bi) tebeqey duwem: mad û tewab’î

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  1010 Dîtin

mu’errîx herwey řobnisin û henrî birîstîd ełên le dewrî tarîxî 2500 p.m.da ew eqwame dirawsêye û xizmekanî, be’zê car «arî»yan pê egutin û ’îrqî «hînd û ewrûpî»y lê ḧasił buwe, le şerq û şîmalî şerqî beḧrî xezerda sakin bûn. be’zêkyan be dereceyek legeł zera’etda meşẍûł bûn, bełam hêşta le dewrî ḧecerîda bûn û tenya beşêkî piçûkî, me’denî îsti’mal ekird. legeł ḧeywanatî małî û meřda berzewłaxîşyan (esb) hebû. fêrî nûsîn nebûbûn.

be’zê lem xêłatî arîye bo hîndustan koçyan kirduwe. le kitêbî muqeddesî emaneda ke be zimanî sanisqirît nûsrawe û «wîdas»y pê ełên, derḧeq be edwarî ewwełye û jyanî ẍeyrî medenîy em eqwame be’zê me’lûmat heye . baqî ’eşa’îrîş řûyan kirde wiłatanî cinûbî ẍerbî wadîy elrafîdîn û le naw emaneda ta’îfey here bequwet «mad» û «parsay» bû.

1. med

wekû le serewe basman kird em qewme «hînd û ewrûpî»ye ya «arî»ye le şerqî beḧrî xezer (kaspyen)ewe (řenge le wiłatî baxtiryanewe) û le ’esrî nohem weya paştirda hatbête ẍerbî şîmalî êran ye’nî wiłatî «mîdya» û berebere wiłatanî dirawsêyan dagîr kirduwe û be mirûrî zeman be’zê eqwamî tirîşî wekû manay, sîs û kîmmerî têkeł buwe. hatnî em qewme le sicîllatî ’esrî nohem û heştemî pêş mîladî asûrîyeda bas kirawe.

asûrîyekan bem qewmeyan gutuwe «amada» û «mada». em qewme, le ewaxîrî ’esrî heştemî pêş mîladda ḧikûmetêkî serbexoy damezranduwe û qewmî xizim û dirawsêy «parsay»şî ke le cinûbî ẍerbî êranda cêgîr bûbû, tab’î xoy kird û şarî «eqbatan»y dirust kird û kirdî be paytext. ewweł temasî asûrî legeł em qewmeda le dewrî şelmanaser (835 p.m)da buwe ta lenawçûnyan her legeł em qewmî «med»eda le şeř û herada bûn (tefsîlatî le ciłdî duwemdaye).

pirofîsor says ełê: mada ’eşayrî kurd bûn û le şerqî asûrîyeda cêgîr bûbûn. wiłatanyan ta cinûbî beḧrî xezer eçû. beşî zoryan le xisûsî zimanewe «hînd û ewrûpî» û le cîhet ’îrqewe «arî» bûn (tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn, ciłdî 2). be’zê le mutexesîsîn û musteşrîqîn ełên: zimanî qewmî «med» zimanî kurdî îmřo weya esasî buwe (êranî qedîm, muşîruddewle, lapeře 57).

’ulemay tarîx ełên le dway înqirazî ḧikûmetî mîdyay, te’sîratî madî û me’newîy qewmî parsî beşêkî mîdyay têkełî xoy kird û beşêkîşî legeł kurdida zor řabîte û dirawsêyetî bû, legeł qewm û qebîley kurdanî ke la bû. qewmî «parit» her bem terḧe le naw parsî û kurdida win bûn û temsîlyan kirduwe û qerabetî beynî êranî û kurdî îmřoş ebê lem esasî «med» û «parit»ewe ḧasił bûbê (mes’eley kurdistan beramber be turk, lapeře 21). xulase be nezer em fîkirewe û be gwêrey weten û zimanî qewmî «med»ewe, ebê em qewme le tebeqey duwemda le esłî zor nizîkî kurd bê.

