minasebatî kurd legeł ermînîyeda

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  605 Dîtin

le ḧałî xoyda xirap nebû û ewweł û axîr em hawwiłatîyane legeł yekda başyan řa’ebward û eger handanî me’mûrîn û karbedestanî ḧikûmetî, wazî bihênaye em têkełî û aştîye dewamî ekird, bełam çunke ’unsurî ḧakim herdûkyanî be ẍeyre ḧîsab ekird, eywîst duşminayetîyekyan bixate nawewe û byanka be gij yeka ta her dû la bê‌hêz [bin] û le tirsî yektirî netwanin bibzûnewe û be keyfî xoy be seryana zał bê. em syasete waqî’en be nezer ḧikûmetewe minasb bû û le netîcey em ḧałeda bû ke le beynî em dû qewmeda naxoşî û de’wa peya bû. le hawînî sałî 1894y mîladîda le wiłatî sasonda gelê şeř le beynî kurd û ermenîda waqî’ bû û le her dû la zererêkî zorî da û çend dêyek wêran bû. em ḧadîsane muqedîmey ḧadîsatî tir bû û le hemû em wiqû’ataneda kurdekan fe’alîyetêkî zoryan nwand. le sałî 1895da ’eynî de’wa le ḧerîkda desî pêkird û em ḧerekete beramber be ḧikûmet û be meqsedêkî tir bû. le dwayîda em duşminayetîy beynî kurd û ermenî kewte ḧałî sikûnewe û ta ewwełî şeřî gewre bew ḧałe dewamî kird.