ḧikûmetî berzîkanî (ḧesnewîye)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 25 Xulek  2887 Dîtin

binaẍey em ḧikûmete le teřef mîr ḧisênî gewrey ’eşîretî berzîkanî û le şarezûrda û le î’tîbarî 330 h danra. «wendad» û «ẍanim», biray mîr ḧisênîş emîrî ’eşa’îrî «’îşanye» bûn û etraf û newaḧî dînewer û hemedan û nehawend û samẍan û be’zê wiłatî azerbaycanîşyan be destewe bû. wendad le 349da û ẍanim le 350da be řeḧmet çûn û hemû mułkyan kewte dest ḧesnewî kuřî mîr ḧisên (tarîx dir aslam, ciłdî 1, li 429).

ḧesnewî

le dway wefatî bawkî, bote ḧukmidar û ḧeqîqî mu’esîsî em ḧikûmeteye. wez’yetî zemanî bawkî, şikłêkî řesmîy peya nekirdibû. derḧeq be zemanî ḧesnewî me’lûmat keme. le seferî xorasanda mu’awenetî řukin‌eldewley kirduwe. da’îr be eḧwałî ḧesnewî, seyd ḧusên mukiryanî xulase ełê: «mu’îz’eldewle leşkirêkî le îdarey «yinal kuş»da le mûsłewe nardote ser şarezûr û ḧesnewî le ẍerbî hewlêr řêgey bem leşkire girtuwe û şikandûyetî. le dway eme mu’îz’eldewle leşkirêkî tirî nardote ser dînewer û ew nawey tałan û wêran kirduwe. lem beyneda bû ke řukin‌eldewley biray mu’îz’eldewle le «cihne» (curcac)ewe tûşî te’eřuz buwe û tełebî mu’awenetî le mu’îz’eldewe kird. le ser eme mu’îz’eldewle legeł ḧesnewî řêk kewt û şertîşyan xutbe xwêndinewe be nawî mu’îz’eldewlewe buwe.

bem terḧe ḧikûmetî berzîkanî legeł bweyhîyekanda têkełî û dostîy peyda kird.

le sałî 356da ’îzzeddewle bextyarî kuřî mu’îz’eldewle legeł ḧesnewî têkçû û şeřêkî qursyan le beyna qewma û bextyar şika û quwet û nifûzî ḧesnewî bem ẍelebeye zyatir bû.

le sałî 357da bextyar dîsan legeł ḧesnewî aşt buwewe û beramber be teẍlibî ḧemdanî daway komekî le ḧesnewî kird û řazî bû ke ḧidûdî «tixub» ta zêy badînan biřwa, bem şerte îtîfaqî legeł kird û teẍlibyan şikand. le paşda ḧesnewî be ser hewlêr û şarezûrda geřayewe dînewer.

řukin‌eldewle le îtîfaqî ḧesnewî û bextyarî birazay ’aciz bû, bem behaneye leşkirêkî le qumanday ebu elfezlî wezîrîda narde serî.»

«alkamil» ełê sebebî hatnî leşkirî řukin‌eldewle mu’ameley beşîddetî ḧesnewî derḧeq îbnî mesaf buwe.

waqî’en îbnî mîskiweyhîş ełê ḧesnewî be be’zê fitûḧat memleketî xoy tewsî’ kird û nifûzêkî zorî peya kird. le şeřî xorasanda komekî řukin‌eldewley kirdibû, le ber eme zorî lê memnûn bû. legeł emeşda ḧesnewî be wiłatanî xoy řazî nebû. te’eřuzî ekirde cîbal û wiłatanî tir. řesmî le karwan esend û eẍnyay tezîyq ekird. dîsan řukin‌eldewle serfî nezerî ekird, bełam le piřêka beynî ḧesnewî û sehlanî kuřî musafîrî deylemî têkçû. kuřî sehlan leşkirî lê kird û hate serî, bełam ḧesnewî şikandî û le ordûgayekda dewrî girtin û men’î zad û zexîrey lê kirdin. le paşda emrî kird her swarêk kołêk diřk û pûşî hêna û le dewrî ordûgake komełyan kird û le paşda agirî têberda. le layekewe germay hawîn, le layekî tirîşewe haławî dûkełî diřk û pûş, deylemîyekanî şipirze kird û tełebî dexaletyan kird û teslîm bûn.

