mutale’ey fon mînoriskî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 17 Xulek  1271 Dîtin

em mutexesîse ełê: zor muḧtemele ke qewmî kurd le şerqewe, (ye’nî ẍerbî êran), bo ẍerbî kurdistanî êsta hatbê û cêgîr bûbê, bełam hatnî em qewme man’î ewe nîye ke le hatnî ewa, qewmêkî tir ya çend qewmêkî têkeław be nawêkî wekû «kardo» ke le nawî ew biçê, le kurdistanî merkezîda jyabê û le paşda legeł ewa têkeław bûbê.

musteşrîq turuşangîn le «mecmû’ey esoryolojî»da dû lewḧey nûsrawî dîwe ke tarîxekey dûhezar sał pêş mîlade û basî wiłatêkî «kar-da-ka» eka û em wiłateş dirawsêy ehlî «su» buwe, ke le erazîy cinûbî gomî wan danîştûn. şerefname ełê le mentîqey bitlîsda qełayekî konî «soy» heye.

le dway em tarîxe be hezar sał, tîẍlat pilîzer legeł qewmêk ke nawî «kurtî» buwe û le şaxekanî «azu»da sakin buwe, şeřêkî kirduwe û şikawe. musteşrîq diraywer ełê em şaxanî «azo»ye şaxî «hazu» ye’nî «sasun»y êstaye.

heredot le xatratî ’esrî pêncemî pêş mîladîda basî nawêkî wa naka, bełam be gwêrey qisey xoy, syanzemîn wiłatî ḧikûmetî «exmenî» ke le dwayîda řebtî ermînîye kira, «puxtewîc» bû ke be gwêrey musteşrîq nuldek û kî‌pers û m. hartiman, em nawe legeł nawî «buxtan = buhtan»da yeke.

eksenefon le basî řec’etî de hezareda, ke le sałî 400 û 401y pêş mîladda waqî’ buwe, qise le qewmî «kardok» eka û ełê: memleketekeyan heta «buhtan» eçê. lew weqtewe îtir le qeraẍî çepî şetî dicle û le dewrî şaxî «codî» tesadufî em nawe kirawe û le teref muḧeřřîre meşhûrekanewe ew mentîqeye be «kurduyen» naw nirawe. (muḧtemele ke gořanî telefuzî em nawe, le zeḧmetî îqtibaskirdinî ḧerfî «k»y samîyewe ḧasił bûbê. diraywer) be zimanî «aramî» bem wiłate «ḧewzey kardo»yan pê egut. le naw ermenîyekana «kurdoz» û le beynî ’erebda (wekû bilacûrî û teberî ełên) be lefzî «bakarda» (karday) nasrawe. yaqût ḧemewî ke řîwayetekey ’etfî îbnî esîr eka, ełê wiłatî «bakarda» qîsmêkî wiłatî cezîrey îbnî ’umer buwe û dûsed dêy hebû û şaranî elsimanîyn, cûdî, fîroz, şapûr le qeraẍî çepî şetî dîcle û beramberî «bazabda» bû. (bazabda le qeraẍî řastî dîcle buwe). le paşda em nawî «bakarda»ye ke bo wiłateke bû, le kîtabatî îslamda win buwe û le cêge ew, nawî «cezîrey îbnî ’umer», «buhtan» û ... alx peyda buwe.

be gwêrey îdî’ay ’ulemay ’ereb û ermenî, erazîy kardo, medlûlêkî zor muḧeddedey heye, waqî’en serḧed û sinûrî «kurdu’en»man be tewawî le la me’lûm nîye, her le sê şarekey ke «sarîza» û «sitalka» û «pînaka» (fênk) buwe û le qeraẍ şetî dîcle bû, bas kirawe. bełam řaporî musteşrîq sitrabo ke lem xisûsewe dirawe zor be’ehemîyete û be gwêrey em řapore, te’bîrî «kurdiwaye» mudetêk nawî şaxekanî beynî «dyarbekir» û «mûş»y êsta buwe.

xulase, «kardoxoy» le her layek bûbê, hîç şubhe nîye ke nawekey be şikłêkî tir dîsan her mewcûd buwe, lefzî dwayî (xoy), řenge le cêgey kh îsti’mal kirabê ke le zemanî ermenîda edatî cem’e, înca be gwêrey eme, řenge mudeqqînî řom em naweyan le kitêbêkî ermenîda dîbê?).

le lay eksenufon waye ke qewmî «kardoşwî», ne tab’î «ertaksers – erdeşîrekan»e û ne tab’î ḧikûmetî ermenî bûn, le ’esrî ewełî pêş mîladda ke wiłatî «kurdu’en» le teřef «dîkiran»y duwemewe zewt kira, qiřałekeyanî ke nawî «zarbîwnus» bû kuşt.

