penca û çwarem:

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  412 Dîtin
le seretay destpêkirdnî şî’ir nûsînmewe, car necare bezmanî ’erebîş. begwêrey astî ewsam şî’irim denûsî. le yadme dîwanêk şî’irim hebû benawî «xilcat» nizîkey heşta lapeře debû. nemzanî çî lê hat.
beřêkewt le jimareyekî govarî «řoşnibîrî nwê» jimarey řojî 1974/8/1 şî’rêkî xomim dî lew dîwane ’erebîye benawwinîşanî «ehla bik» le beşî ’erebî govarî nawbirawda biław kirabuwewe le jêrîda nûsrabû di. m «tişrîn alsanî 1971» wate şî’rekem lew mêjuweda nûsîwe. wa lêreda wek take nimûneyekî ew dîwane ’erebîyem, bekurdî werî degêřim, heta wek wesîqeyek nimûnebê bo astî xeyałî ew serdemem. her bem nimûneyeş em ’îşqe bê nexşanem qifił dekem.
 
ehlaً bik bexêr hatî
ey xoşewîst
to ew semfonyayey ke beyanîyan
le bernamey ’aşiqanda biław dekirêytewe
to ew awaze şîrîn û hêmin û nazdarey
ke beyanîyan beřařewî kolîjekemanda
dêyt û deçî
diłim xawen kotrêk bû.. to wek ew wayt
her lew deçî
ke detbînim.. bîrî gime diłgîrekanî ewm
dekulêtewe.
gimekanî lecîhanî endêşeda, pasportim bûn
çawekanî, dwawêstigem bûn
le řêgekanî seferma
çawekanî dwawêstigem bûn
betavgey pirçe xawekey
hemû řojêk sîmay xudî xomim deşuşt
diłdarîm boy.. lawandinewe bû
bełke nerimtir lewe bû.
cyabûynewe û êsta to bûy
bedengidanewey ’îşqî ew
gerçî ewsa
awazî jêy ’îşqî ewm kip kirdibû
to yadî jînî dêrînemit hełdayewe
paş ewey min ’îşqekeşîm goř kirdibû.
bełam çibkem.. min ḧezim le janî ’îşqe û
bê ew najîm
kewate yaxwa bexêr bêy
bexêr hatî wek zamî nwê leser zamêkî
dêrîney, ke min tîmarim kirdibû.
ey zamî nwê bexêr hatî.