řukin‌eldewle ke emey bîst, ebu elfezlî wezîrî legeł leşkirêkda bo teḧqîqî em xebere nard. ebu elfezil ke geyşte hemedan, lewê wefatî kird û ebu elfetḧî kuřî bû be serdar û bo muḧafezey mewqî’î xoy wîstî zû bigeřêtewe řey. le ber eme, legeł ḧesnewî sułḧî kird û muqabîl be mesrefî em leşkirkêşîye ḧesnewî penca hezar dînar pare û nizîkî emeşî dyarî û wiłaxî bo nard û em heraye biřayewe (ciłdî 2, li 270).

îbnî esîr zor medḧî ḧusnî îdare û dûr’endêşî û exlaqî pak û biłindî ḧesnewî eka. le dway mirdinî dû birakey, wendad û ebu elẍena’im, be tewawî îş û karî hemû memleketî girte destî xoy. ḧukim û nifûzî le beşî zorî kurdistanda carî bû: dînewer, hemedan, nehawend le cumley şare meşhûrekanî û «sirmac»yiş paytextî bû (înisqilopedyay îslam).

ḧesnewî le heray beynî ’ezdi’eldewle û bextyarda teřefî bextyarî girt. zahîr waye sebebekeşî ’aczî dwayî legeł řukin‌eldewley bawkî bû. le layekî tirîşewe mumkîne ke le ḧîrsî îstîlay ’ezdi’eldewleş endêşey kirdibê û zaten her bem fîkire bû ke buwe teřifdarî fexir’eldewey biray ’ezdi’eldewle, ke wa îtîfaqî legeł kirdibû.

xulase le sałî 336da kewte muxabere legeł bextyar û xoy bo komekî ḧazir kird. herçende le şeřî «řamhurimz»da be firyayan negeyşit, bełam le weqtêkda ke bextyar geřabuwewe «wast», ḧesnewî, ’ebdulřezaq û bedrî kuřî legeł hezar swarda bo nard û ebwaye xoyşî bihataye. kuřanî ḧesnewî nesîḧetî bextyaryan kird ke biçêtewe beẍda û lewê beramber be ’ezdi’eldewle mudafe’e bika, ta bitwanê le ordûy mûsłî ḧemdanîş îstîfade bika, bełam bextyar be sebebî ẍułame turkekeyewe ’adeten şêt bibû û gwêy le qisey ne’egirt. ’ebdulřezaq le řiqana geřayewe bo lay bawkî û le tirsî lome, ebu necim bedrî becê hêşt. ewendey pê neçû ke bextyar le tirsî ’ezdi’eldewle wazî le ḧiqûqî xoy hêna û bedrîşî becê hêşt û geřayewe lay bawkî (kitab ticar alamim, ciłdî 2).

ḧesnewî le sałî 369 h.da le 3y řebî’ul‌ewweł le sarmac wefatî kird.

ebu necim nasir’eldewle bedir

le dway wefatî bawkî, bû be ḧukmidarî berzîkanî. le ’eynî sałda be’zê qełay le ẍerbî hewlêr zewt kird. ’ezdi’eldewley bweyhî, wefatî ḧesnewî be firset zanî, çunke fexir’eldewley biray bew pişt‌estûr bû û bextyarî amozaşî gelê îstîfadey le komekî ḧesnewî kirdibû. le ber em eḧwałe ’ezdi’eldewle zor řiqî le ḧesnewî hełgirtibû. le dway wefatî, wîstî ḧakim û nifûzî ḧikûmetekey le naw berê, ewwełen «eba nesir xurşîd yezdyar»y xeznedarî be kaẍezewe narde lay fexir’eldewle û mu’eyed’eldewle û qabûsî wişmigîr û meqsedî legeł emane řêkkewtin bû. kuřanî ḧesnewî le dway wefatî bawkyan, le yekêtî layan da û her kese kewte herayek.