le sałî 115y paş mîladda qiřałî «kurdu’en» nawî «manîsarus» bû. be gwêrey qisey musteşrîq habşiman, ḧikûmetî ermenî, wiłatî kurdu’enî îsmen zebit kirdibû. le zemanî eksenufonda eger ’eşîretêkî êranî le şîmalî dîcleda sakin bûbê, hîç ’eca’îb nîye, bełam be bûnî îsmêkî wawe bo qewmîyetî «kurduşî» ḧukim nakirê. em îsme esas û qyasêkî samîy heye. (be zimanî asûrî, «kardo» ye’nî bequwet, weya pałewan û «karado»ş bequwetbûne).

le layekî tirewe hêndê muşabehetî lefzîyey legeł nawî ehlî «xaldî» heye û em «xaldî»yane le jêr ’înwanî «urarto Urartu» yaxud «Urashtu»y asûrîda baştir nasrawin û le dewrî «ararat»da sakin bûn. em qewmî xaldîye le ewaxîrî qeřnî noyemînî pêş mîladda le ermînîyeda bînrawin û le paşa le dewrî gomî wanda ḧikûmetêkî bequwetyan teşkîl kirduwe û ta mebadîy qeřnî şeşemî pêş mîlad dewamî kirduwe. musteşrîq lehman hust be gwêrey kitêbî «gutîngen» ke le 1907da derçuwe, ełê: le naw em xaldîyaneda be’zê muhacrînî ẍerîbe bînrawe. mayer, esasî wetenî em qewmey le «arakis = aras»y merkezîda teḧerîr kirduwe.

xulase le ’esrî ḧewtemî pêş mîlad û le dewrî hatnî ermenî bo kurdistan, em xaldîyane biław bûnewe û çûne şax û kêwanî etřaf , bełam nawyan le mentîqey gomî wanda her jyawe û şarî exlat ke le qeraẍî serûy gomî wane, ebê eserî em xaldîyane bê .

qewmî «kardo» çi samî bê û çi ehalîy esłîyey ew wiłate bê, eme muḧeqqeqe ke wiłatî «karduşu»y qedîm, îmřo merkezî esłîy kurde. ke wa bû, ebê teslîm bikirê ke «kurduşwî» legeł lefzî «kurd»da îsmêkî muştereke û em fikireş le îbtîday ’esrî bîstemewe kesbî bedahetî kirduwe.

eger tozêkî tirîş lêkî bideynewe, ebînîn ke qewmî kurd be tewawî legeł «xaldî»da yekin. musteşrîq řêsk le şerḧekey ke derḧeq «qonistantîn puru fîruz netus» nûsîwyetî, ełê: «xaldî û kurdî legeł «kurdyay», esma’î muştereken» û fikirî yektirî waş le muqeddemey kitêbekey lerc {fn|Lerch . em kitêbe le 1856da tebi’ kirawe û ’înwanî emeye:

Re churches sur les Kurds et sur leurs ancetres, les Chaleens Septentrionax.} da beyan kirawe.

tedqîqat û teḧerryatî m. hartimen, nuldek û wîsbax em mes’eleyey xistote mecrayekî tazewe. em zatane ełên bo zanînî ferqî beynî şu’bey «kurd» û «kardo» tedqîqatî lîsanîye lazme û be wasîtey asarî meşhûrey mudeqqîqînî «mîdya» û «êran»ewe lazme le naw «kurtîwî» û «sîrtî»da kurd teşxîs bikirê. zaten le zemanî sasanîyekanda bûnî ’eşayrî zorî kurd le farisda te’îydî em fikire eka. (karnamۀ ardişîr babkan) .

eger ferqêk le beynî îsmî «kurd» û «kardo»da hebê, em ferqe ewende te’sîrî bo ḧellî em mes’ele gewreye nabê. fîlḧeqîqe çon û key «sîrtî = kurdî êran» hate ẍerbî zaẍros û le cêgey «kardo»y qedîma û le şîmalî sûrye û şaxekanî entî‌gorosda cêgîr bû? em mes’eleye hêşta zor muḧtacî tedqîqe. ewełen fitûḧatî mîdya û êran mumkîn bû bibête sebebî neqłî mekanêkî zor bo ehalîy êran, mîsalî emeş muhaceretî qîsmî le «asaẍarîta»ye ke esłî meskenyan «sîstan» buwe, welḧał le zemanî asûrîyekana em ’eşîretî «asaẍarîta»ye le seḧray asûryeda û le dewrî «erbîla = erbîl» buwe û ře’îsekeyan «çitran taxma» bû ke le teřef «dara»we kujrawe û řesmekey le ser taşeberdêkî gewre û biłind le kêwî bêstûnda legeł řesmî «dara» û heşt ře’îsî tir řesim kirawe, sîmayekî kurdî xalîse. (The Sceulputre of Bihiston, 1907, London)

