[řay nûserî em kitêbe]

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  1129 Dîtin

’elawe le beynî em qołe gewraney kurdida ełbete gelê beşî gewre û piçûk buwe, ke le wesa’îqî qedîmeda carcar basyan kirawe. meselen sêr olimistîd ełê ’eşîretî «musrî» ke ecdadî ’eşa’îrî «mîsurî = mizurî»y îmřoye, le zemanî «sinaxrîb» (705- 680 p.m)yişda her wekû êsta le beynî dû qołî «xazer»da bûn (tarîxî asûr, lapeře 332)

«sîrtî»y zimanî asûrîş, řenge ’eşîretî «sipird» bê ke sêr mark saykis le şîmalî zaxoda tûşyan buwe. ḧeta mu’errîxînî ermenî le naw qewmî xoyana basî be’zê ḧikûmetyan kirduwe ke legeł nawî be’zê ’eşayrî kurdî îslamîy êstada muşabehetêkî zoryan heye. meselen «mamekonyan», «baẍratunyan», «řeşdinyan» û «mendîkanyan» le muşabehetêkî tesadufî gelê zyatir minasebetyan legeł ’eşayrî kurdî mamîkanlî, beẍranlî, řuşkutanlî û mendîkanlî heye (dwayî warîsanî xulefa, lapeře 252)

xulase, menşe’ û esłî qedîmî kurd, çi tebeqey eweł bê û em tebeqeyeş wekû be’zê musteşrîqîn ełên çi «qoqazî» bê û le paşda be lafaway muhaceretî ’esrî nohem û heştem bûbê be arî, weya wekû beşî zoryan îdî’a eken çi «arî» weya «hînd û ewrûpî» bê, çûnewey ser esłêkî zor qedîmî, nezeryeyekî zor bequwete û bo emey ke be tewawî saẍ bêtewe, hêşta muḧtacî be’zê asar û dela’île ke umêd ekirê îktişafatî taze bîxate meydanewe.

legeł emeşda î’tîqadî min waye ke nezeryey hatnî qewmî kurd le ewasîtî ’esrî ḧewtemî pêş mîladda zor ze’îfe, bîl’ekis nezeryey pirofîsor sipayzer û emsalî, ke ecdadî kurd be ehalîy esłîye û zor qedîmî zaẍros weya kurdistan da’enê, gelê bequwete û le ’eqił nizîktire. waqî’en ebînîn ke le weqay’î tarîxîyey ’eşa’îrî kurdistanda be’zê nawî cwê‌cwê zîkir kirawe û însan wa zen eka ke em nawe cwê‌cwêyane ’a’îd be xêłat û ’êlatî cwê‌cwêye. welḧał em zenne tewaw nîye, çunke gořanî em nawane muqtezay tesdîqî em ḧałe eka û ’eynen ełê:

Proper names are apt to be moditied vohen used by other peoples.

(eqwamî mezopotamya, lapeře 116)

fîlḧeqîqe ebînîn le basî qewmî «horî»da pirofîsor sipayzer, no nawî cwê‌cwêy qeyd kirduwe: «hor lelîla, hor laş, hor lo, horî, kurhoruhe, harî, murî, hurît» û le beḧsî mîtanîda «mîtanî, mîtlanî» û her lem beḧsî mîtanîyeda «tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn» ełê xełkî mîsir pêyan gutûn «naharî» û kîtabî muqedesîş be «aram-naharem» nawî birdûn. qewmî lollo, «lollobo», «lollomî» û «nollo»şyan pê gutûn. «med, amada, mada», «kasay, kasî, kaşşu, kuş»yiş her netîcey em ḧałeye.