em kuřane ebu’el’ela û ’ebdulřezaq û ebu necim bedir û ’asim û ebu ’ednan û bextyar û ’ebdulmelîk bûn. be’zêkyan le zîddî ’ezdi’eldewle legeł fexir’eldewle řêk kewtin û be’zêkyan řûyan lê wergêřa. tenya bextyar le birakanî cwê buwewe û le qełay sirmacda da’enîşt. destî kird be muxabere legeł ’ezdi’eldewle û we’dî teslîmî qełakey pê da. ’ezdi’eldewle lem tefreqeye îstîfadey kird û leşkirêkî qursî ko kirdewe û nardî bo ser wiłatî cîbal.

em leşkire be asanî daxłî hemedan bû, zor le umera û serdaranî fexir’eldewle û berzîkanî, legeł leşkirî ’ezdi’eldewle řêk kewtin. bem new’e nehawend û sirmacîşî be asanî le dest çû û mał û tałanêkî zor kewte destî ’ezdi’eldewle. kuřanî ḧesnewî be wasîtey serdar eba nesir xwaşazewe ’erzî îta’etyan bo ’ezdi’eldewle kird û le dwayîşda hemû hatne ordûga.

’ezdi’eldewle kuřanî ḧesnewî xiste jêr nezaretewe û le dwayîda ’ebdulřezaq, ebul’ela û ebu ’ednan û bextyar û ’elî legeł be’zê pyawe gewrekanî kurdida girt û bedrî bang kird, xełatî daye û şîrêkî ałtûnî legeł espêkî be řextî ałtûnewe daye û kirdî be ře’îsî kurdanî berzîkanî û ’asim û ’ebdulmelîkîşî xełat kird.

le dwayîda baqî kuřanî ḧesnewî, legeł řu’esay gîrawî kurdida kuşt. mał û mułkîşyanî zewt kird. ebulwefa tahîr kuřî miḧemedî be leşkirêkewe narde ser qełay sirmac û girtî û hemû mał û xezêney ḧesnewî tałan kird (zulḧeccey 369 h).

le dway geřanewey ’ezdi’eldewle bo beẍda, ’asim legeł be’zê řu’esay kurdida le bedir ’asî bûn. le paşda bedir çuwe serî û legeł ’asmida baqî birakanîşî le naw bird û bê řeqîb mayewe û destî kird be îslaḧ û tewsî’î mułk û ta lenawçûnî ’ezdi’eldewle şertî wefay be tewawî legełda becê hêna û be heray fexir’eldewleda be leşkirî xoyewe yarmetîy ’ezdi’eldewley da.

emîr bedir le dway ’ezdi’eldewle legeł fexir’eldewle biray ’ezdi’eldewle aşt buwewe û le ser eme legeł şeref‌eldewley kuřî ’ezdi’eldewle beynî têkçû û duşnimayetî kewte beynewe.

şeref‌eldewle le dway cêgîrbûnî le beẍda, leşkirêkî zorî le qumanday «qirtikîn cehşyarî»da narde ser emîr bedir û dû leşkir le nizîk qirmesîn (= kirmaşan) tûşî yek bûn û le dway wirde şeřêk, emîr bedir be qesd xoy şikand û ordûgakey xoy legeł bine û barxaneyda bo becê hêştin. qeretekîn lem fêłe negeyşit û way zanî ke beřastî ẍalb buwe. legeł orduwekeyda dabezî û le ordûgay bedirda xoy ḧesandewe. bełam zorî pê neçû ke emîr bedir be xoy û leşkiryewe hełîkutayewe seryan û mołetî xo kokirdinewey nedanê û kuştarêkî zorî lê kirdin û hemû bargiranî lê zewt kirdin.

qeretekîn be hezar ḧał legeł çend xizmetkarêkî xoy necatî bû û bîlfewr xoy geyande pirdî nehrewan û le dway çend řojê legeł baqî leşkirekey ke be perêşanî û biławî geřabûnewe, hatewe beẍda (377 h).

em ẍelebeye muqeddemey şewket û îstiqlalî ḧukmidarî berzîkanî bû. waqî’en emîr bedir leme îstîfadey kird û berebere îqlîmî cebelî dagîr kird.

le sałî 379 h.da ke fexir’eldewle řûy kirde ’êraq û ehwaz, emîr bedrîş be leşkirî xoyewe ke çwarhezar swarêk bû, yarmetîy da.

