mutale’ey sêr sîdney simît

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 14 Xulek  822 Dîtin

ew me’lûmatey ke ta êsta derḧeq be kurdistan dest kewtuwe, zor têkeł û keme û bo peydakirdinî fikirêkî qet’î û be tefsîlî kafî nîye. le dewrî qedîmda ke me’lûmatêkî kem û zorman derḧeq nîye, mentîqeyek bû ke ḧidûdî şîmalî, saḧlî gomî wan bû, le ẍerbewe ta wadîy xapûr, le şerqewe ta kerkûk û le cinûbewe ta ḧidûdî bablisitan eçû.

em mentîqeye le teřef qewmêk ke be «şubarî» me’rûfe, îşẍał kirabû. em mentîqeye weya beşêkî, carcarê kewtibuwe jêr ḧukmî somerî ke ḧukmidarî şare gewrekanî cinûb bûn.

ew zimaney ke xełkî ew mentîqeye qiseyan pê ekird, legeł loẍetî samî, weya loẍetî hîndu-ewrûpayî weya zimanî somerîyekana hîç minasebet û řabîteyekî nebû. be’zê ’ulemay ’esrîy ełman wayan zen birduwe ke zimanî «şobarî» le sunfî elsîney qoqasîye. le pêş sałî 2500y pêş mîladda, mîlletêk ke zimanekey samî bû (asûrî), bełam řenge ke xoy samîyekî xals nebê, hat û le beşî xwarûy wiłatî şobarîda ye’nî le mentîqey dewrî aşûr yaxud qel’ey elşerqa’îy êstada cêgîr bû. le dewrî 2525y pêş mîladda hemû wiłatî kurdistan beşêk bû le memleketî «sarẍon»y qiřałî «aqad» û «naram-sîn»y xelefî le dewrî sêyem ḧikûmetî «or»da , ye’nî teqrîben le 2300 – 2150y pêş mîladda çend qołêkî nêrawete ser be’zê eqsamî piçûkî kurdistan ke le şerqî dîcle buwe, wekû «sîmoru» ke řenge mentîqey dewrî ałtûn‌koprî bê, «lolobû» , «ḧelwan», «sarsiro» û «orbîllum» ye’nî erbîl. zahîr waye ke herçende ehlî em mentîqeye mîlletêkî waḧîde bûn, bełam yekêtîyan (weḧdet) le beyna nebuwe.

le ’esrî nozde û hejdey pêş mîladda le beynî eqwamî asyay suẍrada be’zê ḧerekat û nehezat řûy dawe û te’sîrî kirdote hemû şerq. ’imûmî ew ḧerekate, wa der’ekewê ke eqsamî muxtelîfey eqwamî hîndu-ewrûpayî gelî ’îlaqedar kirduwe. qewmî «hîtît» ke zimanyan muḧeqqeq le şu’bey «sentîwim» weya «latîn»e , sûryeyan zewt û bablyan tałan kird. qewmêkî îbtida’î ke nawî «umman manda» bû û le dwayîda legeł zumrey mîdya «med» , «sîp» yekdigîr bû û le qeraẍî şerqî beḧrî řeş (beḧrî سیاە) cêgîr bû. le ’îrqî «hîndu-êranî», firqeyekî piçûk řêgey bo xoy kirdewe û ta ẍerbî kurdistan hat, cêgîr bû û yekê le xanedanekanyan be nawî «mîtanî» ḧikûmetêkî teşkîl kird û merkezekey le ser awî «xapûr» bû. le î’tîbarî em dewrewe qîsmî ẍerbî şobarî le jêr îsmî «xorî»da le qîsmî şerqî cwê buwewe û zimanekeşî her bew nawewe naw nira. lem beyneda le muntehay şerqî kurdistanîşda be’zê înqilabat le teref qewmî «kasî»yewe berpa kira û be’zê le erkanî em qewme le paş yeẍma û texrîbî hîtîyekan twanîyan le «babil»da ḧikûmetêk dabmezrênin, řenge be’zê kelîmey zimanî em qewmî «kasî»ye legeł lîsanî êranîda řabîte û munasebetêkî bibê.