2. nayrî

em qewme, le pêş muhaceretî dwayîda le kurdistanda bûn, waqî’en sicîllatî qedîme, nawî em ’eşa’îrey nebirduwe û le dewrî ḧikûmetî asûrîda basyan kirawe. zor řenge ke beşêkî qewme qedîmekey «subaro» û «gotî» bê û berebere ẍelbey sendibê û be ser hemû xêłatî tira zał bûbê û temsîlî kirdibin û nawekey, cêgey kelîmey «subaro» û «guto»y girtibêtewe. qewmêkî diř û şeřker û nebez bûn û asûrîyekan zor şeřyan legełyana kirdûn. dêhat û xêłatî naḧyey «nerê»y şemzînan ebê asarî mawey nayrî bê.

mutexesîsî meşhûr, fon mînoriskîş lem fikiredaye, musteşrîq turudanjen le eserekey xoyda ełê: nayrî weya «hopşikya» dołî «botan»e û em beşî şerqîy nayrîye, ḧikûmetêkî serbexo buwe.

be fîkirî be’zê musteşrîqîn û mu’errîxîn, em qewmî nayrîye, le dway zihûrî ḧikûmetî mad, îmtîzacî legeł kirdûn û qewmêkî gewre û têkełyan lê peya buwe. lem xisûsewe mêcerson ełê: «eger binwařîne dewrî konî beynî qeřnî panze û dwanzey pêş mîlad, le kurdistanî merkezîda qewmî nayrî ebînîn ke eslafî mad buwe û le dewrî îqbalîda şoretî gewreyî û azayî, hemû dirawsêyekanî tirsandibû û le paşda le jêr nawî kurdida dewamî kird. lem dewreda wiłatî nayrî, le ḧewzey naweřastî zêy gewrewe ta serçawey ew çeme dewamî ekird. xełkî mîdya le dway lenawçûnî ḧikûmetekeyan wirdewrde hatote em wiłate û tyaya jyawin».

3. kardoxoy

derḧeq bem ’eşayrî kardoxoy ke le řec’etî dehezareda aksenufon tûşyan buwe, dû nezerîye heye, yekêkyan ełê em îsme nawêkî gořawî «gotî»y qedîmî tebeqey ewełe. şikił û telefuzekey be mirûrî zeman gořawe û buwe be «gotî» û «kurtî»y zimanî «tukultî-nîrarî»y qiřałî asûrî. be gwêrey tedqîqat û îstintacatî musteşrîq mîster diraywer, çi em lefzî «kurtî»ye û çi «karda»y zimanî «arad-nanar»y qiřałî «laẍaş» û çi elfazî muteşabîhey tir, hemûyan delalet le qewmî kurd eken, eger em nezerîye seḧîḧ bê, ebê «kardoxoy» beqayay qewmî meşhûrey «gotî» bê.

nezerîyey duwem wekû fikirî sîdney simît waye ke em qewmî kardoxoye, muḧtemele le weqtî hatnî «med» û «parsî»da weya le dway ewan û le ewasîtî ’esrî ḧewtemî pêş mîladda hatbête kurdistan û cêgir bûbê û le dwayîda berebere ’eşayrî kurdistanî temsîl kirdibê. zaten beşêkî em qewme, muḧtemele ke řûy kirdibête êran û lewêda cêgîr bûbê, çunke le zemanî ḧikûmetî sasanîda gelê ’eşa’îrî kurd le êranda buwe. sêr sîdney simît, tesdîqî em cîhete eka û ełê: zimanêkî cwê û serbexoyan buwe û legeł farsîda minasebetî nebuwe û lew kontire (temaşay dêřekanî dwayî maddey duwem bike).

be gwêrey nezerîyey eweł, kardoxî, netewey fatḧî sommer û akad, ye’nî «gotî»y qedîme û tab’î ’îrqî «menzûmey zaẍros»e, be nezer duwem fikirewe, «hînd û ewrûpî», weya «arî»ye û legeł «med» û «parsî = parsa»da le ’eynî komeł û ’îrqin.