ḧukmidarî berzîkanî le şeř û heray beynî umeray bweyhîda zor ’aqłane ḧereketî kird û lew paşagerdanîyeda wirdewrde memleketekey xoy gewre kird. le layekewe ḧidûdî memleketekey geyande awî «kirxa» , şarî «şapûrxiwast = xuřem’abad»yişî be destewe bû. îqlîmî cîbal ke wiłatî kirmaşanî êsta û şarezûre, hemûy le jêr ḧukmî xoyda bû.

umeray bweyhî be sebebî şeř û de’way naw xoyanewe zor bêhêz kewtibûn. nek emey ke bitwanin man’î tewesu’î berzîkanî bin, bełkû zor car tikay yarmetîyan lê ekird û şewket û qudretî bedir bem new’e da’îmen řû le tereqî bû. xelîfey ’ebasî le 338 h.da leqebî «nasir’eldîn û eldewle»y daye (alkamil)

emîr bedir beřastî ḧukmidarêkî zor ’adił û xêrxiwa bû. şoretî gewreyî tenya le meydanî şeřda wernegirtibû. le xisûsî îslaḧat û î’mar û ḧîmayey zurra’îşewe benawbang bû. le xizmetî îş û karî dînîşda le hemû mu’asrî pêştir bû. «kitab ticarb alamim» derḧeq be feza’îl û ewsafî biłindî em ḧukmidare zor teqdîrkarane basî eka.

nasir’eldîn bedir ta sałî 400 h bê ẍa’île û be kemałî serbexoyî îcray ḧikûmetî kird. em dewrey bê şeř û heraye bo memleketeke zor bexêr û bereket bû. řî’ayay zor baş ḧesayewe û emnyet û ڕەفاە le hemû layekî memleketda ebînra. bełam le î’tîbarî em sałewe întîzamî îdare têkçû û hîlalî kuřî nasir’eldîn çû be gij bawkya.

«alkamil» sebebî em şeřî beynî bawik û kuře wa neqił eka:

daykî hîlal xełkî şaznican bû, le dway teweludî hîlal, bedir em afretey dûr xistewe. ewendeş řûy ne’edaye. hîlalî kuřî û kuřekey tirî ke be ebu ’îsa nasrabû, xoş ewîst. le dway eme ke hîlal gewre bû, carcare legeł bawkya eçû bo řaw. nasir’eldîn bedir ’adetî bû ke tûşî şêr ehat, be destî xoy eykuşt. bełam def’eyek hîlal firsetî be bawkî neda û xoy hełîkutaye ser şêr û kuştî. bawkî em cesaretey pê naxoş bû û pêy gut ke lat waye fetḧêkî gewret kird? beynî şêr û seg çi ferqêk heye?

le dway em ’aczîye wîstî le xoy dûr bixatewe, bem fîkire samẍanî daye û nardî bo ewê, hîlalîş emey pê xoş bû, eywîst dûr kewêtewe. bełam ewendey pê neçû legeł ḧakmî şarezûrî dirawsêyda ke îbnî elmazî bû, têkçû. welḧał em ḧakme me’mûrî bawkî bû. bedir ke emey bîst, bo hîlalî nûsî û temêy kird ke heray legeł neka. bełam hîlal gwêy nedaye emrî bawkî û heřeşey lê kird û pêy gut ke her mu’ameleyekî xirap legeł îbnî elmazî bikey, bizane ke le ḧeqî minî ekey. hîlal le paş em temêyey dwayî bawkî, be ’eksî ḧereketî kird û destibecê leşkirî ko kirdewe û çuwe ser şarezûr. le dway muḧasereyekî kurt, zewtî kird û îbnî elmazî legeł kuřanîda kuşt û herçî bû, tałanî kird.

nasir’eldîn ke em xeberey bîst, zor ’aciz bû û mu’ameley beşîddetî derḧeq kird. hîlalîş beramber be mu’ameley bawkî, destî kird be tefredanî pyawmaqûłanî bawkî û gelê dyarî û parey bo nardin. bem terḧe hemû řoj quwetî řû le zyadîda bû. sexawet û dest‌biławîşî zor te’sîrî hebû. bawkîşî çunke ewende destî biław nebû, berebere teřefdaranî lêy tekînewe.

