gileyî

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  439 Dîtin
lay kabrakey beynî xoman
bîstim gileyît kirduwe
witbût: lay xoy şa’îre
keçî hetaweku êsta
le şî’rêka
basî minî nekirduwe
***
gileyîyeket leser çawim..
bes pêm biłê:
cwanî û şîrînî û naskît
be çi şî’rê bas ekirê!
be çi şî’rê der’ebřirê!
le kêk û basûq û mîno, le hemûyan betamtirî
le hengiwîn û gezoy xawîş, şîrîntirî
kiçê axir.. şî’ir le kwê berge egrê!!
bast le kwê be min ekirê..
xo min qełemekem łałe..
pencem şikawî xeyałe
wesfî to çon bemin ekirê
xwa netgirê