bîst û sêyem: lasar

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  565 Dîtin
şajnekey nazdarekem
şaşoxekey gułzarekem
meylî nazî xoşewîstît
sawayeke çeqawesû
xoy le dił eka benûstû
hetaweku firîştey şew
şarî xamoş
egrête koş
ewsa dête gyan û naxim
pepûley xew etorênê
le naw pêxefî nûstina
be’aşkira
çingî le diłim gîr eka
emdîw û ewdîwim pê eka
pêxefekem lê şêt eka
çî lê bikem!
çarim çîye?!
egryet û emgiryenê
xew le çawim etarênê
her katêkîş ke hîlak bû
wiřk egrê
le qûłayî çawma binwê
bełam tenya bo satê
her katêk çawim çuwe xew
ew minałe gyan bêdare
ew xew nezane lasare
byanû egrê
ebê çîřokî bo bikirê
gwêm lê egrê û be’agaye
hetaweku tîşkî beyan
eyda
le diłî
herdûkman.