xulase leşkirî nasir’eldîn û hîlal, le qapîy dînewerda berengarî yek bûn. lew weqteda beşî zorî leşkirî nasir’eldîn çûne lay hîlal û nasir’eldîn bedir be dîl gîra û biraye lay hîlalî kuřî. be’zê le umera teşwîqyan kird ke bîkujê, bełam hîlal necabetî nwand û ew bê‌şermaney sikût kird û xoy çû be pîryewe û gutî: to her emîrî û minîş serleşkirî tom. bedir cwabî dayewe û gutî: kes em qiseyet lê nebyê; çunke ebête sebebî lenawçûnî herdûkman. em qełaye bo to û îşaretî tesîlîmîş fiłane şite. ew mał û dewłetey ke tyayetî, başî muḧafeze bike û çunke xełk toy ewê, to emîrî û minîş emewê qełayekim bideytê ta têyda dabnîşim û legeł ’îbadetim xerîk bim. hîlal em emrey becê hêna û beşêkî mał û dewłetî legeł qełayekda daye.

nasir’eldîn lem mu’ameleyeda diłî baş nebû, waqî’en le dway eme ke le qełakeda zerîf cêgîr bû, kaẍezî nûsî bo ebu elfetiḧ kuřî ’enaz û eba ’îsa şazî ke le esed’abad bû, le hîlalî han dan.

waqî’en ebu elfetiḧ çuwe ser qirmesîn û zewtî kird û eba ’îsaş çuwe ser şapûrxiwast û tałanî kird. ke xeberî hatnî hîlalî bîst, řûy wergêřa bo nehawend, ke be destî ebubekir kuřî řaf’ewe bû. lêre hîlal hełîkutaye serî û çwarsed kesêkî le deylemî kuşt ke newedyan umera bûn. kuřî řafi’, ebu ’îsay girt û teslîmî hîlalî kird, bełam hîlal ’efwî kird û legeł xoy birdî.

bedir ke way zanî, pyawî narde lay beha’’eldewley deylemî û tełebî mu’awenetî lê kird. beha’’eldewle leşkirêkî řêk xist û le qumanday fexir elmelîk ebu ẍalbida nardî be îmdadî nasir’eldîn bedrewe. em leşkire ke geyşte şapûrxiwast, emîr hîlal le ebu ’îsay pirsî û gutî ewa leşkirî beha’’eldewle hat, ełêy çî? ebu ’îsa gutî: wa lazme biçî be pîryewe û îta’etî beha’’eldewle bikey û be pare îqna’yan bikey. eger řazî nebûn, ew weqte tengyan pê heł’eçnî û le dwayîda eřoy. em leşkire wek leşkirekey pêş dînewer nîye û şwênit nakewê, nîhayet be teşwîqî bawkit hatûnete serit.

hîlal em nesîḧetey be ḧîle zanî, ebu ’îsay kuşt; le dwayîda wîstî be şew bida be ser leşkirî fexir’elmelîkda. bełam fexir’elmelîk pêy zanî û xoy ko kirdewe û le ordûgada bo muḧafezey mał û bargiranî, quwetêkî biçûkî becê hêşt û çû be pîr dujminyewe. hîlal ke emey çaw pêkewt, têgeyşit ke nesîḧetî ebu ’îsa řast buwe û peşîman bowe. xeberî nard bo fexir’elmelîk û gutî min bo şeř nehatûm, bełkû meqsedim eweye nizîkit bim û îta’etit bikem, eger şeř nekeyt min bo îta’et ḧazirim.

fexir’elmelîk bem qiseye řazî bû û xeberî nard bo bedir û meselekey têgeyand. bedir mu’ameleyekî xirapî derḧeq be em sa’îye kird û derîkird û pyawêkî narde lay fexir’elmelîk û pêy gut em mu’ameley hîlale be ẍeyrî ḧîle, şitêkî tir nîye, çunke eyzanê ke şeřî pê nakirê, le ber ewe nabê firsetî bidenê.