her bem terḧe le zemanî qedîmda nawî kurdîş, le teref be’zê eqwamewe be te’bîratî ẍerîb ẍerîb û cwê‌cwê îfade kirawe û be gwêrey îctîhadî be’zê musteşrîqîn ew te’bîrate kelîmatî muteşabîhen û her wekû le xwarewe nîşan dirawe, bo kurdî esma’î muştereken weya wekû êstake çon le jêr ’înwanî kurdida û be esma’î muxtelîfe zor ’eşayr û xêłat heye, lew zemaneşa bem nawaney xwarewe gelê qołî kurd buwe: asûrî û aramî gutûyane: gotî, kutî, kurtî, kartî, kardo, kardaka, kardan, karkitan, kardak. êranî gutûyane: gurtibwî, sîrtî, kurdiraha. řom û řomanî gutûyane: karduswî, karduxoy, karduk, kirdukî, kirduxî, kardiwîkan. ermenî gutûyane: kurdu’en, kurçex, kurtîx, kerxî, kurxî. ’ereb gutûyane: kurdî, kardiwî, bakarda, kartawye, curdî, cudî.

eme tenya fikir û qena’etî xom nîye, wekû le mutale’ey pirofîsor sipayzerda (fesłî 2, maddey 3) çawman pê kewt, gelê musteşrîqîn û mudeqqîqînî meşhûr wekû mîster diraywer, noldek, hawfiman û ... alx, ’eynî nezerîyeyan te’îyd kirduwe û ḧeta nawî «kaldî, kaldîw be yekê lem esma’e muştereke da’enên.

lem ḧałey ke le serewe basman kird, ye’nî ’adetî gořînî esma’î xasse le teřef eqwamî muxtelîfewe, êstakeş heye, waqî’en ebînîn ke ’ereb ełê «bindiqye», latîn ełê «wenîs», turk ełê «windîk»; welḧał hersêkyan nawî şarêkî îtalyaye.

nezerîyey be’zê musteşrîqîn waye ke qewmî kurd le nusfî duwemî ’esrî ḧewtemî pêş mîladda le hîndustanewe hatote kurdistan. waqî’en eger em nezerîyeye be tewawî řast bê û her em komełe tazehatuwe be menşe’î kurd dabnirê, ew weqte mumkîne dû î’tîrazî bequwet bikirê:

1. em komełî muhacrînî tazeye çon le kurdistanda cêgîr bûn?

2. eqwamî mewcûdyan çon le naw bird?

hemû eyzanîn ke le ’esrî ḧewtemî pêş mîladda kurdistan çoł nebuwe ta em qewme tazeye be sûk û asanî bêt û cêgîr bê. le nefsî kurdistanî merkezîda qewmî «kurtî» û «nayrî» û le şîmalîda «orarto = xaldî», le şerqîda «mad», «manay», «sîs», «lollo», le cinûbîda asûrî û le ẍerbîda «muşkî», «hîtît» û «aramî» hebû. ke wa bû ebê em komełî muhacrînî tazeye be naw ḧikûmetî mîdyay beşewketda hatbê be zor kurdistanî îşẍał kirdibê, welḧał emeş le ’eqił dûre, çunke eger şitêkî wa bibwaye, mutłeqen le sicîllatî asûrî û xaldîda basî ekira, çunke em dû ḧikûmete hêşta lew tarîxeda le naw neçûbûn.

be fikirî xom, bo su’alî ewweł her tenya cewabêkî munasb heye û ebê biłêyn em komełî tazey kurde, beşêkî dwakewtûy ’enasrî mewcûde bûn û le paşda hatûn û legeł esłekeyana be sûk û asanî û bebê şeř û de’wa yekdîgîr bûn, ca eger cewabî su’alî ewweł eme bê, nezerîyey qebûłkirdinî eqwamî qedîme (gotî, lollo, kasay, med, nayrî ... alx), be esłî kurd, kesbî quwet eka.

cewabî î’tirazî duwem lam waye girantire; ew xerîtaney eqwamî qedîme ke le kitêbî ’ulema û musteşrîqînda deybînîn, komełî «kurdu’en» weya «kardiwîkay» ke ebê komełî muhacrînî taze bê, le mentîqeyekî zor piçûkda nîşan eden. meselen le xerîtekey ’esrî şeşemî pêş mîladî sêr mark saykisda le beynî dyarbekir û menbe’î zêy gewreda ebînrên û em wîs’ete ta 188y pêş mîlad negořawe.