le sałî 220 ta 117y pêş mîlad, le şeřî beynî řoma û siloqîyekan û qiřałî «pîrẍamun»da ’eskerî bekirêgîrawî «sîrtî» mewcûd buwe (lîway, pul bîwiz, wîsbax). le cuẍrafyay ermenîy ’esrî ḧewtemda sefḧeyekî ẍerîb derḧeq be wiłatî «kurçex» bînrawe . le zemanî «fustîwis bînantîwis»da ye’nî le ’esrî çwarema «kurçex» qezayek buwe nizîk sełmas û le dwayîda buwe be wiłatêk ke le cołemêrgewe ta cezîrey îbnî ’umer wis’etî buwe û em qezayaney tya buwe: kurdux, sî kurdirîx, kurdîx, aytunx, aygarx, mupulux (upulanx), ewrsîrux (ursyanx), karapunîx (saraywinîx), çahuk û elbakî biçûk. (hartimen, hupşimen).

ew teḧewlat û înqilabatey ke be tedrîcî lêreda waqî’ buwe, dîman le ew sê qezaye (kurdox, kurdîx, temurîx) ke musteşrîq fostus le cêgey «kurduyen»y qedîm nîşanî dawe, «kurdux»yan bû be yeke qezay «kurçex» û «temurîx» le naw çû û legeł «kurdirîx» yekî girt û bem terḧe qezakey lay jûrû û qezakey nařewast û xwarewe yekî girt.

musteşrîq hebşimen bo dozînewey ferqî beynî «kurdirîx = kurdîc» û «kurtîwî» ḧesrî mesa’îy kirduwe û legeł emeşda esasen ew ferqî lîsane ke le teřef hartiman û noldekewe tesbît kirawe, dîsan man’î bûnî şikłêkî mexlût nabê, bîlzat noldek xoy ẍirûpêkî sêyemînî dozîwetewe û ełê: aramî «karteway» û ’erebî «kartawye» be tewawî qewmî kurd îfade eka (hufman).

leme wa der’ekewê ke le dewrî fitûḧatî ’erebda îsmêkî mufredî «kurd» ke cem’ekey «ekirad»e, buwe be ’elem bo qewmêkî mexlûtî êranî, weya dirawsêy êran. le naw em qewmeda be’zê ehalîy esłîyeş buwe (wekû kardo, temurîx = tamuraye ke le mentîqeyekda sakin bûn ke merkezekey «alkî» yaxud «elk» buwe, xuyeysay = alxiwîsye) le qezay «xwît»y «sasun»da bû, ortayye (= alartan), le qeraẍ furat bû, be’zê lem qewme samî bûn. (eserî, ensabî ’imûmî ’eşayrî kurd); be’zêkîşyan řenge ermen bûbin, ełên esłî ’eşîretî «mamekan»y kurd «mamîkunyan»y ermen buwe.

lem ’esrî bîstemîneda mewcûdîyetî ’unsurêkî êranîy ẍeyrî kurdî (wekû goran û zaza) le naw kurda be tewawî tesbît kirawe, le be’zê cêgayanî tirîşda wekû silêmanî, sabłax, qutur, ... alx, be’zê sulale û ’eşîret ke le xarîcewe hatûn û ḧukmyan kirduwe, mewcûde. (wekû le quturda le naw şikakda beqayay kuresînlî(?) binîrawe).

xulase, tedqîqat û keşfyatêkî usûlî zor muḧtemele ke şwênî ew qewme qedîme, ke îmřo le penay qewmî kurdî êstada win buwe, be zahîrî yekin, bidoznewe.

kurd netewey kêye (ensabî), û le kwêwe hatuwe?

asarî îslam û řîwayat û ḧîkayatî kurd, bo ḧelkirdinî mes’eley esił û fesłî em qewme ewende bekełk naye. mes’ûdî le «miruc alzihb»da ełê: kurd, netewey ew êranîyaneye ke le dest «zeḧak»y xûnxiwar řayan kirduwe. em řîwayete le şanameda le teřef fîrdewsîyewe be şê’ir baştir teswîr kirawe.