ke fexir’elmelîk emey bîst, îtir biřway kird ke bedir be tewawî duşminî kuřekeyetî û emrî bo şeř da. zorî pê neçû hîlal be dîl gîra û hênraye lay. hîlal tikay kird ke teslîmî bawkî neka, em tikaye qebûł kira. le dwayîda îşaretî teslîmî qełakey lê pirsî, hîlal pêy gut. bełam daykî hîlal legeł muḧafzînî qełake qebûłyan nekird û tełebî emanyan kird. fexir’elmelîk te’mînî kirdin û le dwayîda çuwe naw qełake û le paşda teslîmî bedrî kird û herçî mał û dewłetêkî ke tyabû, hemûy zewt kird. xezêney em qełaye zor ẍenî bû û piř bû le ałtûn û zîw û micewherat û melbûsat û sîlaḧ ... alx (ciłdî 9, li 88-89)

nasre’eldîn bedir le dway eme ke be wasîtey yarmetîy beha’’eldewlewe memleketekey le destî hîlalî kuřî sendewe, wiłatî şarezûrî da be ’emîd elcyûşî wezîrî beha’’eldewle û le î’tîbarî ew tarîxewe wiłatî şarezûr le teřef wekîlekanî ’emîd elcyûşewe îdare kira û le destî ḧikûmetî berzîkanî derçû.

hîlal le dway gîranî ḧepis kira. ke sułtan‌eldewle hate cêgey beha’’eldewle, bû be ḧukmidarî ’êraq, dîsanewe hîlalî le ḧepsida hêştewe. bełam tahîrî kuřî hîlal le piřêkda hate meydanewe û şarezûrî le wekîlî ’emîd elcyûş zewt kird (404 h).

nasir’eldîn bedir le sał 405 h leşkirî kirde ser ḧusên kuřî mes’ûdî kurd û le qełay «kusicd»da muḧaserey kird. be sebebî şîddetî zistan, leşkirî bedir zor ezyet û kwêrewerî kêşa û bem te’sîre qerarî kuştinî nasir’eldînyan da. bedir be wasîtey teřefdaranî xoyewe emey bîst, bełam gutî: ew segane çîn û çon etwanin şitêkî wa biken û gwêy nedaye.

def’ey duwemîş pêyan gut ke qerarî kuştinit dirawe. dîsan gwêy nedaye. le weqtêkda ke le berdemî ordûgada le ser tepołkeye řawestabû, çend kesêk le ’eşîretî cuzkan hełyankutaye serî û kuştyan û leşkirî becêy hêşt û le dwayîda emîr ḧusên kuřî mes’ûd le qeła hate derewe û çawî be meytekey kewt, emrî kird hełyangirt û nardye meşhedî ḧezretî ’elî (r.’) û lewê defnyan kird.

nasir’eldîn eldewle bem terḧe le dway ḧikûmetêkî sî sałî û le ’umrêkî gewreda le naw çû. le dway wefatî ’ezdi’eldewle (372 h), ta têkçûnî legeł hîlalî kuřî (400 h) ye’nî 28 sał be serbexoyî îdarey memleketî berzîkanî kird. be ’edałet û ḧusnî tedbîr û metanetêkî biłind, memleketekey xoy ḧesandewe û le hemû xisûsêkewe pêşî xist. saḧêbî zeylî «kitab ticarb alamim» ke wezîr ebu şuca’e, zor basî ewsaf û ḧesenatî em ḧukmidare eka ke xulaseyekî emeye:

ḧesenatî:

ḧukmidarî berzîkanî bo me’aşî muḧafzînî ḧecac hemû sałêk 5000 dînarî be řu’esasî qafłey ḧecac eda û ney’ehêşt beramber bem xizmete şitêk le ḧecac bisênrê. bêcge lemeş bo te’mîrî bîr û řêgey ḧec û bo dabeşkirdin be ser feqîranî muhacîrîn û ensarî ḧecacda hemû sałêk 20000 dînarî texsîs kirdibû û em pareyey ta le ḧałî ḧeyatda bû serf kird, bełam le dway xoy biřîyan.