le xerîtekey ciłdî sêyemî «qambêrîc, tarîxî qedîm»da ke teqrîben wez’îyetî ’esrî şeşemî pêş mîlad nîşan eda, mentîqey «kurdu’en» le awî «batman»ewe ta cinûbî beḧrî wirmê eçê û şîmalî «şaxî codî» û «botan» egrêtewe.

em mentîqey «kurdu’en»e be gwêrey wiłatanî «mad» û «nayrî» û «lollo» û «kasasî» û «gotî» û «subarî»yewe, bełkû le deda yek nabê. ca eger «kurdu’en» qewmêkî wa piçûk bûbê, çon le zerfî dû ’esir weya dû ’esir û nîwda ew hemû qewme qedîmaney kurdistanî le naw bird, ya çon twanî tab’î xoy ka û temsîlî ka? ḧeqîqet hemû eyzanîn ke ḧikûmetêkî beşewket û bequwetî wekû asûrî, çend ’esrêk legeł em eqwamî qedîmeyeda xerîk buwe û şeřêkî zorî legełyana kird, bełam le netîceda nek emey ke le nawyan berê, bełkû ney’etwanî be tewawî byanhênête jêr îta’etewe û mecbûr bû mudarayan legeł bika. meselen pirofîsor řaẍuzîn ełê: «ḧeqîqet ḧusnî mu’ameley «tîẍlat pilayser»y qiřałî asûrî legeł milûkî «nayrî»da calbî dîqqete û em mudara û mu’ameley başey be tewawî ’eksî ’adat û tebyatî ḧukmidaranî asûrî bû. şubhe nîye ke em tebdîlî ’adete be meqsedî mudara û řêkkewtin buwe».

cîhetêkî tirîş heye. aksenufon î’tiraf eka ke le wiłatî asûrîyewe ta nizîk «tirabzun» le des qewmî «kurdu’en» necatî nebuwe. ke wa bû, ebê qebûł bikirê ke qewmî kurd, le ewaxîrî ’esrî pêncemda her mentîqeyekî piçûkî xwar gomî wanî îşẍał nekirduwe, bełkû le menbe’î zabî gewrewe ta nizîk beḧrî řeşî dagîr kirduwe. emeş delîlêke bo ewey ke qewmî kurd, wekû be’zê musteşrîqîn zenyan birduwe, her ’îbaret le qewmêkî tazehatû nebûn, bełkû gelê le pêş ’esrî ḧewtemda û be nawî tirewe le kurdistanda mewcûd buwe; eger nezerîyey hatnî qołêkî tirî qewmî kurd le nusfî dwayî ’esrî ḧewtemda seḧîḧ bê, em qołeş legeł esłekanî qedîmeyda ebê yekdigîr bûbê.

legeł emeşda lazme bizanrê ke em efkar û mutale’ate ’îbarete le nezeryat û îctîhadat, ta êsta wesîqeyekî mu’teberî wa nedozrawetewe ke em mes’eley menşe’î kurde be qet’î ḧel bika. waqî’en qewmî kurd lazme teşekur bo duqtor sipayzer bika, çunke be esere cwanekey (eqwamî mezopotamya, boston, 1930), ḧeqîqet ew tarîkîyey ke le ser tarîxî qedîmî kurd bû, be dereceyek hełîgirt û be wesa’îqî mu’tebere û dela’îlî ’îlmîye, esłekey birdînewe ser qewmî «gotî»y meşhûr. legeł emeşda hêşta temtûman le ser tarîxî qedîmî kurd be tewawî laneçuwe, muḧtacî asarî tire û bo em asare qedîme, eger le şaranî kurdistanî qedîmeda wekû «şurî», «erîdî», «enî», «mîsîr», «kînabû», «xubuşkya» ... we alx, tedqîqatêkî baş bikirê, bêşubhe em mes’eleye be tewawî ḧel ekirê. ca ke wa bû, êsta leme zyatir dirêjkirdinewey em mes’eleye bêfa’îdeye.