bapîr û bawkî mu’esîsekey kên û le kwêwe hatûn?

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  964 Dîtin

em dewłete here gewrey ew ḧikûmetaneye ke kurd daymezranduwe. le ber eme, zor pêwîste ke baş le esił û fesłî tê bigeyn.

înisqilopedyay îslam ełê bapîrî selaḧeddîn mu’esîsî em dewłete, «şadî = şazî» kuřî merwane, ke le kurdanî xêłî řewadî (řawanda)y «dwîn» bû. em xêłe beşêkî ’êle gewrekey ezbenî (hezbenî) bû. mensûbyetî şadî be şarî dwîn nuqteyekî zor muhîme, çunke eyzanîn ke ḧikûmetî şedadîy kurd le dwînda damezra û hełbet le zemanî şadîda hêşta şoret û basî ew ḧikûmete le fîkir neçûbowe.

be’zê le mu’erîxînî ’ereb, esił û nesebêkî dûr û dirêjyan bo şadî hełbestuwe. meselen wekû îbnî xeldûn ke nesebekey ebatewe ser «’uf elḧemîr eldusî»; bełam emane hîçyan cêgey baweř nîye û řastîyekey eweye ke tarîx, bapîrî şadî nanasê.

kuřanî şadî, «eyûb, şêrkoh» le gundî ecdankan (ecdinkan) hatote dinyawe. saḧêbî «alniwadir alsiltanîة» ke qazî îbnî şeddade û musaḧîbî sułtan selaḧeddîn bû, ełê: necmeddîn eyûb xełkî «dwîn»e û walîy tikirît bû (li 4). saḧêbî «kitab alti’erîx» ke taceddîn şehenşay eyûbîye, ełê şadî xełkî dwîne.

be řîwayetêkî tir necmeddîn eyûb le şêxtan hatote dinyawe û le mûsłida gewre buwe û xizmetî sułtan miḧemedî melekşahî kirduwe û le teřef ewewe kirawe be muḧafzî tikirît (alḧirub alsilîbîة, li 112).

xulase wekû înisqilopedya ełê, şadî legeł behrozî řomî, dostayetî hebû. em behroze mamostay kuřî selcûqîyekan bû. le piřêkda behroz dwînî becê hêşt û çuwe beẍda û be hêz û me’rîfetî xoy, zor pêş kewt û le teřef sułtan mes’ûdî kuřî melekşahewe kira be muḧafzî beẍda. le dway eme xeberî bo şadî nard û bangî kirde lay xoy.