syasetî małîyey:

bedir zor dîqqetî le îş û karî małîyey ekird, zor betedbîr û dûr’endêş bû. le ber ewe xezêney dayme piř bû. eger fexir’elmelîk ebu ẍalb le şapûrxiwast małekey nebirdaye, mewcûdîy xezênekey zor muhîm ebû. yekê le ḧusnî tedbîrî, meydan nedanî be îḧtîkar [bû], beramber be xyanet cezay zor gewrey eda, bełam eger nuqsanî warîdat le musîbetêkewe ḧasił bibwaye, be řastî û bê dexłî multezîm qena’etî bikirdaye, le emwalî sedeqe zererî multezîmekey edayewe, weya bedelî te’cîl ekird. le ber eme, kes ney’etwanî be dił, te’ehud neda, weya le teḧsîlatda xyanet bika.

bo umûrî xeyrîyey naw şar, hemû sałêk mîqdarêk parey serf ekird, bo îslaḧî dezga û me’amil, bo te’mîr û geşaweyî řêgey tîcaret, le mesirf siłî ne’ekird û le ber ewe tîcaretî wiłatekey da’îmen řû le tereqî bû. meselen ke řêgey muhîmî bikirdayewe, ewwełen bo westa û kirêkar çî lazim bwaye, ḧazrî ekird. bazařêkî mweqetî bo da’enan û herçî le şarda bifroşraye û westa û kirêkar lazmyan bwaye, boy ehênan, be fyatêkî zor kem pêy efroştin û bem terḧe qazancî her dû lay te’mîn ekird.

ewsaf û mezbetey şexsîy:

zor şarezay syasetî zemanî xoy bû, nifûzêkî serdaraney be ser leşkirekeyda hebû. derḧeq be ře’yet ’adił û beřeḧim bû. syasetî małîyey zor baş bû, le cem’î warîdat û serfîda beřastî nifûzî nezerî fewqel’adey hebû. zor ḧezî le xêrkirdin ekird. le ře’î û tedbîrîda sabit bû. le weqtî şeřda zor metîn û mudebîr bû. ’eşa’îrî berzîkanî be dîrayetêkî berz îdare kird. le tałanî û cerdeyî men’î kirdin û le hemû xisûsêkewe îslaḧî kirdin, meylî me’arfî tya peya kirdin, zorê be sayey ewewe fêrî xwêndin bûn, zar’ û cûtyarî ḧîmaye kird û men’î xerman sûtandinî kird û em ’adete xirap û koney zor ’aqłane le naw bird.

be gwêrey řîwayetî zeylî «kitab ticarb alamim» em ḧukmidare le weqtêkda ke xirape le naw wiłata zor bû, ’adeten zar’ xerîkî terkkirdnî zîra’et bû, bo řu’esay ’eşa’îrekan zyafetêkî kird û enwa’î te’amî dana, bełam nanî le ser sifre danena, kes destî bo çêşt dirêj nekird û întîzarî nanî kird. bedir řûy têkirdin û gutî wa dyare bebê nan natwanin bixon, ke wa bû boçî mezrû’atî ’alem le naw eben?! xwa řûtan řeş ka û xwa şahîd bê lemewla her kesêktan tuxnî mezrû’at bikewê û zułim le saḧêbekanî bika, xwênî eřêjim. waqî’en swêndî xoy hênaye cê û bo em îşe zor kesî kuşt û em mu’ameleyey buwe dersêkî ’îbret bo ’eşa’îr û le tirsî ew, kes neywêra îtir xirape bika û zerer le zar’ bida.

em ḧadîseyeşî nimûneyekî ’edałetî em ḧukmidareye. řojê legeł be’zê leşkirî egeřa, le řêge tûşî ladêyyek bû, ke kołê darî hełgirtibû. yekê le swarekanî, dû nanî lew feqîre sendibû, ladêyyeke geyşte řastî bedir, bangî kird û witî:

ey ḧukmidar, min feqîrêkî darfiroşim, dû nanim pê bû, îdarem pê ekird û parey darekeşim bo mał û mindałekem ehênayewe. le řêge tûşî swarekanit bûm. yekêkyan nanekanî lê sendim.

