duwem seferî mîsir
le dway seferî eweł, be sê sał, şêrkoh be xoy û emîr selaḧedîn û leşkirêkî dûhezar kesî hełbijardewe řûy kirde mîsir û le dway zeḧmetêkî zor geyşte etfeḧ ke çil mîlêk le qahîrewe dûr bû û lewêşewe xoy geyande cîze. leşkirî melîkî qudsîş le beramber û le qeraẍî çemî nîl bû. melîk amûrî mu’ahedeyekî legeł xelîfey fatîmî îmza kird û be gwêrey em mu’ahedeye mîsir kewte jêr ḧîmayey melîkî qudsewe. le dway îmzay em mu’ahedeye melîkî qudis be xoy û leşkiryewe le piřêka le nîl peřyewe, şêrkoh ke emey çaw pêkewt, çû bo se’îd û leşkirî qudis te’qîbî kird. şêrkoh le babîn řawesta; ke leşkirî qudis nizîkî buwewe, legełyana kewte şeřewe û be cesaret û îdarey başî emîr selaḧedîn leşkirî qudis zor xirap şika û le dway em ẍelbeye leşkirî şam eskenderîyey zewt kird û şêrkoh em qeła gewre û be’ehmyetey daye dest emîr selaḧedîn. eme ewweł ḧakmyetî emîr bû. le dway eme şêrkoh nîwey leşkirekey bo emîr selaḧedîn becê hêşt û legeł nîwekey tirî çû bo se’îd.
melîkî qudis le dway şikanî, geřayewe qahîre û lewê legeł ḧikûmetî mîsirda qeraryan be muḧasere kirdinî eskenderîye da. le teřef beḧrîşewe «dunnima»yekî qudis řefaqetî muḧasrînî ekird. emîr selaḧedîn beramber be dunnima û leşkirî mîsir û qudis qehremanane mudafe’ey kird. meharet û cur’etêkî zor bêemsalî nwand. ḧefta řoj bem new’e beramber be te’eřuzatî beḧir û beř, wekû şêr westa.
lew laşewe şêrkoh řûy kirde paytextî mîsir û le «birkة elḧebeşe»we destî kird be muḧaserey. em destubirdey şêrkoh tirsî xiste beynî duşminewe û tełebî sułḧyan kird be şertê ke leşkirî qudis û şam, mîsir becê bihêłn û îtir dexłî îş û karî mîsir neken.
le dway em sułḧe emîr selaḧedîn çend řojêk le ordûgahî qeřałî qudsida bû, be tebî’et tedqîqî usûlî ’eskerîy ew qewmey kird. be gwêrey em sułḧe her dû leşkir, le mîsir çûne derewe.
xîlafî sułḧ, ewendey pê neçû ke qeřał «îmlirîk» teme’î zewtî mîsrî kird û be leşkirêkewe řûy têkird, bilbîsî girt û kuştarêkî zorî le xełkî mîsir kird û mindał û jinîş le qetłu’am necatî nebû.
emcare xelîfey fatîmî, be nefsî xoy, kewte hawar û kaẍezêkî bo sułtan nûredîn nûsî û řicay ḧîmayey lê kird û pirçî afretî musułmanî bo nard û emeş ’elametî pařaneweyekî fewqel’ade bû.
şawrî wezîrî xelîfe ke le xa’înî û diroznîda emsalî kem bû, be umêdî pare, melîkî qudsî tefre da û legełî kewte muxaberewe, meqsedîşî weqit řabwardin bû, ta îmdadî sułtan nûredînî dî, xulase bem umêde melîkî qudis le pênc mîlêkî qahîreda řawesta.