le ’esrî şanzeyemînî pêş mîladda ḧukmidaranî «mîtanî» muddetêkî kem ’adeten be ser hemû kurdistanda û teqrîben heta «erpexa = kerkûk» îcray ḧikûmetyan kird û ḧakmîyetyan le asûrye û «seḧray erbîl»yişda carî bû. bełam şeř û heray berdewamî ḧikûmetî, be netîce em ḧikûmetî mîtanîyey du kerit kird: esłî mîtanî yaxud qîsmî deşt û wiłatî «xurî» yaxud mentîqey dawênî şaxekan û tor’abdîn.

her lem sireyeda xanedanî ḧukmidarîyekî tir, ye’nî sulaley «xanî gałbat» zihûrî kird û ḧikûmetêkî serbexoy damezrand û mudetêk be ser asûrîyeda ḧukmiřan bû, paytextî em ḧikûmete «nisîbîs» bû ke le dwayîda bû be «niseybîn».

ḧikûmetî mîtanî le ewa’îlî ’esrî çwardemînî pêş mîladda legeł «hîtît»ekana le ser «sûrye» kewte şeřewe û lem furseteda nifûzî asûrî berebere zyad bû û le netîceda řeqîbekey meẍlûb kird û ’adeten beşêkî kurdistan ye’nî mentîqey cinûbî şerqî ke le teřef milûkî «kasî»y «babil»ewe îdî’a ekira, hênaye jêr ḧukmî xoy. bełam le ewaxîrî ’esrî çwardemîna qewmêkî taze peyda bû û wîstî le qeraẍî ẍerbîy şetî dîcle û nizîkî şaxî cûdî cêgîr bê, bem meqsede qewmî aramî û be’zê ’unsurî tirî seḧray şîmalî sûrye legeł asûrîyekana kewtine şeřewe û le netîceda em teşebusî cêgîrbûne serî negirt û sebebîşî qîsmen eme bû ke ordûy asûrî le ’esrî syanzemîna bequwet bû û sebebekey tirî lew weqteda cêgîrbûnî qewmêkî taze le beynî gomî wan û gomî urmê bû û le î’tîbarî em weqtewe ew mentîqeye naw nira «orartu» weya «ararat», ke le kîtabî muqedesda û eweł def’e le teřefî «şelmaneser»y ewełewe, le 1260y pêş mîladda beḧis kirawe, îsmî ehalîyeke be tewawî me’lûm nîye, bełam zennî ’imûmî waye ke çunke me’bûdekeyan nawî «xaldyan» buwe, ehalîyekeyşî ewanen ke řomekan «xaldîwî»yan naw nawin û emane lazme zor be dîqqet le Chaldasans, ye’nî kildanî tefrîq bikirê û ew zimane ke em xaldyane qiseyan pê ekird, lay mutexesîsekan waye ke şu’bey qoqasî bû. be gwêrey wesa’îqî ew asare qedîmane ke le nefsî wan û le şarî qedîmîy topraq qel’e ke nizîk wane , dozrawnetewe, muḧtemele ke em qewme legeł medenîyetî sewaḧlî beḧrî sipî (beḧrî sifîd)da îrtibat û ’elaqeyekî bibê. te’sîrî eme le şîmalî kurdistanda ewe bû ke ehalîy esłîyey ewê ke le cinûbî gomî wanewe bo cîhetî cinûb û ẍerb tehcîr kiran û em ḧałe bû be sebebî teşkîlî be’zê îmarat ke le teřef asûrîyekanewe be nawî wiłatanî «nayrî» nasrawe û em îmaretane be sûřetî ’imûmî řyaset û ḧakmyetî orartûyan qebûł kirdibû.