le sałî 1812da murye le «Second jurney» (lapeře 357)da basî zemawendî (demawend) eka ke hemû sałêk le 31y oẍsitosda be minasebetî necatbûnî êran le «zeḧak = bîwrasb»y załim îcra ekirê û em zemawende «cejnî kurdî»y pê ełên. {fn|muḧerrîrî tarîxî êran «sêr can malqołim» ełê em řîwayetî «cejin = çişin kurd»ye ’elel’ade nimûneyekî îstîbdade û kurd le êranewe fêr buwe.

mu’errîxî meşhûrî ełman, fun hammer, ełê: em mes’eley cejnî kurdîye feqereyêkî tarîxîye bo qewmî kurd û em feqereye ebê wa lêk bidrêtewe: şeytan‌peristî û řojperistî le edyanî qedîmey êran buwe. řojperistî le êranda û ehrîmen‌peristî le kurdistanda biław botewe. fîlḧeqîqe em yezîdîyaney kurdistan le êranewe hatûn û lem mutale’eye eme tê’egeyn ke le êrana qismêkî xełk ’îbadetî ehrîmenî û qismekey tirîş ’îbadetî hurimzî îxtyar kirduwe û qismî eweł le dwayîda mecbûrî hîcret bûn û hatûne kurdistan. (kurdilir, lapeře 11)

em nezerîyey fon hammere be gwêrey be’zê asarî tirewe wekû «tarîx ’imumî miradîk, ciłdî 1 lapeře 216» ewende řast û me’qûl nîye. waqî’en le dewrî asûr û kildana êran muweḧḧîd ye’nî «yezdan‌perist» buwe û ’îlawey em, hurimz û ehrîmenîş wekû mi’awin me’bûdî xêr û şeř bûn. le dwayîda le ser tełqînatî zendi’awêsta berebere ateşperistî peyda buwe û ta dewrî îslamîyet dewamî kird. dyanetî řojperistî esasen le wiłatî asûr û kildana buwe û bo eme me’bûdêkî zoryan hebû. «bi’il» û «bil» here gewreyan bû ke be me’na «řoj»e. ca mumkîne ke «çişin kurdî» wekû duqtor firîc (kurdilir) ełê şayî necatbûn le zułmî zuḧak bê.}

le layekî tirewe esłî kurd ebrêtewe ser ’ereb; meselen «miruc alzihb» ełê: bapîregewrey kurd, řebî’e bin nezir bin mî’ade. le lay be’zê mu’erîxînî tir, mezir bin nezre. em dû zate herdûkyan emîrî wiłatî řebî’e (dyarbekir) û dyarmezre (řeqqe) bûn û em ’ulemay ’erebe îdî’a eken ke qewmî kurd le netîcey ḧadîseyekda legeł ẍessanîyekan le komełî ’ereb cwê bûnewe û çûne şaxudax û legeł be’zê eqwamî bêgane têkeł bûn û zimanî ’erebîyan le bîr çotewe. here ẍerîbî emeye ke le sirey ecdadî kurda, kurd bin mard (mardiwî, dirawsêkanî kurde) bin se’sese bin ḧereb bin hozane û be gwêrey mes’ûdî, kurd bin esfendyar bin menûçehre (îbin ḧewqel, ełê kurd bin mard bin ’umer) . em hemû ensabe mumkîne ḧeqayqî tarîxîyey tyabê, (wekû le îxtîlatî ’eşa’îrî zaẍros û fars, qewmêkî samî bûbê be êranî).

elḧasił le teḧerrî û îcadî em ensabeda qisûr nekirawe û wekû le «miruc alzihb»da eybînîn ḧeta se’î bo řebtikirdinî îsmî kurd legeł lefzî «kirade»da kirawe ke kelîmeyekî ’erebîye û ḧeta be gwêrey be’zê îdî’a, ebê qewmî kurd netewey esray cahîl û casadî dêw bê, ke em dêwe le teřef ḧezretî silêman (’ilye alsilam)ewe derkirawe. be’zen îsmî kurdyan legeł sîfetî farsîy «gurd = pałewan» tewḧîd kirduwe û em fikireş le bûnî «g»y pehlewîyewe ḧasił buwe.

le zemanî dwayîda gelê car ’eşîret be nawî gewrekeyanewe naw nirawe û be gwêrey şerefname, ebê qewmî kurd ke ’îbaret buwe le ’eşîretî «bacnawî û buxtî», le «bacan» û «buxt» peyda bûbin. îsmî «bacnawî» řenge le «basin aw»ewe hatbê ke yekê le ’eşayrî dîcley qedîm buwe. be gwêrey efsaneyekî tir, qewmî kurd le pêşda dû qoł bûn: mîlan û zîlan. mîlan le ’erebistanewe û zîlan le şerqewe hatuwe û em qołî duweme ewende maqûł nebuwe, mîlan mu’teber buwe.