sî û çwar: çetûn

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  606 Dîtin
le berdemmewe naz deřjê
’etir depjê
wek manî pêk tîşkî hîwa
nazdarêtî pêy girtuwe û
deřwa û deřwa
begumanim eme to bît!
ger toy xatûn
le kenarî lařê lade
ewa diłdarêkî çetûn
leser nûkî pencey pêy dił
nerim deřwa be dwatewe
le xoşî dîdenîy bałat
hênde meste
beřêwe xew deybatewe,
bełam nekey!
nekey awiř bideytewe
kanî awiř nadatewe
nekey awiř bideytewe!
nekey, nekey
xeyałekem têk deytewe!
***
her xeyałe!
bełê xatûn
begumanim lewey meylit
kanî bê û řûn!
weku meylî diłdarêkî wek min
çetûn
biřo û biřo
le berdemma wek tîşkî nazêk biřjê
nazdarêtît ba pê bigrê
tenya be lencey řêgaket
ba tînwêtî ḧezim bişkê
***
nekey awiř bideytewe û
xeyałekem têk deytewe!
ba, çilçirakey diłdarî çetûn
neşkê
axo eqiłit bewe deşkê?!
begumanim
ger eqiłit pê bişkaye!
nek her awiř,
bełke hergîz weku nazêk
nedeřjayte em řêgaye!
meger xatûn!!
to řûdawî em řêgayet
bebîrnaye!?
karesatî em řêgaye
wek petaye
tûşî bûyn û
pêşî mirdîn
sersam mebe!
min û to ew řoje mirdîn
ke tirs
kiřnûşî pê birdîn
ke yasay em komełgaye
fêrî
dûfaqêtî
kirdîn!