hawkêşe
Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
1 Xulek
1131 Dîtin
pyawe başe pułdarekan
dest le gîrfanî řobewe
lewdîw camî befrî zistan
sûçêkî perde ladeden
dełên: bexwa
emşew şewî pêşmergeye
ewan gişt «pyawî baş»n, ehlî çaken!!!
welê hergîz, lew hawkêşeye tê nagen:
mamze kêwî kurdistanim
bo be şaxêkî decengê
bewî tiryan, ger pêwîst bû
xoy dekujê?
dest le gîrfanî řobewe
lewdîw camî befrî zistan
sûçêkî perde ladeden
dełên: bexwa
emşew şewî pêşmergeye
ewan gişt «pyawî baş»n, ehlî çaken!!!
welê hergîz, lew hawkêşeye tê nagen:
mamze kêwî kurdistanim
bo be şaxêkî decengê
bewî tiryan, ger pêwîst bû
xoy dekujê?