4. kurd le ’esrî bîstemîna
mîllî îbrahîm paşa: le îbtîday ’esrî bîstemîna (1908y mîladî) û le pêş şeřî gewreda yekê le weqa’î’î kurdistan, qyamî ře’îsî ’eşîretî mîllî, îbrahîm paşay kuřî meḧmûd begî tîmawîye.
îbrahîm paşa le dway eme ke bû be ře’îsî mîllî, řaḧet danenîşt û desî kird be xirapekirdin û karwan řûtkirdin, le hemû layekewe xirapekerî lê ko buwewe û řêgey dyarbekir û mardînî xiste tehlukewe. be tebî’et ḧikûmet leşkirî narde serî û girtî û nefî kirde sîwas. bełam le paş beynêk lewê řaykird û be zeḧmetêkî zor xoy geyande wêranşehir; ewendey pê neçû teşkîlatî ḧemîdîye le beynî ’eşa’îrî kurdida kira û îbrahîm paşaş daxłî em teşkîlate bû û řutbey mîrî mîranî diraye û berebere nifûzî zyadî kird û be ser hemû ’eşa’îrî ’erebî ew naweda zał bû û le 1904da ’eşîretî «qirekçîlî»şî şikand û tab’î emrî xoy kird û nifûzêkî fewqul’adey peya kird. merkezî esłîy, wêranşehir bû û hemû mentîqey beynî mardîn û orfe û qereçetaẍ tab’î emir û nehîy bû. le dway î’lanî meşrûtîyet le ḧikûmet ’usyanî kird û leşkirêkî zorî kiraye ser û nîhayet le cebel ’ebdul’ezîzda tengî pê hełçinra û gîra û meḧu kirayewe.
waqî’ey duwem îşẍałî wiłatî mukirîye le teřef ḧikûmetî ’usmanîyewe. em qîsmî ḧidûde le beynî dû dewłetda saẍ nekirabuwewe. ḧikûmetî ’usmanî le dway şeřî «řûs japon» le hîlakî û bêhêzîy ḧikûmetî řûsye îstîfadey kird û le qomanday miḧemed paşay taẍistanîda be’zê quwetî nîzamîyey nard û be yarîyey ’eşa’îrî kurdî ew nawe wiłatî urmê, oşno û sabłaxî dagîr kird û em ḧerekete buwe sebebî be’zê teşwîşatî syasîye û em ḧałe ta dwayî şeřî bełqan dewamî kird. ḧikûmetî řûsîye be qesdî tehdîd be’zê quwetî nard û mentîqey xoy û wirmêy îşẍał kird û ḧikûmetî ’usmanî mecbûr kird ke wiłatî mukirî çoł bika. nîhayet le dway munaqeşat û muxaberatî syasîyekî zor, hey’etêkî muxtelît (îngilîz, řûs, turk, êran) tertîb kira û be wasîtey em hey’etewe le sałî 1913da des kira be teḧdîdî ḧidûdî ’usmanî û êranî, baxsûs tehdîdî ew beşaney ke wa le beynda sebebî de’wa bû û le pêş tewawbûnî em îşeda şeřî gewre desî pêkird. le pêş em şeředa beşêkî ’eskerî kurd (qul ordûy dehem) hênra bo estamoł û îştirakî şeřî bełqanî kird.