mu’teqedat û dyanet

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  735 Dîtin

saḧêbî «tarîxî êranî qedîm» le xisûs î’îtqad û mezhebî arîy êran û dirawsêyekanyan tedqîqatêkî başî kirduwe. be qisey ew, mezhebî zor qedîmîy eqwamî arîye, wekû zimanekey, legeł hîndîda yek buwe û le dwayîda û le beynî qeřnî çwarde û nohemî pêş mîladda cwê buwewe. em tarîxey ew, le teqrîbî tarîxî nûsranî «wedas» ye’nî kitêbî muqedesî hîndêkane, ke be zimanî sanisqirîtî nûsrawe.

lêreda xîlafî em tedqîqate, lazme bizanîn ke mu’teqedatî be’zê le eqwamî arîye, wekû gotî, lollo, kasay û ’îlamî (komełî zaẍros), çunke le mebde’î tarîxewe legeł sommerî û akadî zor têkeł bûn, le hemû xisûsêkewe tab’î te’sîratî ewan buwe û mu’teqedatîşyan lem te’sîre řizgarî nebuwe. meselen ebînîn le naw emaneda kasay, tebeqey wekû xełkî babil bû, hemû new’e mewcûdat û mu’essîratî tebî’îye nimûneyekî alûhîyetyan hebuwe (fesłî 3).

zendi’awêsta (kitêbî muqedesî zerdeştî), le xisûs mu’teqedatî pêşûy eqwamî arîye (mad, pars û tewab’î), ełê: em eqwame î’tîqadyan be dû esas hebuwe: xêr û çake û şeř û tarîkî. ewey ke be kełkî însan ehat û fa’îdey boy hebû, wekû řizq, řûnakî, baran, emane le me’bûdî xêr û çake ezanra û ewey ke zererî pê egeyandin, wekû nexoşî, mirdin, wişkî, zîqet, giranî û enwa’î beła le me’bûdî şeř û tarîkî ezanra. me’bûdî ewełyan eperest û ’îbadetyan bo ekird, le me’bûdî duwem etirsan û bo emey ke zereryan pê negeyenê, be’zî du’ayan exwênd ke em du’ayane le dwayîda bû be sîḧir û cadûgerî. bêcge lemeş «mîsîre» (mîhir), yekê le me’bûdatî here qedîmî qewmî arî buwe û ḧeta awêsta em me’bûdey le beynî hurimz û ehrîmenda danawe û be ’eqîdey zerdeştî, «řoj» le teřef xwawe bo hełgirtinî şeř û xirape me’mûr buwe. ḧeta le zemanî erdeşîrî duwemî exmenda, «řoj» ḧamîy xanedanî sełtenet buwe û le dway eskenderî gewre ayînî řojperistî sîrayetî kirdote enatolî û yonan. (tarîxî êranî qedîm, lapeře 26)

be’zê le mu’erîxîn ełên peristinî me’bûdatî wekû hewretrîşqe (weresereẍna) û řoj (mîsîre) lew zemaneda le naw arîy êranîda hebuwe. wayan zanîwe ke řoj çawî asmane û hewretrîşqeş kuřî ewe. xulase emaneş wekû arîy hîndî, be’zê ’enasryan eperestî û le pêş ewan û be delaletî zerdeşt geyştote ’eqîdey tewḧîd.