bîst û duwem: diłdar namrê

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  679 Dîtin
gyanî şîrînî minî
dił û cigermî û mełê: bo?
pêt naxoş bê, yan xoş bê
min şêtî kes nîm, bê le to
***
gyanekem bexwa
mestim bê perwa
tenya dîdenît
diłim mest eka
diroye hebê
wek min toy buwê
diroye kêye!
deba xoy derxa
***
ey dił birînit
madam hî ewe
begułî dinya
naygořmewe
to be selamet
hemîşe dejî
kê diłdar nebê
hezar car demrê
***
birînî ’aşiq
dermanî nawê
çak debêtewe
betîley çawê
minîş diłsoztim
estêrem şahîd
ke şewgar xewê
beçawma naye.
***
gyanî şîrînî minî
dił û cigermî û mełê: bo?
pêt naxoş bê yan xoş bê
min şêtî kes nîm, bê le to