sî û sêyem: şîrîn

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  569 Dîtin
to naskî şîrîn gyan, weku xewnî diłdaran
ez çon diłit bêşênim! tawane, wełła, tawan!
to hozanî û pê degrî, to gułît û hełdefrî
ke degeyte baweşim, xem xoy dekujê, le tawan
to ew xewney dêyte dî, to beheştî ser ’erdî
diłdar, bê to, jyanî, bêhûdeye û bê aman
to cwanî wek hełpeřkê, nazdarî weku bûkê
serçopîy şayî bigrê, le gundêkî kurdistan
to naskî şîrîn gyan, weku xewnî diłdaran
ez çon diłit bêşênim, tawane, wełła, tawan
em şî’rem bo goranîbêjêkî ser be dyalêktî kirmancî jûrû dana, wek pirojeyek bo têkełkirdinî herdû dyalêktî jûrû-xwarû. bełam paşan le hengawekeş û le goranîbêjekeş peşîman bûmewe û nemdaye.