ḧukmidar lêy pirsî: ew sware enasî?

kabra gutî: bełê; çawim pêy bikewê, eynasim.

nasir’eldîn le dway em qise û base legeł kabray darfiroşda le derbendêkda řawesta û emrî kird ke leşkir yeke yeke be berdemîda biřon. waqî’en ewendey pê neçû kabray darfiroş swarekey nîşanî emîr da. nasir’eldîn emrî kird swarekeyan dabezand. gutî: ebê em kołedare hełgirî û bîbeyte şar û bîfroşî û parekey bidey bem pyawe.

swareke pyawêkî nasraw bû, wîstî be pare xoy lem cezaye necat bida, ḧetta le giranayî dareke parey teklîf kird. nasir’eldîn qebûłî nekird û darekey pê hełgirt û emrî xoy becê hêna. em mîsalî ’edałete, te’sîrêkî zorî bû û îtir kes em new’e zułmey nekird.

ełên melîkey řey zor le ’eqił û tedbîrî bedir emîn buwe û dayme bo umûrî ḧikûmet pirsyarî lê ekird. def’eyek emîr nûḧ meḧmûdî sebuktekîn ke ḧakmî xorasan buwe, êlçîyekî narde řey û heřeşey le melîke kird. melîke kaẍezî nûsî bo nasir’eldîn û ře’î pirsî. bedir le cwabda gutî: ew êlçîye binêre êre. le dway eme leşkirî ko kirdewe û be lîbas û sîlaḧêkî mukemmel û cwanewe her le qapîy řeyewe ta şapûrxiwast lem ber û ewberî řêge řaygirtin. êlçî meḧmûd sebuktekîn be naw em leşkireda hat û lem şewket û quwete serî sûř ma. ke hate lay nasir’eldîn, ḧurmetî girt û nesîḧetî kird ke emîr meḧmûd legeł melîkeda lazme řêk bikewê. le paşa nardyewe û waqî’en emîr nûḧ meḧmûd be te’sîrî ew tedbîre sułḧî be ser şeřda tercîḧ kird û řêk kewt.

ew ḧîle ḧerbîyeyey ke beramber qeretekîn cehşyarî kirdî, mîsalêkî zor cwane bo qudretî ḧerbîyey.

le dway lenawçûnî nasir’eldîn bedir, şewket û berzîy ḧikûmetî berzîkanî řûy kirde nuşustî û le şikłî ḧikûmetî derçû û buwe îmaretêkî nařaḧet û piř’aşûb.

«alkamil» ełê le dway kuştinî bedir, ’eşîretî «cuzkan» řaykirde lay şems‌eldewle ebu tahîrî kuřî fexir’eldewley bweyhî.

tahîrî kuřezay nasir’eldîn le dway wefatî bapîrî, îdî’ay ḧukmidarî kird. legeł şems‌eldewle kewte şeřewe, bełam mwefeq nebû û be dîl gîra û hemû mał û mułkî tałan kira û xoyşî le hemedanda ḧepis kira. le ser ew ḧadîseye, ’eşa’îrî «ellurye» û «şaznican» tabî’î «ebu elşewq»y ’enazî bûn. baqî mułkî berzîkanî, kewte destî şems‌eldewle. lew weqteda hîlal le lay sułtan‌eldewle ḧepis bû. le dway îstîlay şems‌eldewle berdira û legeł leşkirêkda bo sendinewey mułkî bawkî, ḧereketî kird û legeł şems‌eldewle kewte şeřewe. bełam leşkirekey şeřêkî be diłyan bo nekird û řayankird û xoyşî kujra (405 h).

le 406 h.da şems‌eldewle, tahîrî kuřî hîlalî be qewl û biřî îta’et bereła kird û nardyewe ser wiłatî berzîkanî. le dway beynêk legeł ebu elşewq kewte şeřewe û şikandî û birakey kuşt. le paşda sułḧî legeł kird û xuşkî ebu elşewqî mare kird û zorî pê neçû ebu elşewq le batî birakey, be fêł kuştî. bem terḧe dwayî xanedanî ḧesnewî hat û beşêkî wiłatekey û qîsmî şarezûr kewte destî îmaretî benu ’enazî kurd.

dwayîn emîrî xanedanî ḧesnewî, ebu selîm dîsmî kuřî ebu elẍena’îmî biray ḧesnewî bû ke le dway wefatî tahîr, be muddetêkî kem, le axîr melce’î ke qełay kasan (le mentîqey zehaw û nizîkî babeyadgar bû) bû, meḧrûm kira.