kifir nebê

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  467 Dîtin
witûyane: xoşewîstî
yar wîstine û diłperistî
ger ewe xoşewîstîye
biřwa bike.. le çaw ewey le diłmaye
xoşewîstî.. her hîç nîye..
kiçê min corê tom ewê
le her şwênê bast bikirê
henawim bot da’exurpê
le naw yek zerdexeneta
řengî zerdim etwêtewe
gyanim le nwê ejêtewe.
bedem yek pêkenînî to
beşî sałê geşe ekem
beyek qisey şîrînî to
wexte peřupo der bikem.
ke pêm ełêy «tom xoş’ewê»
lexoşîya.. herwexte diłim bikewê
çawim řojê kiz bitbînê
wexte kwêrayîm dabênê
kifir nebê.. kifir nebê.. xwam namênê.