ewweł seferî mîsrî
ke şawrî wezîrî xelîfey mîsir daway komekî le sułtan nûredîn kird, sułtan, şêrkohî be leşkirêkewe nard bo mîsir (562 h) û emîr selaḧedînîş be emrî mamî, legeł em leşkireda çuwe qumandanî fîrqey pîşdar. îbnî şedad ełê: esededîn şêrkoh herçîy ekird be pirs û řay emîr selaḧedîn eykird, çunke zor le ’eqił û ḧusnî tedbîrî emîn bû.
şêrkoh ke geyşte mîsir, leşkirî zerẍamî le bilbîsda şikand û em wezîrey le qahîreda muḧasere kird û le dway fesfat, qahîreş dest şawir kewt û zerẍam kujra. şawir řûy le şêrkoh wergêřa û neyhêşt bête qahîrewe. le ser eme, şêrkoh emîr selaḧî be leşkirewe nard û bilbîs û şerqîyey zewt kird. şawir ke way zanî, xeberî bo emlirîk, qeřałî qudis nard û tełebî yarmetî lê kird û le ser eme, leşkirêkî bequwetî narde ser mîsir.
şêrkoh û selaḧedîn bilbîsyan beramber be leşkirî qudis û mîsir, şêrane sê mang mudafe’e kird û le layekî tirîşewe sułtan nûredîn bo komekêkî dûraw dûr çuwe ser memleketî qudis û qełay binyasî muḧasere kird. qeřałî qudis ke emey bîst, tirsî lê nîşt û legeł şêrkoh řêk kewt û qeraryan da ke leşkirî şam û qudis le xakî mîsir biçne derewe û le ser em qewl û biře şêrkoh be leşkirewe geřayewe şam.
le dway şêrkoh, şawrî fêłbaz legeł qerałî qudis řêk kewt û leşkirêkî biçûkî qudsî le mîsir dana, eme be tebî’et xîlafî mu’ahede bû, sułtan nûredîn legeł şêrkohda qerarî girtinî mîsryan da û xelîfey ’ebasî beẍdaş beme řazî bû.