me’emafîhî, le ’esrî yanzemînî pêş mîladda û le înqiřazî îmbiratorîy hîtîtda hemû em wiłatî şîmalî kurdistane le teřef qewmî «muşkî»yewe zewt kira û nizîkey penca sałêk be destyanewe bû, em mîllete tazeye, erazîy cinûbyey «qepaduqya» û «kilkya»şî dagîr kird û têyda sakin bû û řomekan bem mîlleteyan degut «muşwî» . le paşda em muşkîyane wîstyan sinûrî ḧakmyetî xoyan ta şerqî gomî wan berin, bełam le teřef ḧukmidarî asûr, tîẍlat pilayzerewe le pêş sałî 1100y qeblelmîladda meẍlûb kiran.

le ’esrî deyemîn û le ewa’îlî qeřnî noyemînî pêş mîladda, qewmî «aramî» te’eřuzî kirde ser wadîy xapûr, û nîhayet «xurî»y qedîm ye’nî «şubarî»y ẍerbîyan be tewawî dagîr kird. bełam «şubarî»y şerqî, le teřef ḧikûmetî asûrîyewe lem muddeteda ye’nî le ’esrî çwardemînewe ta ’esrî noyemîn ḧîmaye kira, legeł emeşda ḧikûmetî asûrî be ser em menatîqî ẍeyre tabî’ey şerqî kurdistanda ke ehalîyekey da’îmen muqabeleyan ekird, her muraqebeyekî bû. be gwêrey wesa’îq û qyûdatî asûrîy ’esrî syanzemîn wa der’ekewê ke lem mentîqeyeda be ẍeyrî derkewtinî qewmêkî tazey «paphî» tebedulatêkî tir nebuwe. em îsme ta em zemanî dwayye «kurtî» exwênrayewe û be’zêk deyanbirdewe ser îsmî «kurd», bełam ew sicîllatî qedîme ke le «quẍazkoy» keşif kira, beḧsî qewmêkî tir eka ke nawî «papanxî» buwe û muḧtemele em legeł «payxî»da îsmêkî muşterek bê û le pêşda be ẍełet xwênrabêtewe.

qewmî hîtît, lem dewreda, ye’nî le ’esrî syanzemînî pêş mîladda, le ’eleyhî asûrî destyan kird be pirupaẍenda û entirîqe, bełam ewende mwefeq nebûn. emeş lazme le berçaw bê ke ehalîy kurdistanî şerqî le jêr ḧukim û nifûzî medenyetî şubarî, kildanî û asûrîda bûn û emeş lew wesa’îqî ḧiqûqîye û tîcarîye ke le kerkûkda dozrawetewe û derkewtuwe û tarîxî em wesa’îqe ’a’îd be ’esrî panzemîn û şanzemînî pêş mîlade. waqî’en le beynî ehalîda be’zê nîfaq û îxtilaf hebû, bełam dîn û qanûn û ’adatî îctîma’ye, ehlî êrey le jêr esmay wetenîda û le naw medenîyetî ḧewzey nehrî dîcleda tewḧîd kirdibû.

sicîllatî ’esrî nohem û heştem û ḧewtemî asûrî wa nîşan eda ke cuẍrafyay syasîy kurdistanî şerqî, be sebebî muhaceretî qewmêkî «hîndu-ewrûpayî» le şerqî beḧrî řeşewe bo menatîqî cinûbîye, tûşî teẍîyrat bû, nawî «mîdya» ewweł def’e le teřef şelmanaserî pêncemewe (823- 810 p.m) zîkir kirawe û le paş eme bote sebebî tehdîdêkî da’îmî bo ḧikûmetî asûrî. em qewme ewełen şerqî mentîqey «mîdya»yan îşẍał kird, bełam le î’tîbarî ’esrî ḧewtemewe pirensekeyan hemû ew wiłatey ke le paşda mîdya naw nira, xiste jêr nifûz (qontiřoł)y xoy.

