan cwê kirabuwewe. em beşe le 20y cemadî axrî 586 h (25y temmuzî 1190 m)da hicûmyan kirde ser leşkirî sułtan û le îbtîdada beşêkî leşkirî îslam xirap şika û biławey kird. ḧetta be’zê leman ta teberîye û şam xoyan negirtewe û leşkirî fereng ta ordûgay sułtan hat, bełam le paşda mutebeqî quwetî îslam hełyankutaye ser fereng û zor xirap şikandyan. meydanî muḧarebe piř bû le meyt û cur’etî selîb be tewawî şika.

le layekî tirîşewe mudafî’în be be’zê wesa’îtî îbtîda’î, burcekanî muḧasrînyan agir têberda û legeł muḧarîbekanya sûtandyan.