penca û sêyem:

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  372 Dîtin
serincêk: le govarî «řoşnibîrî nwê»da, şî’rî şa’îrêkî îngilîzîyan nûsîbû. paşan xoyan bepexşan-îtir nazanim pexşaneke ’erebî bû yan kurdî - gořîbûyan. paşan dawayan kirdibû şa’îranî kurd bîken beşî’rî kurdî. gwaye le hełbijardinda kamyan behêzbû biław dekirêtewew padaştî heye. beherḧał min kirdim be kurdî wek debînin. wa tê bigem her em wergêřrawey min û wergêřrawêkî tiryan biław kirdewe, bełam ewe çak dezanim herçî padaşt hebû, nebû.
daxwazî
hawřêkanim- min řêbwarî geştêkî dûrî dêrînim
asmanî jînî mirovî em serdeme, girj debînim aya deşê? mirovêkî
pêşkewtûxwaz!
bête cengibaz! biłêy xełkî gwê negirin le awazî dûr bînînim?!
***
hawřêkanim wa hest dekem.. mirovayetî serlenwê
berew cengêkî samnak û nalebar û napak debrê
nabê kestan bepêkenînî diřinde bixełetê
norey eweye motekey birsî şeř û xwên bifewtê
ew moteke mirovxore.. bedfesałe.. dařzîwe
ke asûdeyî û bextyarîy korpekanmanî dizîwe
em nexoşî û dwakewtin û birsêtîye.. hetaku key?!
em řiswayî û tirsinokî û dîlêtîye.. hetaku key?!
***
ba gişt yek deng pelamar deyn.. koşkî zeruwekan biřmênîn
zemîn, nek bo şeř û cengîn.. bełke bo xêr bekar bênîn
le încaney xiřî gêtî û diłî xełkida.. soz biřwênîn
towî aştî û pêşkewtin û xoşewîstîyek, biçênîn.