lem sireyeda «maney» naw qewmêk, ke zimanyan mechûle, erazîyekî piçûkyan le cinûbî şerqî gomî wirmê îşẍał kird. erazîy «parsiwas» ke le cinûbî ẍerbî gomî wirmêye, řenge le teřefî qewmî «parsîwî» , «persanî» yewe îşẍał kirabê, ke em qewme le zemanî «parit»ekana le teřefî şerqî «iksarit» sakin bûn. em ’enasre syasîye taze, muqeddemey hîcretî eqwamî gewretir bûn, fîlḧeqîqe le îbtîday ’esrî ḧewtemî pêş mîladda qewmî «sîs» desî kird be tałankirdinî memleketî asûrî û asûrîyekanî «îsirhadden» mu’ahedeyekî dostî legeł kirdin û bem new’e ḧusnî mu’ameleyan ta nîhayetî ’esrî ḧewtem dewamî kird. bełam le dewrî sałî 625y pêş mîladda «nabupulaser» ke xoy be mułkî serbexoy bablisitan î’lan kirdibû, legeł mîdya û sîsîda beramber be ḧikûmetî asûr îttîfaqî kird û le dewrî sałî 616y pêş mîladda muḧarebe destî pêkird û le 612da be wêrankirdinî şarî «neynewa» û meḧukirdinewey ḧikûmetî asûrî nîhayetî hat.

le weqtî meḧubûnewey asûrîye û le paştirda be’zê def’e basî kurd kirawe û bîlxasse le teřef aksenufonewe le ḧîkayetî řec’etî dehezareda ke le sałî 401y pêş mîladda waqî’ buwe, bas kirawe. lem beyneda fasîleyekî dûsed sałî heye û emeş muddetêkî kem nîye û yekane dela’îlî tarîxîye ke bo tarîxî kurdistan te’sîrî bê, bîlxasse elwaḧî nûsrawî tarîxî milûk «akmenî» êranîye ke be seřaḧet beḧsî mes’eley esłî kurd naka.

însan ke basî esłî kurd eka, nabê ewey le fîkir biçêtewe ke bo ew ’inasrî muxtelîfeye ke le şaxudaxî kurdistanda legeł ehalîy esłîye sakîn bûn, çi kurd çi ermenî, çi asûrî û çi turkimanî bê, esłî mes’eleke nuqtey ’îrq nîye, bełkû cîhetî zimanekeye. «kardoxoy» aksenufon kurd bûn û meyyalî îstiqlalî mîllî bûn, çunke lîsanêkî cwê û serbexoyan bû.

lem ’esreda nezerîyey zimanî kurdî zor gořawe, be gwêrey efkarî ew mutexesîsane ke mumkîne însan biřwayan pê bika, zimanî «kurdî» lehceyekî muşteq weya muşewweşî «farsî» nîye, bełkû lîsanêke tetewřatêkî ḧeqîqî û qedîmî heye û le zimanî farsîy qedîmîy lewḧekey «dara» qedîmtire. eger eme řast bê, be tebî’et ’ulemay tarîx ḧeqyane biłên ke zimanî kurdî, le ’esrî şeşemînî pêş mîladda hebuwe û zimanêkî serbexo buwe. qewmî «mîdya» û «parsî» bo êran, ewîş hatote kurdistan. ca leme wa der’ekewê ke tarîxî teqrîbî hatnî kurd bo kurdistan, ebê le dway 650y p.m bê, çunke sicîllatî asûrîy pêş em tarîxe hîç basî nekirdûn.

řenge hatnî qewmî ermenîy «hîndu-ewrûpay bo ermînîye netîceyekî ḧereketêkî wekû ew muhacerete bê û le ’eynî weqtida waqî’ bûbê. legeł emeşda ebê bizanrê ke em nezerîyeye be gwêrey ziman (lîsan)eweye û ewaney ke ełên zimanî kurdî, farsîyekî têkełupêkełe, ebê be tewawî bizanin ke mecray tedqîqatî tarîxîye ’eksî î’tîqadyane.

nezerîyey řebtikirdinî ehalîy esłîyey orarto legeł kurda herçende qabîlî îsbat nîye, bełam le edwarî qedîmeda temsîl û meskiranî eqwamî muxtelîfe le teřef qewmî kurdewe nezerîyeyekî bequwete.